Di meha Şibata 2024an de 111 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê

02 March 2024 16:42

 

Hengaw; Şemî 2ê Adara 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2024an de, herî kêm 111 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 52 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 52 welatiyên Kurd, 16 hevwelatiyên Tirk, 14 hevwelatiyên Belûç û herwisa 9 jin û 8 zarok di heyama meha borî (Şibata 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Zêdetirî 46 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Şibatê de aliyê kêm 52 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 46 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha borî de aliyê kêm 16 welatiyên Tirk beranberî 14.5 ji sedî ji gelempera haletan û herwisa 14 hevwelatiyên Belûç beranberî 13 ji sedî ji gelempera haletan hatine girtin. Herwisa 3 hevwelatiyên Lor, 2 hevwelatiyên Gîlek û hevwelatiyek Ereb digel du kes ji xelkê Paksitanê di meha borî de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Şibatê de wekî mehên borî ji aliyê saziyên hikûmetê ve berdewam bûye û di meha derbasbûyî de aliyê kêm 9 çalakvanên olî ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Li gorî vê raporê, 3 kes ji çalakvanên olî ku hatine girtin ji bawermendên ola Behayî bûne ku her sê kes ji wan jin bûne. Herwisa di heyama maha borî de aliyê kêm sê çalakvanê Sune mezheb yên Belûç û çalakvanek Şîe mezheb li Qumê û du çalakvanên Sune mezheb yên xelkê Pakistanê li Qişmê di heyama meha borî de hatine girtin.

 

Girtina 9 jin û 8 zarok di meha Şibatê de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 9 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %8 ji gelempera girtiyan e.

Hêjayî gotinê ye ku jinên hatinî girtin xelkê bajarên Bicnûrd, Merîwan, Şîaz (2 kes), Meşhed, Tehran, Şehriyar, Zahidan û Ramserê bûne.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm 8 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin. 6 kes ji zarokên hatinî girtin Kurd û xelkê bajarên Bokan, Seqiz, Qurwe û Ciwanroyê 93 zaro) bûne û 2 zarok jî Belûç û xelkê Zahidanê bûne.

Di meha borî de Îlham Çûbdar ya çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT) li bajarê Urmiyê hatibû girtin û ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.

 

Girtina mamoste û xwendekar û çalakvanên medyayî

 

Di heyama meha Şibata îsal de û li gorî amarên li Hengawê hatinî tomarkirin, aliyê kêm 2 xwendekar li bajarên Zabol û Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û ti haletek ji girtina mamosteyan nehatiye tomarkirin.

 

Nasnameya van 111 kesan di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye


Di vî warî de zêde bixwînin