Rapora Hengawê li ser girtina 14 welatiyên Kurd di heyama 6 rojên destpêka meha Kanûnê de
Hengaw; Yekşemî 7ê Kanûna 2025an
Li berdewamiya pêla serkutkariya rêxistinkirî ya li Kurdistanê, di nava şeş rojên destpêka meha Kanûnê de, herî kêm 14 welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatin girtin. Eva di demekê de ye ku meha borî jî 51 welatiyên Kurd hatibûne girtin ku ji %45 ji gelempera binçavkiriyên tomarkirî yên Îranê pêk tîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê di nava şeş rojên borî de li bajarên Kurdistanê herî kêm 14 welatiyên Kurd binçav kirine ku çarenivîsa hin ji wan heta niha nediyar e.
Nasnameya welatiyên ku hatine girtin di berdewamiya vê raporê de wiha ye;
Roja Duşemî 1ê Kanûnê:
Ezîze Muradiyan - welatiya 50 salî û xelka gundê "Tengîser" ê ser bi bajarê Sineyê
Roja Sêşemî 2ê Kanûnê:
Şehram Necarî, 28 salî, zewicî û xelkê gundê "Dilo" yê ser bi parêzgeha Urmiyê
Roja Çarşemî 3ê Kanûnê:
Mihemed Oslûb, xelkê Pîranşarê
Kamil Oslûb, xelkê Pîranşarê
Şivane Îbrahîmî, xelkê gundê "Alkavê" yê ser bi bajarê Şinoyê
Seyîd Îsmayîl Seyîdmehmûdiyan, 45 salî û xelkê Şinoyê
Hêriş Perniya, welatiyê xelkê bajarê Şinoyê
Roja Pêncşemî 4ê Kanûnê:
Şoreş Serrûtî, 28 salî û xelkê gundê "Nelîwan" ê ser bi bajarê Şinoyê
Hesen Şadîxah, welatiyê xelkê gundê "Sîngan" ê ser bi bajarê Şinoyê
Roja Înê 5ê Kanûnê:
Silêman Îsmayîlî, 60 salî, xelkê Bokanê
Diyar Hacî Resûlpûr, welatiyê xelkê bajarê Bokanê
Diyan Resûlpûr, welatiyê xelkê bajarê Bokanê
Ehmed Zirîng, xelkê gundê "Gilolan" ê ser bi bajarê Bokanê
Roja Şemî 6ê Kanûnê:
Aram Cemşîdûn, welatiyê xelkê bajarê Mehabadê
Hemû ew welatiyane ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê û Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran ve bêyî nîşandana ti cure belgeyeke dadwerî û di hin rewşan de bi bikaranîna tundûtîjiyê hatine girtin.
Di dema van girtinan de, hêzên hikûmetî bi tevahî malên wan welatiyane vekolîn kirine û dest danîne ser hin tiştên wan ên kesî yên wekî telefon û kelûpelên elektronîkî.
Pêla girtina li rojên destpêka meha Kanûnê di demekê de pêk hatiye ku di meha borî de 51 welatiyên Kurd hatibûn girtin, ku 45 ji sedî ji tevahiya wan kesên ku di wê mehê de li Îranê hatibûn girtin pêk tîne. Ev amare nîşan dide ku kêmîneyên neteweyî û pêkhateyên din û bi taybetî Kurd, bi berdewamî armanca sereke ya zext û çewsandina navendên ewlehî yên Îranê ne.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî şermezarkirina serkuta berfireh a welatiyên Kurd, careke din tekezî li ser pêwîstiya liberçavgirtina bingehên mafê mirovî dike û daxwazê ji civaka navneteweyî dike ku di derbarê berdewamiya van kiryarane de bertekeke lezgîn ji xwe nîşan bide.