Dr. Husên Rabî, mamosteyê fîzîkê yê xelkê Seqizê li bajarê Silêmaniyê hate girtin
Hengaw; Pêncşemî 27ê Mijdara 2025an
Dr. Husên Rabî, welatiyê Kurd ê xelkê Seqizê û şirovekarê siyasî û mamosteyê fîzîkê li zanîngeha Silêmanî li Herêma Kurdistanê, ji ber sedemên nediyar ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin. Li gorî malbata wî, nûçeya girtina wî piştî 14 demjimêr ji şopandinên wan hatiye belavkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 26ê Mijdara 2025an, demjimêr 9ê sibêdehê, Husên Rabî yê mamosteyê zanîngehê û xelkê bajarê Seqizê û rûniştiyê bajarê Silêmaniyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hate girtin.
Li gorî gotina yek ji endamê malbata Husên Rabî, ew piştî çardeh demjimêr şopandina berdewam, di dawiyê de hatine agehdarkirin ku Husên Rabî li navenda Asayişa Silêmaniyê tê ragirtin.
Navbirî demeke kurt beriya ku bê binçavkirinê, di pêwendiyeke telefonî de ji birêveberê beşa fîzîkê ya zanîngeha Silêmaniyê re gotibû ku ew bi karûbarekî bankê re mijûl e.
Husên Rabî ku bi salan e wek mamoste li zanîngeha Silêmaniyê dixebite, li ser rûpelên xwe yên torên civakî derbarê siyaset û civakê gotaran parve dike û carinan wek şirovekarekî siyasî ji aliyê kanalên medyayî ve tê vexwendin.
Xalid Mawetî, Birêveberê Asayişa Silêmaniyê, bêyî îşarekirin bi hûrdekariyan di hevpeyvînekê de gotiye ku, Husên Rabî ji ber sikalayekê ku li dijî wî bi sedema "tawanên elektronîk" hatibû tomarkirin, hatiye girtin. Mijarek ku bûye cihê nîgeraniyê derheq egera pêwendiya nivîsên siyasî yên vî çalakvanî bi binçavkirina wî re.
Tevî vê yekê, kesên nêzî Rabî di hevpeyvînekê de bi Hengawê re piştrast kirine ku, ew ji ber rexnegirtin ji siyasetên hin ji partiyan û girûpên Îslamî hatiye girtin.