Girtina 213 hevwelatî di meha Çileya 2025an de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve

02 February 2025 21:55

Hengaw; Yekşemî 2ê Şibata 2025an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2025an de, herî kêm 213 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya hemûyê wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ev amare pêka meha Çileya sala borî 60 halet, derdorê 40 ji sedî zêde kiriye. Di meha Çileya 2024an de herî kêm 152 hevwelatî hatibûne girtin.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 20 çalakvanên jin, 3 zarok, 108 welatiyên Kurd, 48 hevwelatiyên Ereb, 32 hevwelatiyên Belûç, 26 çalakvanên Sune mezheb û 11 çalakvanên Behayî di heyama meha Çileya 2025an de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkiriyan li parêzgeha Xûzistanê bi 50 haletan hatiye tomarkirin.

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Xûzistanê bi 50 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Urmiye 46 halet û parêzgeha Sine jî 32 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Xûzistan: 50 halet (pêkhatiye ji 48 Ereb û 2 Lor)

Parêzgeha Urmiye: 46 halet (tevahiya haletan welatiyên Kurd bûne)

Parêzgeha Sine: 42 halet

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 25 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 17 halet

Parêzgeha Îsfehan: 12 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 10 halet (pêkhatiye ji 6 hevwelatiyên Belûç, 3 hevwelatiyên Fars û welatiyek Kurd)

Parêzgeha Tehran: 4 halet (pêkhatiye ji 3 hevwelatiyên Fars û hevwelatiyek Tirk)

Parêzgeha Îlam: 2 halet

Parêzgeha Kirman: 2 halet (pêkhatine ji hevwelatiyek Fars û hevwelatiyek Belûç)

Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed, Gîlan û Erdebîl: Her yek 1 halet

Herî kêm 89 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd, hevwelatiyên Ereb û Belûç bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm 108 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 51 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha Çileya 2025an de bûye.

Herwisa di meha borî de herî kêm 48 hevwelatiyên Ereb (%22.5), 32 hevwelatiyên Belûç (%15), 3 welatiyên Lor û 2 hevwelatiyên Tirk û hevwelatiyek Gîlek hatine girtin.

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Çileya 2025an de pêka mehên borî berdewam bûye û di vê mehê de aliyê kêm 11 kes ji çalakvanên Behayî û 2 çalakvanên Yarsan û 26 çalakvanên Sune mezheb hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî;

1 heta 11 - Roya Azadxoş, Nesrîn Xademî, Mojgan Pûrşefî`i, Azîta Rezwanîxah, Boşra Moteher, Sara Şekîb, Şurengîz Behamîn, Sanaz Raste, Meriyem Xorsendî, Ferxunde Rezwanpî, Fîrûze Rastînijad

Çalakvanên Yarsan:

1- Erselan Fetahî ji Gehware

2- Saman Seferî ji Gehware

Çalakvnên Sune mezheb;

Ji 1 heta 10ê - Yûnis Xorbay, Riza Zehîrî, Mihemed Sîlawî, Elî Xezerecî, Xelîl Xercî, Mihemed Merwanî, Riza Şemûsî, Mihemed Heyderî, Ebdulmalik Heyderî û Mihemed Bue`zar ji Ehwazê.

11- Husên Elbûebîd ji Şadiganê.

12 heta 19- Hemid Eliyasî, Yûsif Eliyasî, Umer Babayî, Komer Nadirî, Yûsif Neyrîzî, Mihemed Ezîzî, Mihemed Yûsifî û Armîn Muradî ji Serpêla Zehawê.

20- Îsmayîl Behramî ji Sayîngelayê.

21- Emîr Belûç ji Serbazê.

22 heta 26 - Atîla Ebdî, Riza Kamranî, Sitar Babayî, Zekeriya Fîrûzbext û Îdrîs Ebdulahî ji Ciwanroyê.

Girtina 20 jin û 3 zarok di çileya 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha Çileya 2025an de herî kêm 20 çalakvanên jin ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %9 ji gelempera girtiyan di vê mehê de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Îsfehan; 1- Roya Azadxoş 2- Nesrîn Xademî 3- Mojgan Pûrşefî`i 4- Azîta Rezwanîxah 5- Boşra Moteher 6- Sara Şekîb 7- Şurengîz Behamîn 8- Sanaz Raste 9- Meriyem Xorsendî 10- Ferxunde Rezwanîpî 11- Fîrûze Rastînijad.

Bokan; 12- Sirwe Şîrî 13- Befrîn Mehmûdî

Sine: 14- Ayda Emûyî

Ehwaz: 15- Ehlam Bender

Mehabad; 16- Gelawêj Mihemedî Erşed

Sebzewar; 17- Nahîd Melondî

Sewlava; 18- Perwîn Edwayî

Dêwulan; 19 Sohêla Mute`î

20; Erxewan Felahî

Herwiha aliyê kêm 3 zarokên jêr temen 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku du kes ji wan Belûç û welatiyek jî Kurd bûye û nasnameya wan wiha ye;

1- Umer Yarehmedzehî yê 18 salî û ji Xaşê

2- Parsa Rostemî, 17 salî û ji Sine

3- Emîr Belûç, 17 salî û ji Ehwazê

Girtina aliyê kêm 2 mamosteyê dibistan û 2 mamosteyê zanîngehê di Çileya 2025an de

Di heyama meha Çileya 2025an de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekaran berdewam bûye û aliyê kêm 2 mamosteyên dibistan û zanîngehê di meha Çileya 2025an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Mamosteyên hatinî girtin: 1- Esed Xefûrî ji Sine 2- Hesen Xelîlî ji Serdeştê

Xwendekarên hatinî binçavkirin: Ti haletek nehatiye tomarkirin.

Binçavkirina çalakvanên medyayî di meha Çileyê de

Di heyama meha Çileya 2025an de herî kêm sê rojnamevan yên bi navên Mîlad Behrî ji Şayigan, Mêhrdad Aladîn ji Tehranê û Nerîman Rendanî ji Seqizê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Çileya 2025an de, aliyê kêm nivîskarekî xelkê Ehwazê yê bi navê Seîd Îsmayîl û hunermendekî xelkê Îzeyê yê bi navê Pêjman Eskerpûr hatine girtin.

Nasnameya tevahiya van 213 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin