Rapora taybet a Hengawê li ser darvekirina bi dizî ve ya Necîb Azerm beriya birêveçûna dadgehê

11 September 2025 11:07

Hengaw; Pêncşemî 11ê Îlona 2025an

Pêka belgeyên ku vê dawiyê ketine destê Hengawê, sizayê darvekirina Necîb Azerm, girtiyê Kurd ê xelkê Urmiyê, di halekê de hatiye birêveçûn ku hîn dosyeya wî vekirî bûye û beriya birêveçûna dadgehê bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbata wî li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hatiye darvekirin. Kombûna dadgehîkirina wî berê ji bo 3ê Mijdara 2025an hatibû diyarîkirin.

Li gorî van belgeyan, birêveçûna sizayê darvekirina Necîb Azerm ê xelkê gundê Kelankanê yê ser bi navçeya Tirgewera Urmiyê, di demekê de pêk hatiye ku dosyeya wî hîn berdewam bûye û lêpirsînên dadwerî û haletên gumanbar ên dosyeyê hîn neqediyabûn. Ev kiryare nîşanderê birêveçûna sizayê darvekirinê beriya bi dawîhatina qonaxên yasayî û binpêkirina mafê dadwerî yê girtî ye.

Pêka zanyariyên ku di sîstema dadwerî ya “Sena”yê de hatine tomarkirin, derbarê dosyeya vî girtiyê de, fermanek dadwerî ji bo bicîhanîna yasaya çavdêriyê di 12ê Tîrmeha 2025an de hatiye derçûn. Bi vê halê, di heman rêkeftê de, "lêkolînek serast a dosyeyê, bi berçavgirtina neqediyana haletên gumanbar," bo rêkefta 3ê Mijdara 2025an hatiye destnîşankirin. Tevî vê yekê, sizayê darvekirina Necîb Azerm beriya birêveçûna dadgehê bi dizî ve hatiye birêveçûn.

Sizayê darvekirina Necîb Azerm digel çar girtiyên Kurd sibêdeha Yekşemî 7ê Îlona 2025an, bi dizî ve û bi bê hebûna mafê hevdîtina dawî bi malbatên xwe re li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate birêveçûn.

Necîb Azerm berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin.

Ev kiryare bi awayekî eşkere binpêkirineke mezin a mafê dadwerî û prensîbên dadgehîkirina dadperwerane tê hesibandin. Cihbicîkirina sizayê darvekirinê beriya birêveçûna dadgehê û bêyî ku tevahiya pêvajoya dadwerî derbas bibe, mînakek e ji bo bêparkirina mafê parastinê yê tohmetbar û binpêkirina mafên wî yên bingehîn e.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin