Sizayê darvekirina Mehdî Esxerzade, girtiyê olî yê Kurd bi nihênî li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn

Hengaw; Çarşemî 6ê Tebaxa 2025an
Sizayê darvekirina Mehdî Esxerzade, girtiyê olî yê Kurd ê xelkê bajarê Ciwanroyê bi awayekî nihênî li girtîgeha Qizilhesarê hate cîbicîkirin. Navbirî 10 sal berî niha hatibû girtin û nêzî du sal berî niha sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 6ê Tebaxa 2025an, sizayê darvekirina Mehdî Esxerzade, girtiyê temen 35 salî û xelkê Ciwanroyê li girtîgeha Qizilhesarê hate birêveçûn. Nûçegehaniya Mîzan a ser bi Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd piştrast kiriye.
Sizayê darvekirina vî girtiyê Kurd du car ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû pejirandin û di dadnameya navbirî de jî hatiye îşarekirin ku termê navbirî radestî malbata wî nayê kirin. Sizayê darvekirina vî girtiyê olî di halekê de hatiye cîbicîkirin ku ji dawî hevdîtin digel malabata xwe bêpar bûye.
Hengawê berê li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsanibû ku, Mehdî Esxerzade di sala 2016an de piştî vegera ji Sûriyê li Ciwanroyê hatibû girtin û piştî derbaskirina du salan li girtîgeha takeksî li Tehranê, bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin û heşt salên dawî li vê girtîgehê derbas kiriye.
Mehdî Esxerzade di Payîza sala 2023an de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ve bi serokatiya dadwer Şahrox Muradî, bi tohmeta "şoreşa çekdarî li dijî Komara Îslamî ya Îranê" û bi tohmeta "endamtî di girûpa terorîst a DAIŞê de" bi sê sal girtîgehê hatibû sizadan û ev sizaye di 16ê Kanûna 2023an de ji navbirî re hatibû ragihandin.
Hêjayî gotinê ye ku, di dadnameya vî girtiyê Kurd de ku kopiyeke vê ketiye destê Hengawê, hatiye îşarekirin ku piştî darvekirinê termê navbirî radestî malbata wî nayê kirin.
Ev girtiyê olî yê Kurd di heyama girtina xwe de rastî îşkenceyên herî dijwar hatiye û neçar maye ku li dijî xwe îtîrafên bi zorê bike.