Veguhestina Mehdî Esxerzade yê girtiyê olî yê Kurd bo girtîgeha Qizilhesarê bi mebesta birêvebirina sizayê darvekirinê

04 August 2025 17:06

Hengaw; Duşemî 4ê Tebaxa 2025

Mehdî Esxerzade, girtiyê olî yê Kurd ê xelkê bajarê Ciwanroyê, hefteyek berî niha bi mebesta birêvebirina sizayê darvekirinê ji girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bo girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatiye veguhastin. Nabirî 10 sal berî niha hatibû girtin û du sal berê sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an, Mehdî Esxerzade, girtiyê temen 35 salî û xelkê Ciwanroyê bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê ji girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesarê hatiye veguhastin. Sizayê darvekirina vî girtiyê Kurd du car ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye pejirandin û di dadnameya navbirî de jî hatiye îşarekirin ku termê navbirî radestî malbata wî nayê kirin.

Hengaw li derheq darvekirina nihênî ya Mehdî Esxerzade hişyariyê dide û ji hemû saziyên mafê mirovî û navneteweyî daxwazê dike ku hemû hewlên xwe bidin da ku sizayê vî girtiyê Kurd were rawestan.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Mehdî Esxerzade di sala 2016an de piştî vegera ji Sûriyê li Ciwanroyê hatibû girtin û piştî derbaskirina du salan li girtîgeha takeksî li Tehranê, bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin û heşt salên dawî li vê girtîgehê derbas kiriye.

Mehdî Esxerzade di Payîza sala 2023an de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ve bi serokatiya dadwer Şahrox Muradî, bi tohmeta "şoreşa çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê" û bi tohmeta "endamtî di girûpa terorîst a DAIŞê de" bi sê sal girtîgehê hatibû sizadan û ev sizaye di 16ê Kanûna 2023an de ji navbirî re hatibû ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku, di dadnameya vî girtiyê Kurd de ku kopiyeke vê ketiye destê Hengawê, hatiye îşarekirin ku piştî darvekirinê termê navbirî radestî malbata wî nayê kirin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev girtiyê olî yê Kurd di heyama girtina xwe de rastî îşkenceyên herî dijwar hatiye û neçar maye ku li dijî xwe îtîrafên bi zorê bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin