Girtina 115 hevwelatî di Mijdara 2024an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve
Hengaw; Duşemî 2ê Kanûna 2024an
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Mijdara 2024an de, herî kêm 115 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina welatiyan pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 45 kes beranberî 39 ji sedî ji tevahiya haletan e.
Li gorî vê raporê, aliyê kêm 16 çalakvanên jin, 3 zarok, 45 welatiyên Kurd, 26 hevwelatiyên Belûç, 10 hevwelatiyên Tirk, 4 çalakvanên Behayî û 2 nûbawerên Xirîstiyan di heyama meha borî (Mijdara 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye tomarkirin.
Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan
Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 26 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine 23 halet û parêzgeha Urmiye jî 18 haletên binçavkirina welatiyan hatiye tomarkirin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 26 halet
Parêzgeha Sine: 23 halet
Parêzgeha Urmiye: 18 halet (18 welatiyên Kurd)
Parêzgeha Tehran: 16 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 9 halet (8 hevwelatiyên Fars û welatiyek Kurd)
Parêzgehên Fars û Tewrêz: 4 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 3 halet
Parêzgeha Gîlan: 3 halet (hevwelatiyek Gîlek, hevwelatiyek Talişî û hevwelatiyek Tirk)
Parêzgeha Xûzistan: 3 halet (3 hevwelatiyên Ereb)
Parêzgeha Erdebîl: 2 halet
Parêzgeha Elborz: 1 halet (hevwelatiyek Tirk)
Parêzgehên Bûşehr û Mazenderan: Her yek 1 halet
Herî kêm 62 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Mijdara 2024an de, aliyê kêm 45 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 39 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.
Herwisa di meha borî de herî kêm 26 hevwelatiyên Belûç (beranberî 23 ji sedî), 10 hevwelatiyên Tirk û 4 hevwelatiyên Ereb hatine girtin.
Girtina kêmîneyên mezhebî û olî
Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Mijdara 2024an de pêka mehên borî berdewam bûye û di meha derbasbûyî de aliyê kêm 6 kes ji peyrewên hereketa “Yemanî”, 4 çalakvanên Behayî û 3 çalakvanên Sune mezheb, 2 nûbawerên Xirîstiyan û çalakvanek Yarsan hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.
Çalakvanên Behayî;
1- Wehîd Meisûmî ji Şîrazê
2- Wehîd Tabit ji Şîrazê
3- Îlhama Heqîqetcû ji Şîrazê
4- Rozîta Îslamî ji Şîrazê
Hereketa Yemanî;
1- Hesen Newrozî ji Torbet Heyderiyê
2- Resûl Sadat ji Torbet Heyderiyê
3- Îsmayîl Îsmayîlzade ji Torbet Heyderiyê
4- Husên Hindabadî ji Torbet Heyderiyê
5- Seîd Zekirî ji Torbet Heyderiyê
6- Mocteba Îsmayîlzade ji Torbet Heyderiyê
Çalakvanên Sune mezheb;
1- Hafiz Mîrbelûçzehî ji Mîrcawê
2- Seîd Rexşanî ji Mîrcawê
3- Safiyulah Senceranî ji Nehbendanê
Nûbawerên Xirîstiyan;
1- Xezala Marzban Cûrşerî ji Reştê
2- Cewad Emînî ji Nûşehrê
Çalakvanên Yarsan;
1- Yezdan Qenberî ji Kirmaşanê
Girtina 16 jin û 3 zarok di Mijdara 2024an de
Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 16 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %14 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye ku nasnameya wan wiha ye:
Ahû Deryayî, Rewşenk Melayî Elîşah, Zehra Rizayî, Mehoş Seyîdelî Tedewî û Şîma Ezem Ferzan ji Tehranê, Jîna Muders Gurcî, Ferîba Muradiyan û Seyran Xusrewî ji Sinê, Îlham Heqîqetcû û Rozîta Îslamî ji Şîrazê, Meriyem Reşîdî ji Makûyê, Rehîme Dêhmurdê ji Teftanê, Îlham Qadirî ji Pîranşarê, Nigar Debaxî ji Tewrêzê, Seher Memîzade ji Erdebîlê û Xezal Merzban Cûrşerî ji Reştê.
Herwiha aliyê kêm 3 zarokên jêr temenê 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku ji welatiyên Kurd, hevwelatiyên Belûç û Tirk bûne û nasnameya wan wiha ye;
1- Sîna Esedî Hekîm yê 15 salî û xelkê Sewlavayê
2- Arif Qulîcanî yê 18 salî û xelkê Teftanê
3- Nigar Debaxî ya 17 salî û xelka Tewrêzê
Girtina aliyê kêm xwendekarek û 6 mamoste di Mijdara 2024an de
Di heyama meha Mijdara îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm xwendekarek û 6 mamosteyên dibistanê di meha Mijdara 2024an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin.
Mamosteyên hatinî girtin: 1- Mihemed Hebîbî 2- Mihemed Hesenpûr 3- Rizgar Rewşenî 4- Ferşad Serayî 5- Azad Xadem 6- Saro Ezîzî
Xwendekarên hatinî binçavkirin: 1- Ahû Deryayî
Binçavkirina çalakvanên medyayî di Mijdara 2024an de
Di heyama meha borî de herî kêm du rojnamevan yên bi navên Seîd Husênînijad û Jîna Muders Gurcî ji aliyê saziyên ewlehî ve li bajarên Rezwanîşehr û Sinê hatine girtin.
Binçavkirina nivîskar û hunermendan
Di Mijdara 2024an de, aliyê kêm nivîskarek yê bi navê Ferşad Serayî ji Tehranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.
Nasnameya tevahiya van 115 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.