Girtîgeha Qizilhesara Kerecê; Sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê Kurd bi nihêni hate birêveçûn

Hengaw; Şemî 4ê Cotmeha 2025an
Sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Sine, piştî derbaskirina 16 sal girtîgehê bi awayekî nihênî li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê hate cîbicîkirin. Hengaw çend demjimêran berî niha derheq birêveçûna vê sizayê nemirovane huşdarî dabû.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sibêdeha roja Şemî 4ê Cotmeha 2025an, sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Qizilhesa a Kerecê hate birêveçûn.
Sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare bi awayekî nepenî û bi bê mafê dawî hevdîtin bi malbata xwe re hate cîbicîkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, birêvecûna vê sizayê nemirovane şermezar dike û careke din daxwaz ji sazî û rêxistinên mafên mirovî ên navneteweyî dike ku hewlên cidî bidin da ku sizayê darvekirinê li Îranê bi tevahî were hilweşandin.
Hengaw êvariya roja Înê 1ê Cotmehê, bi belavkirina nûçeya veguhestina Saman Mihemedî Xeyare bo odeya takekesî derheq metirsiya canî û birêveçûna sizayê darvekirina wî, huşdari dabû.
Hengaw berê di raporekê de nivîsandibû ku Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê daxwaza dadgehîkirina dubare û hilweşandina
sizayê darvekirina Saman Mihemedî Xiyare red kiriye.
Saman Mihemedî Xiyarî, ku di dema girtina xwe de tenê 19 salî bû di heyama 16 salên borî yên girtîgehê de ji mafê azadiya demkî bêpar bûye.
Malperên hikûmetê berî niha nûçeya sepandina sizayê îdamê bi ser hejmarek ji endamên grûpekê de belav kiribû ku du kes ji hêzên Întizamî, Mela Burhan ê pêşnimêjê demkî yê Sinê û pêşnimêjê Mizgefta Qoba ya vî bajarê, Mihemed Şêxulselam ê nûnerê hikûmetê li Sinê di meclîsa "Xubrêgan" a rêberî de û Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qourwê kuştine.
Saman Mihemedî 16 sal berî niha ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Ebulqasim Selewatî" bi tohmeta "miharibe" û "endametî li girûpên dijî şoreşê yên girêdayî bi dezgehên Îtilaatî yên derveyî welat" sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sizadan.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Saman Mihemedî Xiyare di heyama binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin û di bin îşkenceyê de hatibû neçarkirin ku li dijî xwe îtirafên bi zorê bike û kuştina Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qurwê û herwiha kuştina hêzekî nizamî li bajarê Sinê li xwenîşandanên 2009an ku bi "Tevgera Kesk" hatibû naskirin bikişîne situyê xwe.