Tirkiye; Mehiyar Ehmedî girtiyê siyasî yê berê yê Kurd li Tirkiyê bi girtîgehê hate sizadan

Mehiyar Ehmedî, çalakvanê jîngehparêzî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê bajarê Sinê ji aliyê Dezgeha

25 December 2023 14:54


Hengaw; Duşemî 25ê Kanûna 2023an

Mehiyar Ehmedî, çalakvanê jîngehparêzî û girtiyê siyasî yê berê yê Kurd û xelkê bajarê Sinê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya hikûmeta Tirkiyê ve bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hate sizadan. Navbirî berî niha di dema ku dixwest biçe bo Ewropayê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatibû girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehiyar Ehmedî, girtiyê siyasî yê berê yê Kurd ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Tirkiyê ve bi tohmeta "endametî  li yek ji partiyên Kurdistanî" bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hate sizadan.

Mehiyar Ehmedî ku niha di girtîgeha bajarê "Wan"ê de ye, roja 12ê Îlona 2023an, di dema ku dixwest ji bo mebesta wergirtina penaberiyê xwe bigihîne Ewropayê, li bajarê Hekariyê, ku di navbera sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye, ji aliyê Hêzên Sînorî yên Tirkiyê ve hatibû girtin û piştî çend hefteyan bo girtîgeha Wanê hatibû veguhestin.

Ev girtiyê siyasî yê berê sala borî warê xwe bi cih hêşt û ji bo heyama salekê li Herêma Kurdistanê ma.

Mehiyar Ehmdî, roja 6ê Şibata 2018an, ji aliyê hêzên ewlehî li Sinê hatibû girtin û piştî 2 mehan bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên Dadgehê ji girtîgeha navendî ya vî bajarê hatibû berdan. Navbirî di dawiyê de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta "propagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê" bi 3 meh girtîgehê (girtîgha teizîrî) û 3 sal girtîgeha ragirtî hatibû sizadan û ew heyama girtîgeha ku bi ser de hatî sepandin di sala 2019an de derbas kir.


Di vî warî de zêde bixwînin