Tundbûna givaşan li ser çalakvanên çandî yên Kurdên Xurasanê; Gazîkirin û girtina berfireh a çalakvanên Kurd

24 July 2025 12:18

Hengaw; Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an

Di heyama rojên borî de, pêlek nû ji zext û serkutkirin ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li parêzgeha Xurasana Bakur bi taybetî li bajarên Bucnûrd û Şîrwanê li dijî çalakvanên warê ziman û çanda Kurdî hatiye destpêkirin. Di vê heyamê de, herî kêm şeş çalakvanên çandî yên Kurd ji wan keçek 14 salî, ku di pêşvebirina ziman û çanda Kurdî de çalak bûne, hatine girtin û çend kesên dinê jî hatine gazîkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê heyamê de li parêzgeha Xurasana Bakur, herî kêm 6 kes ji çalakvanên çandî yên warê zimanê Kurdî ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:

1- Eizem Nasirî- çalakvanê çandî yê xelkê Şîrwanê

2- Hesen Seyfî- çalakvanê çandî yê xelkê Şîrwanê

3- Muteza Pîrzade- çalakvanê çandî yê warê cilûberg û çanda Kurdî yê xelkê Şîrwanê

4- Mistefa Rehnema- werzişvan û çalakvanê çandî yê temen 47 salî û xelkê Şîrwanê

5- Kejal Salihî- nûciwana 14 salî ya xelka gunê Nawe yê ser bi bajarê Bucnûrdê

6- Araz Salihî- bavê Kejal Salihî û çalakvanê çandî yê xelkê Bucnûrdê

Hemû ew kesên hatine girtin çalakvanên çandî ne ku di warê parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî de çalakî dikin, û hemû bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û di çend haletan de bi tundûtîjî hatine girtin.

Herwiha Hengaw hatiye agehdarkirin ku, di hefteya borî de bi dehan çalakvanên çandî yên Kurd li bajarên Meşhed, Bucnûrd, Qoçan, Şîrwan, Esferayen û Deregezê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine gazîkirin, lêpirsîn û gef li wan hatiye xwarin.

Girtina dersxwaneke temen 14 salî û nerazîbûna xelkê

Herwisa di vê derheqê de Kejal Salihî ya temen 14 salî û xelka gundê “Nawe” yê ser bi bajarê Bucûrda Xurasana Bakur ku piştî dîklemexwendin bi zimanê Kurdiya Kurmancî û methkirina Kurdistanê di çend rêûresmên kultûrî de û Araz Salihî yê bavê navbirî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatibûne girtin.

Ev kiryare berteka berfireh a xelkê gundê Nawe li pey xwe anî û li encama nîşandana nerazîbûn û kombûna xelkê û pevçûna wan bi hêzên navenda ewlehî re, Kejal Salihî piştî sê rojan girtin bi awayekî demkî hate berdan. Tevî vê yekê jî Araz Salihî heta niha binçavkirî ye û ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêşîneya givaş li ser çalakvanên çandî yên Kurdên Xurasanê

Çalakvanên çandî yên Kurd li Xurasana Bakur di heyama salên borî de gelek caran rastî gef, gazîkirin û girtinê hatine. Hewlên wan çalakvanane ji bo hînkirina zimanê dayîkî, lidarxistina çalakiyên çandî û sûdwergirtin ji cilên Kurdî rastî bertekên tund ên navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine.

Hengawê berê ragihandibû ku, saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, bi mebesta zextxistin li ser hunermend û çalakvanên çandî yên Kurdên Xurasanê, qedexekirina bikaranîna cilên Kurdî di rêûresmên giştî de, hejmarek ji wan çalakvanane wekî Elî Kerîmî, Hesen Taqîzade, Elî Dilferaz, Husên Fîrûze û Celal Beratzadeyan, ji ber hevkariya wan li çêkirina vîdyokilîpa "Walat" bi zimanê Kurdî, hatibûne gazîkirin û girtin û gef jî li wan hatibû xwarine

Herwisa stodiyoya “Teqîzaede” li bajarê Esferaynê hatibû daxistin û çend hunermend ên bi navên Kelîmulah Tehehodî, Elîriza Spahî Layîn’ Roya Îsmayîliyan û Esmer Hemîdî ji aliyê navendên ewlehî ve rastî gefxwarinê hatibûn.

Rewşa mafê mirov li Xurasana Bakur

Parêzgeha Xurasana Bakur ku hejmareke zêde Kurd tê de dijîn, bi berdewamî bi binpêkirinên berfireh ên mafê çandî û zimanî yên xelkê Kurd re hatiye rûbirûbûn. Siyasetên çewsandinê li vê navçeyê, bi giranî qada çalakiyên sivîl, çandî û perwerdeyî serkut kiriye.

Çalakvanên çandî û civakî yên li vê navçeyê, bi taybetî kesanek ku li warê pêşvebirina zimanê Kurdî, lidarxistina çalakiyên çandî û hînkirina zimanê Kurdî dixebitin, bi berdewamî rastî gef, girtin û zextan hatine. Ev rewşe bûye sedema vê ku qadeke pir astengî û nîgeranî ji bo çalakvanên sivîl û çandî bê çêkirin.

Binpêkirina mafên çandî û zimanî yên navneteweyî

Li gorî peymanên navneteweyî yên mafê mirovî ji wan daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovî û konvansiyona mafê zarokan, perwerdehiya bi zimanê dayîkî û parastina nasnameya çandî ji wan mafê bingehîn ê takekesan û civakan e. Zextên ewlehî û girtina çalakvanên çandî li Xurasana Bakur, binpêkirinên eşkere yên van mafên bingehîn tê hesibandin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina van girtin û zextên ewlehî li dijî çalakvanên çandî yên Kurd, van kiryarane wekî binpêkirinên cidî yên mafê mirovî û azadiyên çandî û zimanî dibîne, û daxwazê ji saziyên navneteweyî û parêzvanên azadiya ramanê dike ku bi zextkirin li ser Komara Îslamî ya Îranê, li derheq parastina mafên çandî û zimanî yên kêmîneyên netetewî li Îranê bertekên bilez nîşan bidin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin