Girtina 51 hevwelatî di Cotmeha 2024an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve
Hengaw; Şemî 2ê Mijdara 2024an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2024an de, herî kêm 51 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan pêwendîdar e bi hevwelatiyên Belûç ku 21 halet beranberî 41 ji sedî ji tevahiya haletan e.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 6 çalakvanên jin, 5 zarok, 21 hevwelatiyên Belûç, 20 welatiyên Kurd û 7 nûbawerên Xirîstiyan di heyama meha borî (Cotmeha 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 21 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sinê 12 halet û parêzgeha Urmiye jî 7 haletên binçavkirina welatiyan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 21 halet
Parêzgeha Sine: 12 halet
Parêzgeha Urmiye: 7 halet (7 welatiyên Kurd)
Parêzgeha Tehran: 4 halet
Parêzgeha Mazenderan: 3
Parêzgeha Elborz: 1 halet (welatiyek Kurd)
Parêzgehên Loristan, Gîlan û Fars: Her yek 1 halet
Herî kêm 80 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 21 hevwelatiyên Belûç û 20 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 80 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.
Herwisa di meha borî de herî kêm 4 hevwelatiyên Gîlek beranberî 8 ji sedî ji tevahiya haletan ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Cotmehê de pêka mehên borî berdewam bûye û di meha derbasbûyî de çalakvaneke Behayî û 3 nûbawerên Xirîstiyan hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî:
1- Bêhrad Azargan ji Tehranê
Çalakvanên Xirîstiyan:
1- Elî Malamîrî ji Nûşehrê
2- Cehangîr Elîxanî ji Nûşehrê
3- Xulam Îshaqî ji Nûşehrê
Girtina 6 çalakvanên jin û 5 zarok di Cotmeha 2024an de
Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 6 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %12 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye ku nasnameya wan wiha ye:
Zehra Sacidîniya û Melîhe Ebdulqadirî ji Bokanê, Mehrê Gûneyî û Nîre Bêhbûd ji Tehranê, Kewser Dêhbanzadê ji Şîrazê û Nesrîn Şakeremî ji Xuremavayê ji van şeş jinan in ku di meha Cotmehê de hatine binçavkirin.
Herwiha aliyê kêm 5 zarokên jêr temenê 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku tevahiya wan hevwelatiyan Belûç in û nasnameya wan wiha ye;
1- Ebdul Mu`imêr Şebexş yê 13 salî û xelkê Zahidanê
2- Mihemedresûl Şebexş yê 17 salî û xelkê Zahidanê
3- Ednan Notkzehî yê 17 salî û xelkê Raskê
4- Emîrhusên Derefşê yê 17 salî û xelkê Zahidanê
5- Bênyamîn Îcbarî yê 18 salî û xelkê Zahidanê
Girtina aliyê kêm xwendekarek di Cotmeha 2024an de
Di heyama Cotmeha îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm xwendekarek di meha Cotmeha 2024an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin.
Mamosteyên hatinî girtin: Ti haletek nehatiye tomarkirin
Xwendekarên hatinî binçavkirin: 1- Motehêrê Gûneyî
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Cotmehê de
Di heyama meha borî de ti haletek ji binçavkirina çalakvanên medyayî nehatiye tomarkirin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di Cotmeha 2024an de, aliyê kêm du lêkolerên bi navên Mihemed Ehmedî ji Tehranê û Ejder Pîrî ji Urmiyê û rûniştiyê Kerecê û herwisa nivîskarek Belûç ê bi navê Kerîm Bexş Kurdî Kemendanî ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.
Nasnameya tevahiya van 51 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.