Girtina Ariya Yûsifî, kurê Fatime Dawend ji aliyê hêzên ewlehî ve piştî ku ji Tirkiyê hate dîportkirin

16 August 2024 22:13

Hengaw; Înê 16ê Tebaxa 2024an

Ariya Yûsifî yê kurê Fatime Dawend a girtiya siyasî ya berê û yek ji girtiyên xwenîşandanên meha Mijdara 2019an (Xezelwera 1398an a Rojî) ku vê dawiyê di bin metirsiya dîportkirinê de bû, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo îdareya Îtilaata Makûyê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Sêşemî 13ê Tebaxa 2024an, Ariya Yûsifî yê temen 18 salî û xelkê Bokanê, ji aliyê Tirkiyê ve radestî hêzên ewlehî yên Îranê hate kirin û ji aliyê van hêzan ve li ser sînorê Makûyê hate girtin û bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate veguhastin.

Li gor çavkaniyeke nêzîk malbata Yûsifî, Ariya heta niha ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye û tenê Îtilaata Makûyê bi malbata navbirî re ragihandiye ku ew di girtîgeha Îtilaata Makûyê de tê ragirtin.

Hêjayî behskirinê ye ku, Ariya Yûsifî êvareya roja Sêşemî digel dayîka xwe, Fatime Dawend, yek ji girtiyên xwenîşandanên Mijdara 2019an û hejmareke din ji çalakvanên siyasî ji rêya sînorê Bazarganê ve bo Îranê hatine dîportkirin û Ariya ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û dayîka wî karîbû bireve.

Ariya Yûsifî di 11ê Adara 2022an de, ku temenê wê 15 sal bû, bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê li yek ji cihên giştî yên bajarê Bokanê hatibû girtin û ji bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" 5 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.


Di vî warî de zêde bixwînin