Zêdabûna zext û gefên dewletê li ser malbata çalakvanê siyasî, Arif Nadirî

Kesên girêdayî saziyên ewlehî li bajarê Qurwê bi awayekî nefermî û derveyî

29 February 2024 17:32

 

Hengaw; Pêncşemî 29ê Şibata 2024an

Kesên girêdayî saziyên ewlehî li bajarê Qurwê bi awayekî nefermî û derveyî yasayê bi rêya telefonê ve li dayîk û du xwîşkên Arif Nadirî yê çalakvanê siyasî ku derveyî welat dijî, bi revandin û agirberdana mala wan gef xwarine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di wê dawiyê de hinek kesên ku xwe wek endamên saziyên ewlehî li bajarê Qurwê dabûne naskirin, bi rêka telefonê ve, zextên zêde xistine ser malabata Arif Nadirî ku dayîk û xwîşkên wî ji aramî û ewlehiya derûnî bêpar kirine.

Ev zext û gefxwarinane waqas zêde bûne ku “Mehbûbe Ebasî” ya dayîka Nadirî biryar daye sikalayê li ser wan gefan bike û bi mebesta kêmkirina wan zext û gefên nemirovane ku heta tê zêdetir dibin, li pey vê pirsê bikeve.

Beriya niha roja Yekşemî 15ê Cotmeha 2023an, Amiyar Fethulahî yê xwarzayê Arif Nadirî bi rêya telefoneke saziya perwerdehî ve hatiye xapandin û binçav kirine û rastî îşkenceyan hatiye.

Amiyar Fethulahî ji ber îşkenceya zêde ji bo îtrafa bi zor ji aliyê gulçikên xwe ve rastî xwînrêjiyê hatiye. 

Hengaw beriya niha li gor gotina çavkaniyeke agehdar nivîsîbû, ku hêzên ewlehî ji xwarzayê Nadirî xwastine ku di îtrafa bi zorê de bêje ku ji aliyê xalê xwe ve ji bo çalakî û kiryarên terorîstî hatiye handanî. 

Nûciwanê hanê piştî çend demjimêran îşkencê di rewşek fîzîkî û derûnî a xirab de hatiye mala xwe. 

Arif Nadirî rojnamevan û çalakvanê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Qurwê di çend salên borî de ji ber zextên hêzên ewlehî warê xwe bi cih hêlabû û niha di welatê Norwêjê de wekî penaberekî dijî.


Di vî warî de zêde bixwînin