Roja cîhanî ya Zimanê Dayîkî; Girtina 6 mamosteyên Zimanê Kurdî û derçûna siza ji bo 7 mamosteyên dinê li sala 2024an

Hengaw; Şemî 22ê Şibata 2025an
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Siziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2024an de, zextên navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser saziyên medenî û mamosteyên xwebexş ên Zimanê Kurdî li bajarên cuda yên Kurdistanê zêde bûye û bi şêweyekî ku 6 mamosteyên Zimanê Kurdî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li ser hev bi 20 sal û 8 meh girtîgeha sepiyayî (teizîrî) û salek jî girtîgeha ragirtî (teilîqî) hatine sizadan.
Mafê Zimanê Dayîkî yek ji mafên herî bingehîn ên mirovî ye, nemaze li welatekî zêde rengî yê etnîkî-zimanî. Mebest ji vî mafê çawahiya destpêregiştina kêmîneyên zimanî di rewşên civakî de ye ku tenê yek ziman nîne û ev mafe tê holê heta ku kêmîneyên zimanî bi cihê sûdwergirtin ji zimanê zêdeyî ji zimanê dayîkî yê xwe bi taybet di hînkarî û perwerdê de sûd wergirin.
Zimanê Kurdî digel kêmîneyên din ên zimanî, di Îranê de berdewam ji destpêka dewlet-netewsazî û naveroka nû ya dewletê bûne qurbaniya hikûmetên yek zimanî û rastî înkarkirinê hatine. Ev siyasetên bîrteng bi hênceta cudaxwazî ji dema hatina Komara Îslamî ve zêdetir bûye û bi awayekî ku dezgehên ewlehî bi kontrolkirina tevahî li ser siyasetên sereke yên perwerdeyî, çandî û dadwerî, ti carê rê nedane ku mafê bikaranîna zimanê dayîkî hebin, heta bi wateya herî kêm ya ku di madeya 15 a destûrê de hatiye destnîşankirin û heta ew çalakvanên ku xwebexşane zimanê Kurdî hînê welatiyan dikin bi çêkirina dosyeyên ewlehî wan binçav dikin û rastî sizayên giran tînin.
Navê mamosteyên Zimanê Kurdî ku di sala 2024an de hatine girtin:
Di vê lîsteyê de, her yek ji Sûsen Hesenzade û Hacî Berze, carekê hatine girtin û careke dinê bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgehê hatine veguhestin.
1 - Sûsen Hesenzade ya xelka Bokanê, di 15ê Nîsana 2024an de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
2- Hacî Berze yê xelkê Pîranşarê, di 8ê Gulana 2024an de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
3- Semî`i Mehmûdî Eqdam yê xelkê Şinoyê di 20ê Hezîrana 2024an de ji aliyê hêzên hêzên ewlehî ve hate girtin.
4- Seywan Îbrahîmî yê xelkê Kamêranê, di 3ê Tîrmeha 2024an de, ji bo derbaskirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhestin.
5- Umîd Rostempûr yê xelkê Sine, di 11ê Îlona 2024an de ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
6- Azad Ebasî yê xelkê Dêwulanê, di 31ê Cotmeha 2024an de hate girtin û ji bo cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Qurwê hate veguhastin.
7- Sûsen Hesenzade ya xelkê Bokanê, li 26ê Mijdara 2024an ji bo derbaskirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.
8- Hacî Berze yê xelkê Pîranşarê, roja 18ê Kanûna 2024an hate girtin û ji bo derbaskirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Nexedê hate veguhastin.
Navê mamosteyên Zimanê Dayîkî ku di sala 2024an de hatine sizadan:
1- Soma Pûrmihemedî ya xelka Sineyê, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve 10 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
2- Sûsen Hesenzade ya xelka Bokanê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Bokanê ve 3 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
3- Azad Ebasî yê xelkê Dêwulanê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Dêwulanê ve 3 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
4- Hacî Berze yê xelkê Pîranşarê, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a Pîranşarê ve 5 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
5- Îdrîs Mînberî yê xelkê Sine, ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Sinê ve 1 sal sizayê girtîgeha sepiyayî (teizîrî) û salek jî girtîgeha ragirtî (teilîqî) bi ser de hate sepandin.
6- Sirwe Pûrmihemedî ya xelka Sine, ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ya parêzgeha Sinê ve 5 sal girtîgeha sepiyayî bi ser de hate sepandin.
7- Mojgan Kavûsî ya xelka Kelardeştê, ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Sarî ve 1 sal sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.