Rapora Hengawê li ser terorkirina mamoste Mesûd Nezerî, çalakvanê olî yê Kurd li Tirkiyê

16 October 2025 00:42

Hengaw; Çarşemî 15ê Cotmeha 2025an

Mesûd Nezerî, çalakvanê olî yê Kurd ê xelkê bajarê Ciwanroyê li bjaraê Stenbola Tirkiyê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate terorkirin. Navbirî çend sal berî niha ji ber zext û givaşên berdewam ên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve neçar mabû ku welat bi cih bihêle.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvariya roja Sêşemî 14ê Cotmeha 2025, mamoste Mesûd Nezerî, çalakvanê olî yê Kurd ê xelkê bajarê Ciwanroyê li ber deriyê mala xwe ya li taxa Arnavutkoy a Stenbolê, bûye armnaca êrîşeke çekdarî ji aliyê kesên nenaskiri ve û ji ber berketina çend guleyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mesûd Nezerî demjimêr heştê şevê dema ku vedigeriya mala xwe li ber deriyê mala xwe bûye armanca êrîşeke çekdarî ji aliyê kesên nenaskirî ve û êrîşkar piştî encamadana vê kiryarê ji cihê bûyerê reviyan.

Malbat û xizmên Mesûd Nezerî Komara Îslamî ya Îranê wekî berpirsyarê sereke yê vê terorê dibînin û tekez dikin ku Saziyên ewlehî yên Komara Îslamî gelek caran gef li wî xwarine.

Hêjayî gotinê ye ku ev çalakvanê olî nêzîk deh sal berî niha ji ber çalakiyên xwe yên rexnegir li dijî Komara Îslamî ya Îranê ji welat derket û ji vê demê ve li Tirkiyeyê dijî.

Kuştina Mesûd Nezerî mînakek din a êrîşên arnackirî yên Komara Îslamî li dijî çalakvanên siyasî û olî yên li derveyî welêt e. Berê Komara Îslamî ya Îranê bi organîzekirin û pêkanîna operasyonên terorkirinê li dijî dijberên xwe li welatên cûrbecûr ji wan Tirkiye û Herêma Kurdistanê hatiye tohmetbarkirin; kiryarek ku wekî beşek ji siyaseta serkutkirin û terorara fizîkî ya rexnegiran li derveyî sînorên Îranê tê hesibandin.

Li gorî amarên ku ji aliyê Hengawê ve hatine tomarkirin, Komara Îslamî ya Îranê di sê dehikên borî de zêdetirî 500 çalakvanên siyasî û olî yên Kurd li Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê terorkirine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin