Grevgirtina berfireh li Kurdistanê ji bo nîşanadana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî
Hengaw; Pêncşemî 23ê Çileya 2025an
Dukandar û bazariyên herî kêm 13 bajaran ji wan Kirmaşan, Pawe, Şabad, Sine, Merîwan, Seqiz, Dîwandere, Mehabad, Bokan, Kamêran, Qurwe, Bane û Îlam piştî bangawaziya partî, rêxistinên siyasî û saziyên mafê mirovî yên Kurdistanê dest bi greva berfireh kirin.
Pêka raporên ku ji çavkaniyên meydanî hatine şandin û ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine piştrastkirin, roja Çarşemî 22ê Çileya 2025an, tevî gef û zextên berpirsên Komara Îslamî ya Îranê, li gelek bajarên cuda yên Kurdistanê ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî grevgirtina giştî hate lidarxistin.
Serkutkirina berferh û kiryarên tolhildanî ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi fermana Elîriza Rizapûr ê Serdozgerê Giştî û Şoreş ê bajarê Seqizê, hewla serkutkirina dukandarên nerazî dane û hejmarek zêde ji dukan daxistine. Raporên meydanî diyarî dikin ku, bi amadebûna rasterast a Elîriza Rizapûr, van hêzane deriyê piraniya dukanan şkandine û ziyanek berçav bi cihê kasibiya welatiyan gihandine.
Di kirayareke armanckirî de ji bo naskirina dukandarên nerazî, hêzên ewlehî deriyên dukan, salonên bazirganî û pasajên giştî boyax kirine, ku ev yeka egera rûbirûbûna yasayî di pêşerojê de zêde dike. Li Sine û Dîwandere ji ber beşdarîkirin di gireva giştî de dehan dukan hatine daxistin.
Zextên berpirsan bi mebesta pêşîgirtin ji gireva giştî
Bi nêzîkbûna roja girevê, Areş Lehûnî yê parêzgarê Sine, bi armanca rêgirtin ji berfirehbûna nerizayetiyan, hejmareke zêde ji çalakvanên medenî vexwendin û bi sozên nerast derbarê hiweşandina sizayê darvekirina Pexşan Ezîzî, hewil dabû ku kasibkar û dukandaran ji beşdarîkirin di gireva giştî ya Kurdistanê de dûr bixin.
Herwiha hêzên ewlehî bi şandina peyamên gefxwarinê bo xelkê Kurdistanê hewla rêgirtin ji girevê dabûn û bi gazîkirina zêdetir ji 500 çalakvanên Kurd û huşdarîdana ewlehî bi wan re, hewl dan pêşiya vê gireva berfireh bigrin.
Amedebûna hêzên leşkerî û gefên ewlehî
Hevdem digel gireva berfireh a li bajarê Şabadê, hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê helîkopterên leşkerî li ser esmanê vî bajarî gerandin; kiryarek ku ji bo çêkirina rewşeke tirsandinê bû.
Piştevaniya berfireh ji grevgirtinan û daxwaza kiryarên praktîkî ji civaka navneteweyî re
Ev greve piştî bangewaziya hevbeş a şeş partiyên siyasî yên Kurdistanî û bi piştevaniya saziyên mafê mirovî û çalakvanên medenî û bi beşdariya berfireh a welatiyan hate lidarxistin. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî piştevanîkirin ji vê çalakiya medenî, berê daxwaz ji civaka medenî ya Îranê û saziyên navneteweyî kiribû ku ne tenê li ser vê bangê rawestin, belkî bi kiryarên praktîkî rê ji cîbicîkirina vê sizayê bigrin.
Grevgirtin di girtîgeha Evînê de ji bo piştevanîkirin ji nerizayetiyên li Kurdistanê
Her di vê derbarê de, komek ji girtiyên benda jinan a girtîgeha Êvînê, bi mebesta piştevanîkirin ji greva giştî ya xelkê Kurdistanê ya li dijî sizayê darvekirina Paxşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, rojên Sêşeme û Çarşemî dest avêtinbi grevgirtinê.
Greva berfireh a Kurdistanê ji bo nîşandana nerazîbûnê li hember sizayê darvekirina Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, tevî gef û zextên dijwar, bi piştevaniya berfireh a xelkê û girtiyê siyasî hate lidarxistin. Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê careke din ji civaka navneteweyî, saziyên mafê mirovî û saziyên navneteweyî daxwaz dike ku bilez zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin ku rê li cîbicîkirina vê sizayê bigirin. Divê civaka navneteweyî li hemberî vê zexta sîstematîk û dayîna sizayên nedadperwer bêdeng nemîne.