Rapora taybet a Hengawê li derheq tundbûna zextên ewlehiyê li Kurdistanê hevdem digel agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de

Hengaw; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an
Piştî destpêkirina şerê di navbera Komara Îslamî ya Îran û Îsraîlê de, li Îranê pêlek ji serkutkirin û girtinên seranserî hate destpêkirin, ku encamên wê bi taybetî li Kurdistanê berbiçav bûne; bi vî awayî bajarên Kurdistanê di girtinên berfireh, darvekirinên siyasî, kuştinên hikûmetî û milîtarîzekirina bajaran de xwedî parek girîng in. Di çend rojên borî de, zêdetirî 300 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin, ku yek ji wan di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da. Zarokek û ciwanek jî ji aliyê hêzên ewlehî yên Îranê ve hatine kuştin, û sê girtiyên siyasî yên Kurd jî hatine darvekirin.
Di vê raporê de, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi piştgirêdan bi datayên meydanî û belgeyên serast, dê behsa aliyên cuda ên van serkutkirinan li Kurdistanê, ji wan girtina bi sedan welatiyan, îşkence, kuştina bi zanebûn li girtîgehê, darvekirinên serweyê dadweriyê, dagirkirina leşkerî ya cihên giştî û milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê bike.
Pêla berfireh a girtinan li bajarên Kurdistanê
Li gorî belgeyên Hengawê, li bajarên Kurdistanê zêdetirî 300 kesî hatine girtin, ji wan hejmareke berçav ji jin û keçên ciwan hene û herwisa di nav wan de herî kêm 18 keçên di bin 18 saliyê de li Mehabadê û şeş jin li Qesrî Şîrînê hene.
Heta dema belavbûna vê raporê, nasnameya 69 girtiyan ji bo Hengawê hatiye piştrastkirin, ku navên wan, li gorî bajaran hatine dabeşkirin, wiha ne:
Parêzgeha Urmiye
Mehabad (19 halet): Sirûş Yûsifzade, Mêhran Xedîrîpûr, Pûriya Nesîrî, Keywan Mamegulî, Umîd Reş, Esed Resûlzade, Nûredîn Dûdkanlû, Şaho Mehmûdî, Soran Seferî, Xalid Bekirî, Mihemed Bekirî, Seidûn Xezalî, Xebat Kardanî, Mihemed Lutfîfer, Rehman Mamîsmaîlî, Nasir Elyasî, Hejar Esedpûr, Keywan Aştab, Rêbwer Mistefazade.
Bokan (7 halet): Îsmayîl Îsmayîlî, Bêhrûz Yezdanpenah, Enver Bayezîdî, Eyûb Xusrewzade, Kerîm Qadirpûr, Bêhrûz Şerîfî, Keywan Silêymanî.
Nexede (6 halet): Emîn Başûkî, Rehman Xelxalî, Ferhad Kerîmî, Kawe Qadirî, Saman Seyîdmehmûdiyan, Saman Kakememî.
Pîranşar (7 halet): Ariya Meşayix, Sadiq Mehmûdnijad, Ehmed Mamşerîfî, Seyîd Rehman Huseynî, Yûsif Bazirgan, Nasih Îzen, Hesen Felahiyan.
Şino (6 halet): Îdrîs Resûlî, Kamran Resûlî, Xalid Bayezîdî, Umer Mihemedî, Silêyman Qadir Gelwan, Kemal Uqabî.
Urmiye (4 halet): Efşîn Ezîzî, Kako Ezîzî, Bextiyar Ezîzî, Elîriza Xalidî.
Kotol (1halet): Emîn Seidûyî.
Parêzgeha Sine
Seqiz (3 halet): Mîlad Rehîmî, Hadî Rehîmî û Umîd Ebdîxwah.
Sine (1 halet): Celal Xudamuradî.
Dîwandere (2 halet): Fuad Muradî, Ebdul Resûlî.
Qurwe (1 halet): Mesûd Emîrî.
Parêzgeha Îlam
Dêwulan (2 halet): Kiyanûş Çiraxî, Ekrem Sebzî.
