Pêla darvekirinan li Îranê, zêdetirî hezar haletên darvekirinê di Kêmtirî 9 Mehan de/404 haletên darvekirinê tenê piştî şerê Îsraîl-Îranê

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî Hengawê hatine tomarkirin, di heyama kêmtirî 9 mehan de û di halekê de ku tenê 100 roj bo bidawî hatine sala 2025an maye, herî kêm 1002 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin. Ji van 1002 kesan, 404 kes ji wan piştî şerê Îsraîl-Îranê di 13ê Hezîrana 2025an de hatine darvekirin.
Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, darvekirin li Îranê ji piştî vê şerê ve ji sedî 40 zêde bûne. Ev amarên cihê nîgeraniyê di heyama du dehikên dawî de bêmînak bûne û ti carî hejmara darvekirinan di vê heyamê de negihaye 1000 kesan.
Pêka amarên tomarkirî li navenda amarên Hengawê, ji tevahia 1002 girtiyên hatinî darvekirin, 29 jin û 973 mêr bûne. Herwiha Îsal zarokek wek "zarokek tawanabar" hate darvekirin. Heşt kes ji girtiyan bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê hatine darvekirin.
Ji destpêka sala 2025an ve heta, herî kêm 33 girtiyên siyasî û olî, 148 girtiyên Kurd, 130 girtiyên Lor, 114 girtiyên Belûç, 106 girtiyên Tirk û 65 hevwelatiyên Efxanistanê hatine darvekirin.
Herwiha, sizayê darvekirina 63 girtiyan bi awayekî nihênî û bi bê mafê hevdîtina dawî bi xizmên xwe re hatiye birêveçûn û tenê 53 halet ji tevahiya darvekirinan, wate %5, di medyayên ser bi hikûmetê hatine belavkirin.
Li sala 2025an, hejmara girtiyên ku li ber çavên xelkê hatine darvekirin jî zêde bûye û aliyê kêm 7 girtî li bajarên Îsferayn, Dêlfan, Miyanduav, Bokan, Damxan, Beyrem û Kurdkoy sizayê darvekirina wan li ber çavên xelkê hatiye birêveçûn.
Cudakirina girtiyên hatinî darvekirin pêka tohmetan
Li gorî vê raporê, piraniya girtiyên hatinî darvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin ku 495 halet, beranberî %49.5ê ji gelempera haletan.
Tohmetên siyasî: 16 halet
Tohmetên mezhebî û olî: 17 halet
Tohmetên pêwendîdar bi madên hişber: 495 halet
Tohmetên kuştina bi qest: 441
Tohmetên destdirêjiya seksî: 25 halet
tohmetên diziya çekdarî: 9 halet
Cudakirna girtiyên hatinî darvekiririn li gorî kêmîneyên neteweyî û etnîkî
Îsal birêveçûna sizayê darvekirinê di nav kêmîneyên netewî û etnîkî de bi awayekî berçav zêde bûye, bi curek ku di kêmtrî 9 mehan de hejmara girtiyên Kurd, Belûç, Lor û Tirk ku hatine darvekirin nêzîkî 500 haletane.
Girtiyên Kurd: 148 halet, beranberî 15% ji gelempera haletan
Girtiyên Lor: 130 halet, beranberî 13% ji gelempera haletan
Girtiyên Belûç: 114 halet, beranberî 11.5% ji gelempera haletan
Girtiyên Tirk: 106 halet, beranberî 10.5% ji gelempera haletan
Girtiyên Gîlek: 43 halet, beranberî 4% ji gelempera haletan
Girtiyên Ereb: 29 halet, beranberî 3% ji gelempera haletan
Girtiyên Tirkmen: 9 halet, beranberî 1% ji gelempera haletan
Girtiyên Tat: 2 halet, beranberí 0.5% ji gelempera haletan
Girtiyên Efxanistanî: 65 halet, beranberî 6.5% ji gelempera haletan
Girtiyên Fars: 262 halet, beranberî 26% ji gelempera haletan
Girtiyên ku nasnameya wan a etnîkî di halê lêkolînê de ye: 94 halet, beranberî 9% ji gelempera haletan
Cudakirina darvekirinan li gorî parêzgehan
Li gorî amarên Hengawê, di heyama îsal de zêdtirîn cîbicîkirina sizayê darvekirinan di girtîgehên parêzgeha Elborzê de bûye. 196 girtî, beranberî %19.5ê hemû darvekirinên di 9 mehên dawî de, li girtîgehên vê parêzgehê hatine darvekirin.
Girtîgehên Parêzgeha Elborzê: 196 halet
Girtîgehên Parêzgeha Îsfehanê: 79 halet
Girtîgehên Parêzgeha Fars: 78 halet
Girtîgehên Parêzgeha Xurasan Rezewî: 77 halet
Girtîgehên Parêzgeha Loristanê: 50 halet
Girtîgehên Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat: 46 halet
Girtîgehên Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 45 halet
Girtîgehên Parêzgeha Xûzistanê: 42 halet
Girtîgehên Parêzgeha Hemedan: 38 halet
Girtîgehên Parêzgeha Kirmaşan: 36 halet
Girtîgehên Parêzgeha Qumê: 32 halet
Girtîgehên Parêzgehên Gulistan û Zencan: her yek 27 halet
Girtîgehên Parêzgeha Yezd: 25 halet
Girtîgehên Parêzgeha Hormozgan: 24 halet
Girtîgehên Parêzgeha Xurasana Başûr: 23 halet
Girtîehên Parêzgeha Gîlan: 22 halet
Girtîgehên Parêzgeha Qezwîn: 22 halet
Girtîgehên Parêzgeha Kirman û Urmiyê: her yek ji wan 20 halet
Parêzgehên Kohgîlûye û Buyêrehmed: 18 halet
Girtîgehên parêzgeha Simnan: 17 halet
Girtîgehên parêzgeha Mazenderan: 16 halet
Girtîgehên parêzgeha Boşêhr: 10 halet
Girtîgehên parêzgeha Sine: 9 halet
Girtîgehên parêzgeha Îlamê: 8 halet
Girtîgehên parêzgeha Erdebîl: 3 halet
Girtîehên parêzgeha Xurasana Bakur: 2 halet
Girtîgehên parêzgehên Tehran û Çarmehal û Bextiyarî: her yek 1 halet
Komara Îslamî ya Îranê piştî serkutkirina şeqaman li tevgera Jin, Jiyan û Azadî û bi taybetî di siya bêxemiya cîhanî de piştî zêdebûna qeyranên cîhanî yên wekî şerê Îsraîl û Xezê, li Îranê bi awayekî berçav xelkê îdam dike. Herwiha, piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Îranê, tevî zêdebûna serkutkirinê li Îranê, hejmara darvekirinan bi awayekî berçav zêde bûye û di 100 rojên borî de, her roj bi navînî 4 kes hatine darvekirin û %40ê hejmara tevahiya darvekirinên îsal di vê 100 rojan de hatiye tomarkirin.
Saziya mafê mirovî ya Hengawê derheq zêdebûna pêla darvekirinan û zêdebûna maşîna kuştinê li Îranê huşdariyê dide û ji civaka medenî ya Îranî û cîhanê re daxwaz dike ku tevî şermezarkirina cidî ya van darvekirinan, hizra danana tedbîran ji bo pêşîlêgirtinê ji darvekirinan li Îranê bikin.