Rapora giştî ya Hengawê ji derçûna 12 sizayê darvekirin û 219 sal û 8 meh girtîgeh bo 13 kes ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li Bokanê

Hengaw; Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an
Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê 13 kes ji girtiyên tevgera “Jin Jiyan Azadî” li Kurdistanê yên bi navên Rizgar Babamîrî, Pêjman Sultanî, Soran Qasimî, Kawe Salihî û Teyfûr Babamîrî, Ciwanmêrd Mam Xusrewî, Ehmed Mamezade, Salar Daxdar, Siyamek Eynî, Hêmin Kirmanc, Celîl Mewlûdî, Husên Husênzade û Soran Ezîzzade bi tohmetên wekî “miharibe û bexî, hevkarîkirin bi Îsraîl û Mosadê re û endamê partiyên Kurdistanî” li ser hev bi 12 sizayê darvekirin û 219 sal û 8 meh girtîgehê mehkûm kirine. Di vê navberê de Selahedîn Ehmedî bêtawan hatiye nasandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengewê, Teyfûr Selîmî Babamîrî yê temen 47 salî, Soran Qasimî yê temen 28 salî, Pêjman Sultanî yê temen 30 salî, Kawe Salihî yê temen 40 salî û Rizgar Babamîrî yê 42 salî her yek ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmetên wek “bexî û miharibe” bi darvekirinê û bi tohmeta “endametî li partiyên Kurdistanî” her yek bi sizayê 15 sal girtîgehê hatine sizadan û Ciwanmêrd Mam Xusrewî, Ehmed Mamezade, Salar Daxdar, Siyemek Eynî, Hêmin Kirmanc, Celîl Mewlûdî, Husên Husênzade û Soran Ezîzzade bi girtîgeha demdirêj hatine sizadan.
Hêjayî behskirinê ye ku, her yek Soran Qasimî, Kawe Salihî û Pêjman Sultanî bi sê car sizayê darvekirinê, Rizgar Babamîrî bi du car sizayê darvekirinê û Teyfûr Selîmî Babmîrî ku niha bi barimteya pênc milyard Tumenî hatiye berdan bi carek sizayê darvekirinê hatine mehkûmkirin.
Di vê navberê de Pêjman Sultanî berê di dosyeyek dinê de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Tawanan a taybet bi ciwanan ve li Urmiyê sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin.
Pêka vê sizayê, Hêmin Kirmnac, Celîl Mewlûdî û Husên Husênzade her yek bi tohmetên wek “endamê girûpa Baxî li jêr navê Encumena Şoreşgerên Kurdistanê, Şamaran, Komele û PJAK” bi 12 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan.
Ehmed Mamezade û Salar Daxdar bi tohmetên “endamê girûpa Baxî li jêr navê Encumena Şoreşgerên Kurdistanê, Şamaran, Komele û PJAK” bi 12 sal û 8 meh girtîgeh û bi tohemta “hevkarîkirina welatê dijber bi navê Îsraîl û cîbicîkirina bernamên Mosadê” bi 4 sal girtîgehê, û li ser hev bi 22 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan.
Herwisa Ciwanmêr Mam Xusrewî bi tohmeta “hevkarîkirina welatê dijber bi navê Îsraîl û cîbicîkirina bernamên Mosadê” bi 10 sal girtîgeh û bi tohmetên “endamê girûpa Baxî li jêr navê Encumena Şoreşgerên Kurdistanê, Şamaran, Komele û PJAK”ê bi 15 sal girtîgehê û bi tohmeta “beşdarîkirin li qaçaxkirina 120 lib setelaytên Starlink”ê bi 5 sal girtîgehê û herwisa bi tohmeta “kombûn û lihevhatin bi mebesta têkdana asayişa netewî ya welat ji rêya naskirina tak bo terorkirinê û tirsandina tak” bi 5 sal girtîgehê, û li ser hev bi 35 sal girtîgehê hatiye sizadan.
Siyamek Eynî jî, bi tohmetên “endamê girûpa Baxî li jêr navê Encumena Şoreşgerên Kurdistanê, Şamaran, Komele û PJAK”ê bi 12 sal û 8 meh girtîgehê û bi tohmeta “hevkarîkirina welatê dijber bi navê Îsraîlê û cîbicîkirina bernamên Mosadê” bi 6 sal girtîgehê, û li ser hev bi 18 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
Soran Ezîzzade bi tohmeta “kombûn û lihevhatin bi mebesta têkdana asayişa netewî” bi 4 sal girtîgehê û bi tohmeta “havirdekirina çek û cebilxanên şer bo nav welat û qaçaxkirina demnçeyek hatî bikaranîn di terora Mihemedelî Mihemedî de” bi 3 sal û 8 meh girtîgehê, û li ser hev bi 7 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
Selahedîn Ehmedî jî, ji hin tohmetan bêtawanv hatiye nasîn, lê dosyeya wî ji ber “lêkolînkirin û serastkirina ew nasnavê tawankarî ku di tohmetên wî de hatiye” herwisa vekirî maye.
Ev kesane çend meh piştî tevgera Jin Jiyan Azadî û her di vê derheqê de ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin û bo heyama çend mehan bi awayê zorê hatibûne bêserûşûnkirin û bi tundî rastî îşkence û neçar bi îtirafa bi zorê li dijî xwe hatibûn.