Parêzgeha Kirmaşan
Mayeşt (1 halet): Fuad Elîxanî
Kuyeşt (1 halet): Rostem Baqirî
Qesira Şîrîn (1 halet): Esker Necefî
Kuştinên hikûmetî di bin îşkence û teqeya rasterast de
Di dema serkutkirinê de, kuştina çend welatiyên Kurd ji wan zarokek 9 mehî ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a Îranê ve hatiye tomarkirin, ku nasnameya sê ji wan ji aliyê Hengaw ve hatiye piştrastkirin: Fuad Elîxanî, 41 salî û ji Mayeştê, di 23ê Hezîrana 2025an de, li girtîgeha Spahê li Kirmaşanê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.
Azad Reinayî, ji bajarokê Duşanê, di 26ê Hezîrana 2025an de, li xaleke kontrolê li Sinê bi gulleyên rasterast ên Spaha Pasdaran hate kuştin.
Sermad Sacadi, zarokekî 9 mehî ji Merîwanê, di 20ê Hezîrana 2025an de li vî bajarî bi parçeyên berevaniya esmanî ya Spahê hate kuştin.
Darvekirin û bêserûşûnkirina welatiyên Kurd
Sê girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Azad Şucaî, Îdrîs Alî (herdu jî ji Serdeştê) û Resûl Ehmed Resûl (ji Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê) roja Çarşemê 25ê Hezîrana 2025an li girtîgeha Urmiyê bi tohmeta sîxurî bo Îsraîlê hatin darvekirin.
EV darvekirinane bi bê agehdarkirina berê û bi dizî ve hatin birêveçûn, malbatên wan ji mafê dawî hevdîtina wan, wergirtina termê zarokên xwe û lidarxistina rêûresmên taziyê hatine bêparkirin.
Milîtarîzekirina Kurdistanê û çêkirina keşa leşkerî li şûnên giştî
Hengawê berê di raporên xwe yên taybet de li ser milîtarîzekirin û veguhestina alavên şer ên berfireh bo bajarên Kurdistanê rapor belav kiribûn ji wan:
Mîlîtarîzekirin û veguhestina alavên şer ên berfireh bo bajarên Kurdistanê ji wan danîna topan li çiyayê "Gezin" li Bayingana Pawe û karwanên leşkerî bo Bokanê.
Belavkirina hêzên ewlehî li avahiyên perwerdeya Serdeştê wekî dibistana kiçan a Kewserê.
Bikaranîna derdora nexweşxaneya Farabî li Kirmaşanê bo şûna avêtina mûşekan; kiryarek ku wekî bikaranîna mertalên mirovî û cinayetên şer hatiye naskirin.
Lêgerînên berfireh û bi awayê hovane ya telefonên kesî û trombêlan li Mehabadê û girtina welatiyan.
Givaşxistina ser serbazan û gefa darvekirinê ji wan
Hengawê berê ragihandibû ku, piştî kuştina zêdetirî 70 hêzên leşkerî li parêzgeha Kirmaşanê, givaş li ser serbazan bi awayekî berçav zêde bûye, û Spaha Pasdaran û Ertêşê gef li serbazan xwaribûn ku eger ew ji binkeyan derkevin an jî, ji erkê xwe birevin, dê bi sizayên wekî darvekirin an jî sizayên dadwerî yên giran re bêne rûbirûkirin.
Serkutkirina azadiya derbirînê û bi tawannaskirina naverokên kêfxweşiyê li ser torên civakî
Piştî destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê, Dozgeriya Sine kurte nameyên nivîskî ji welatiyan re şandibûn û hişdarî dabû wan ku nîşandana kêfxweşiyê li ser torên civakiyê tawan tê hesabkirin û lipeyketinên yasayî hene , û gef li welatiyan hatibû xwarin li derheq helwestên wan yên pêwendîdar bi şerê Îran û Îsraîlê.
Hengaw ev kiryarane wekî mînakek eşkere ya serkutkirina azadiya derbirîn û hewldan ji bo kontrolkirina raya giştî li Kurdistanê dizane.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî serkutkirina xelkê Kurdistanê şermezar dike û daxwazê ji saziyên navneteweyî yên mafê mirovî dike ku bi hewlên xwe yên lez û lêkolînên xwe yên serbixwe desthilatdarên Komara Îslamî ya Îranê li derheq binpêkirinên mafê mirovî li Kurdistanê bersivder bikin.