Girtina 123 hevwelatî di Kanûna 2024an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

03 January 2025 23:08

Hengaw; Înê 3ê Çileya 2025an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Kanûna 2024an de, herî kêm 123 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina welatiyan pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 88 kes beranberî 71.5 ji sedî ji tevahiya haletan e.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 8 çalakvanên jin, 6 zarok, 88 welatiyên Kurd, 10 hevwelatiyên Belûç, 25 çalakvanên Sune mezheb û 2 çalakvanên Behayî di heyama Kanûna 2024an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Urmiyê hatiye tomarkirin.

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 58 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Kirmaşan 20 halet û parêzgeha Sine û Sîstan û Belûçistan jî her yek 10 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Urmiye: 58 halet (hemûyê haletan Kurd in)

Parêzgeha Kirmaşan: 20 halet

Parêzgeha Sine û Sîstan û Belûçistan: Her yek 10 halet

Parêzgeha Xûzistan: 7 halet (hemûyê haletan Ereb in)

Parêzgeha Tehran: 5 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 4 halet (3 hevwelatiyên Fars û hevwelatiyek Tirk)

Parêzgehên Loristan û Tewrêz: 2 halet

Parêzgehên Mazenderan, Kirman, Erdebîl û Îsfehan: Her yek 1 halet

Hevwelatiyên welatê Îtaliya: 1 halet

Herî kêm 71.5 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Kanûna 2024an de, aliyê kêm 88 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 71.5 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha Kanûna 2024an de bûye.

Herwisa di meha borî de herî kêm 10 hevwelatiyên Belûç, 7 hevwelatiyên Ereb û 4 hevwelatiyên Tirk hatine girtin.

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Kanûna 2024an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 2 kes ji çalakvanên Behayî û 25 çalakvanên Sune mezheb ji wan welatiyek xelkê Xewafê, 5 çalakvanên Ereb û 19 çalakvanên Sune mezheb ên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî;

1- Erşiya Behîn Ayîn ji Îsfehanê

2- Perîduxt Şoca`î Baxînî ji Kirmanê

Çalakvnên Sune mezheb;

1 heta 5- Riza Hezbawî, Mehdî Semîrî, Nebî Semîrat, Mehdî Semîrat û Ehmed Semîrat ji Xûzistanê

6 heta 16- Umîd Salihî, Eymen Sefayî, Komar Salihî, Hêmin Palanî, Îrfan Muradî, Xalid Kemerî, Peyam Rencber, Kawe Sohrabî, Dana Ehmedî, Pûya Delco û Yûsif Rencber ji Serpêla Zehawê

17- Îbrahîm Baxuda ji Xewafe

18- Mihemed Mihemedî ji Pawê

19 heta 25: Yasîn Remezanî, Yasîn Mehmûdî, Umîd Xakî, Silêman Xakî, Muxtar Babacanî û Keyhan Elahmuradî.

Girtina 8 jin û 6 zarok di Kanûna 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha Kanûna 2024an de herî kêm 8 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %6.5 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Sûsan Hesenzade ji Bokanê, Nesrîn Şakeremî û Şeyda Şakeremî ji Xuremavayê, Perestû Ehmedî ji Nûşehrê, Nazenîn Eliyasî ji Mehabadê, Çîçîla Sala ji Îtaliyayê, Perîduxt Şocaî ji Kirmanê û Ferzane Mihemedî Parsa ji Abadanê.

Herwiha aliyê kêm 6 zarokên jêr temenê 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku tevahiya wan ji welatiyên Kurd bûne û nasnameya wan wiha ye;

1- Umîd Salihî, 17 salî û xelkê Serpêla Zehawê

2- Ramiyar Mihemedzade, 18 salî û xelkê Serdeştê

3- Hêmin Şahmihemedî, 17 salî û xelkê Şinoyê

4- Rizgar Mewlûdî, 17 salî û xelkê Mehabadê

5- Kamiyar Êzidî, 17 salî û xelkê Mehabadê

6- Mihemed Mehmûdî, 17 salî û xelkê Ciwanroyê

Girtina aliyê kêm 2 xwendekar û 2 mamoste di Kanûna 2024an de

Di heyama meha Kanûna 2024an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm 2 xwendekar û 2  mamosteyên dibistanê di meha Kanûna 2024an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Mamosteyên hatinî girtin: 1- Hemîd Ezîzî ji Kamiyaranê 2- Umîd Hamidî ji Kamiyaranê

Xwendekarên hatinî binçavkirin: 1- Daniyal Ebaszade ji Meşhedê 2- Ebdulbasit Rîgî ji Mîrcawê

Binçavkirina çalakvanên medyayî di Kanûna 2024an de

Di heyama meha Kanûna 2024an de herî kêm du rojnamevan yên bi navên Riza Xendan ji Tehranê û Çîçîla Sala ya welatiya welatê Îtaliyayê ji aliyê saziyên ewlehî ve li bajarê Tehranê hatine girtin.

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Kanûna 2024an de, aliyê kêm sê hunermend yên bi navên Perestû Ehmedî, Îhsan Bîreqdar û Soheyl Feqiyênesîrî li bajarên Nûşehr û Tehranê hatine girtin.

Nasnameya tevahiya van 123 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin