Rapotra taybet a Hengawê bi nêzîkbûna destpêkirina sala nû ya xwendinê ji binçavkirina 38 xwendekaran di heyama 9 mehan de

23 September 2025 09:51

Hengaw; Duşemî 22ê Îlona 2025an

Hevdem digel destpêkirina sala nû ya xwendinê li Îranê, Saziya mafê mirovî ya Hengawê raporek berfireh li ser girtina xwendekar û zarokên di bin temen 18 salî de ji destpêka sala 2025an ve amade kiriye. Piraniya van girtinan xwendekarên Kurd û Belûç in; zarokên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk ji mafê perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bêpar mane û niha bi girtinên berfireh ên ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, rêya jiyana wan her ji destpêka salên zaroktî û nûciwaniyê bi ziyan û encamên bêveger re rû bi rû maye.

Li gorî amrêm ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di 9 mehên borî de (ji destpêka sala 2025an ve), herî kêm 38 xwendekarên di bin 18 salî de ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin. Ji van, 20 xwendekarên Kurd, 13 xwendekarên Belûç, 4 xwendekarên Lor û yek jî xwendekarê Ereb e. Herwiha di nav kesên hatine girtin de sê xwendekarên keç jî hene.
Nêzîkî %52ê xwendekarên girtî (20 helet) welatiyên Kurd bûne. Herwiha, 13 zarok û nûciwanên di bin 18 salî de hevwelatiyên Belûç (%34.5), 4 xwendekarên Lor (%10.5) û yek jî xwendekarê Ereb (%2.5) hatine binçavkirin.

Cudakirina xwendekarên girtî li gorî parêzgehan

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê:

1- Emîr Belûç – 17 salî – Serbaz
2- Xalid Kaşanî – 17 salî – Zahidan
3- Adil Seferzayî – 16 salî – Zahidan
4- Îhsan Nasirî Motleq – 15 salî – Zahidan
5- Şehbxş – 16 salî – Zahidan
6- Salih Behramzehî – 14 salî – Rasik
7- Yûsif Rêsane – 16 salî – Rasik
8- Manî Dêhanî – 16 salî – Sîb û Soran
9- Nîma Çakêrî – 17 salî – Serawan
10- Bêhzad Sorîzêhî – 17 salî – Xaş
11- Seîd Kurdî Temendanî – 15 salî – Xaş
12- Ebdulah Ezîzî – 17 salî – Qasrî Qend

Parêzgeha Sine:

1- Ewraz Zemanî – 17 salî – Kamêran
2- Peyam Husênî – 17 salî – Kamêran
3- Behrûz Reşîdî – 17 salî – Kamêran
4- Kawan Sebûrî – 17 salî – Kamêran
5- Îhsan Sebûrî – 17 salî – Kamêran
6- Soran Muzeferî – 17 salî – Kamêran
7- Parsa Rustemî – 17 salî – Sine
8- Keyhan Tedbîrî – 17 salî – Merîwan
9- Mihemed Qadirî – 17 salî – Merîwan

Parêzgeha Urmiyê:
1- Îhsan Hemzehzade – 17 salî – Bokan
2- Mîlad Nasirî – 17 salî – Bokan
3- Şakir Mihemedzade – 10 salî – Serdeşt
4- Biryar Mihemediyanî – 14 salî – Serdeşt
5- Evîn Ehmedî – 16 salî – Urmiye
6- Sariya Ehmedî – 17 salî – Urmiye
7- Alan Tabnak – 16 salî – Şino
8- Diyar Gergol – 16 salî – Şino
9- Zaniar Şadîxah – 17 salî – Şino

Parêzgeha Kohgîlûye û Boyêrehmed:
1- Emîr Husên Ceiferî – 17 salî – Dêhdeşt
2- Kamran Bûzerî – 16 salî – Dêhdeşt
3- Ebolfezil Qasimzade – 16 salî – Dêhdeşt

Parêzgeha Xûzistanê:
1- Mihemed Esçerawî – 16 salî – Abadan
2- Parsa Qasimî – 17 salî – Bêhbehan

Parêzgeha Xurasana Bakur:
1- Kejal Salihî – 14 salî – Bicnûrd

Parêzgeha Kirmanşnê:
1- Wirya Amirî – 16 salî – Serpêla Zehawê

Parêzgeha Kirmanê:
1- Şehram Bamêrî – 17 salî – Cazmûriyan

Ev amar nîşan didin ku siyaseta serkutkirina sîstematîk a li dijî kêmîneyên netewî-etnîkî li Îranê ne tenê di warên civakî û siyasî de, lê di warê perwerdehiyê de jî hatiye bicîhanîn û pêşeroja perwerdeya bi dehan nûciwanan rasterast ketiye bin gefê de.
Nêzîkî sêyeka van xwendekarên girtî, ku hemî di bin temenê 18 salî de ne, di van rojên dawî de û hevdem digel sêyemîn salvegera Tevgera Jin Jiyan Azadî û destpêkirina sala nû ya xwendinê re hatine binçavkirin. Tevî lipeyketinên berdewam ên malbatên wan ji bo agehdarbûn ji rewşa wan, saziyên ewlehî û dadwerî heta niha di vî warî de ti zanyariyek zelal nedane.

Rêgirîkirin ji destpêregihîştina mafê perwerdehiyê; beşek ji siyaseta serkutkirinê ye

girtina xwendekaran beşek ji siyaseteke rêxistinkirî ye ku bi qestî ku destpêregihîştina zarok û nûciwanan bo perwerdê sînordar dike û gelek ji wan neçar mane ku dev ji dibistanê berdin an jî bikevin nav karkirinê. Vê siyaseta birêxistinkirî gef li ser pêşeroja akademîk û civakî ya xwendekaran heye û girtina berfireh a kêmîneyên netewî û etnîkî hevdem digel destpêka sala xwendinê de, tevî ku ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar in, derfetên berdewamiya xweindinê jî zor sînordar kiriye.

Zêdebûna zext û givaşan li ser xwendekar û mamosteyan piştî tevgera "Jin, Jiyan, Azadî"

Ji destpêka tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ve, xwendekar ji ber piştevanîkirina praktîk û pêşkêşkirina daxwazên xwe li dibistan û şeqaman berdewam di bin zext û givaşan de bûne û bi gazîkirin û binçavkirinê re rû bi rû mane. Hevdem, zexta li ser mamoste û sendîkayên wan jî zêde bûye; serkutkirinek ku ji ber piştevanîkirin ji mafê nerizayetiya xwendekaran, daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û hewldanên ji bo baştirkirina perwerdehiyê tê sepandin.

Zextên ewlehî li ser xwendekar û mamosteyan, nîşanderê siyasetên rêxistinkirî ye ku armanca wan pêşî li her cure mafê nerizayetiyê li ser çawayiya perwerdehiyê bigirin û serkutkirina her cure çalakiyek sendîkayan di warê perwerdehiyê de ye.

Daxwaza navneteweyî ji bo kiryarên lezgîn

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina vê pêla serkutkirina berfireh, daxwaza azadkirina bilez û bê şert û merc a hemî xwendekarên girtî dike û herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, UNICEF û Saziya Lêborîna Navneteweyî dike ku ji bo sekinandina van siyasetên serkutkirinê û mafê bingehîn ê perwerdehiyê ji bo zarokan li Îranê, kiryariên bibanor û bilez bikin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin