Zêdebûna serkutkirina kolberan li Kurdistanê; Kuştina herî kêm sê kolberên Kurd piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de

18 July 2025 23:02

Hengaw; Înê 18ê Tîrmeha 2025an

Di berdewamiya serkutkirina sîstematîk a li Kurdistanê, hevdem digel agirbesta di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, zext û tundûtîjiyên li dijî kolberan zêde bûne û di heyam kêmtirî mehekê de herî kêm sê kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên ewlehî canê xwe ji dest dane. Eva di halekê de ye ku hejmarek ji berpirsên fermî yên Îranê, bi tohmetên rasterast ên "sîxurîkirin bo Îsraîlê" û "qaçaxçîtiya alavên leşkerî" bi eşkere gef li kolberên Kurd xwarine.

Pêka belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama kêmtirî mehekê de û piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm sê kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dane ku nasnameya wan wiha ye:
Seywan Ebdulahzade, kolberê temen 20 salî û xelkê gundê "Hewttaş" ê ser bi bajarê Bane li rêkefta 28ê Hezîrana 2025an hate kuştin.

Xalîd Mihemedî yê temen 23 salî û xelkê gundê “Encêne” yê ser bi bajarê Bane rêkefta 8ê Tîrmeha 2025an hate kuştin.

Peyam Ehmedî yê xelkê gundê "Berqurû" yê ser bi bajarokê Sewlavayê rêkefta 15ê Tîrmeha 2025an hate kuştin.

Herwisa roja 4ê Tîrmeha 2025an, Rizgar Mihemedî, kolberê 42 salî û xelkê bajarê Bokanê, li ser sînorê “Hengejale” yê ser bi Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî bi tundî hatibû birîndarkirin û ji ber ku gurcikên wî ziyan dîtibûn rastî niştergeriyê hatibû.

Ev kuştinane di halekê de têne qewimîn ku berpirsên Komara Îslamî bi eşkereyî gef li kolberan xwarine û ew bi "sîxurîkirin ji bo Îsraîlê û veguhastina alavên leşkerî" tawanbar kirine. Ev kiryarane berdewamiya siyaseta serkutkirina sîstematîk a xelkê Kurdistanê nîşan didin, ku di çarçêveya girtin, darvekirin û tundûtîjiya rasterast li dijî kolberan, xwe nîşan didin.
Her di vê derbarê de, sibêdeha Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an, tenê rojek piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, sê girtiyên siyasî yên Kurd bi navên Îdrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê Serdeştê, û Resûl Ehmed Resûl yê xelkê bajarê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ku bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîlê û veguhastina alavên pêwendîdar bi terora Muhsên Fexrîzade” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatine darvekirin.

Nûçegihaniyên hikûmetî ji wan Nûçegihaniya Mîzan bi weşana vê nûçeyê ragihandibû ku, ev darvekirinane li berdewamiya kiryarên tund ên Dezgeha Dadwerî li hember reftara sîxurên Sehyûnîstiyê hatiye encamdan.

Li berdewamiya keşa ewlehî û îdiakirina bêyî pêşkêşkirina belgeyan, di 1ê Tîrmeha 2025an de, Husênelî Hacî Delîganî, Cihgirê Serokê Komîsyona Madeya 90an a Meclîsê, di hevpeyvînekê de bi Ajansa Nûçegihaniya hikûmetî ya “Tesnîm”ê re, kolberî wekî "boşayiya ewlehî" bi nav kir û daxwaza destêwerdana bilez a hikûmetê ji bo lêkolîna tiştê ku wî wekî "veguhestina alavên sîxurî û leşkerî ji sînorên nefermî yên rojavayî" daye zanîn, kiriye.

Li gorî amarên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di şeş mehên destpêkî yên sala 2025an de, herî kêm 10 kolber bi teqeya rasterast a hêzên sînorî û Sapaha Pasdaran hatine kuştin û 12 kolberên dinê jî birîndar bûne. Ev hejmare nîşanderê zêdebûn û berdewamiya tundûtîjiya li dijî kolberan e.

Hêjayî gotinê ye ku, kontrolkirina sînorên Kurdistanê hatiye tundkirin û hatinûçûna kolberan bi fermî hatiye qedexekirin. Ev qedexeye, bijîva hezaran kolber û malbatên wan xistiye bin metirsiyê û rewşa jiyana wan dijwartir kiriye.

Serkutkirina kolberan beşek ji siyasetên sîstematîk ên Komara Îslamî li Kurdistanê ye ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de zêdetir bûye. Tohmetbarkirina kolberan wekî sîxurî û qaçaxçîtî, bûye hêncetek bo tundûtîjiya berfireh, girtin û darvekirinên berfireh, û rewşa bijîva jiyan û ewlehiya xelkê Kurdistanê bi tundî xistiye bin bandora xwe.

Saziya Mafê Mirovê ya Hengawê, tevî şermezarkirina serkut û kuştina sîstematîk a kolber û girtiyên siyasî li Kurdistanê, daxwazê ji civaka navneteweyî û saziyên mafê mirovî dike ku li hember van binpêkirinên mafê mirovî yên berbelav bertekê nîşan bidin û zextan bo rawestandina van siyasetên serkutkarane zêde bikin.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin