Raporek li ser rewşa Kemal Şerîfî, girtiyê siyasî yê Kurd hevdem digel destpêka hejdehemîn sala girtina wî li girtîgeha Mînabê

Hengaw; Sêşemî 27ê Gulana 2025an
Kemal Şerîfî, rojnamevan û girtiyê siyasî yê Kurd ku 18emîn sal ji girtina wî li girtîgeha Mînabê ya ser bi parêzgeha Hormozganê li başûrî Îranê hatiye destpêkirin, hîn jî ji mafên herî bingehîn ên yasayî û mirovî ku pêkhatine ji mafên mirexesî, dermankirina taybet û hevdîtinên bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. Rewşa tendirustiya navbirî ji ber îşkence, celteya dil û mêjî û gelek nexweşiyên dinê pir xirab e.
Li gorî zanyariyên herî dawî yên ku gihane destê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala borî de hemû daxwazên Kemal Şerîfî yên ji bo wergirtina mirexesiya dermanî û veguhastina wî bo nexweşxaneyê û hevdîtina bi endamên malbata xwe re ji aliyê saziyên berpirsiyar ve hatine redkirin.
Take hewla ku saziyên berpirsiyar bo bersivdana daxwazkariyên berdewam ên Kemal Şerîfî ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike, pêwendiyeke vîdyoyî ku bi dayîka wî re bûye ku di bin çavdêriya tevahî ya berpirsên ewlehiyê de hatiye encamdan.
Girtina Kemal Şerîfî
Kemal Şerîfî yê 53 salî û xelkê Seqizê, rojnamevan û çalakvanekî siyasî yê Kurd di 25ê Gulana 2008an de ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate girtin û bi çav, dest û lingên girêdayî bo girtîgeha Îtilaata Sinê hate veguhastin.
Navbirî berê di salên 1989 û 1990î de, bi tohmeta piştgirî û hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Seqizê ve, du sal sizayê girtîgehê û lêdana 40 derbên qamçiyan bi ser de hatibû sepandin.
Piroseya nedadperwerane ya kombûna dadgeh û dûrxistina wî
Kemal Şerîfî di destpêka girtina xwe de, rastî nemirovanetirîn îşkence û reftarên hovane bi mebesta îtîrafên bi zorê hatibû û herwisa piştî 6 mehan îşkence û girtin li odeya takekesî, di dadgeheke pênc xulekî de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Seqizê ve bi serpereştiya dadwer Şayiq bi tohmeta “miharibe bi rêya endametî di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de” bi 30 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Mînabê hatibû sizadan.
Kemal Şerîfî di pêvajoya nedadperwerane ya kombûna dadgehê de wiha gotibû:
"Dema ku min silav da parêzerê xwe, dadwer îzna bersivana silava min jê re neda."
Ev girtiyê siyasî di 12ê Gulana 2009an de bo girtîgeha navendî ya Mînabê hatibû veguhastin û ji wê demê ve, di bin zextên îdareya Îtilaata Sineyê de, ji hemû mafên yasayî û mirovî yên xwe wekî hevdîtin bi malbata xwe re û mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.
Kemal Şerîfî di heyam 18 salên borî de tenê carekê kariye mafê hevdîtina digel malbata xwe hebe, ew jî piştî 48 roj girevgirtinê û di bin çavdêriya navendên ewlehî de çend xulekekê bi dayîk û birayê xwe re hevdîtin kir. Li gorî axaftinên Kemal Şerîfî, ew di wê hevdîtinê de, îzna axaftinê bi zimanê xwe yê zikmakî (Kurdî) bi dayîka xwe re nebûye.
Îşkence û rewşa nemirovane ya girtîgehê
Kemal Şerîfî di heyam girtinê de rastî îşkenceyên herî dijwar ên fizîkî û derûnî hatiye; Di nav de lêdanên bi batom û şokên elektrîkî, ku di encamê de bûne sedema şikestina diranên wî û birîndarbûna cûmge û pirsgirêka hatinûçûnê bo çê kiriye.
Wî di nameyekê de li sala 2021an bo yekem car ji aliyê Hengawê ve hatibû weşandin, nivîsandibû: "Min ji 20 caran zêdetir daxwazên nivîskî yên ji bo mirexesiyê pêşkêşî Daxwazkarê Giştî û berpirsên dadwerî yên Hormozgan û Kurdistanê kirine, lê heta niha min ti bersivek wernegirtiye."
Ew niha li beşa tawanbarên metirsîdar li girtîgeha navendî ya Mînabê tê ragirtin, ku li wir di bin şert û mercên zexta derûnî û laşî de ji pêregihîştinên pizîşkî yên herî kêm hatiye bêparkirin.
Rewşa nebaş a tendirustiya wî
Ev girtiyê siyasî heta niha herî kêm du caran rastî celteyê hatiye:
Sala 2012an piştî girevgirtina demdirêj tûşê celteya mêjî bû ku bû sedema felecbûna aliyê rastê yê laşê wî.
Sala 2021an rastî celteya dil hatibû û li nexweşxaneya Benderebasê neştergerî jê re hate kirin.
Digel rewşa wî ya nebaş heta niha ji mafê detpêregihîştin bi xizmetguzariyên pizîşkî hatiye bêparkirin.
Binpêkirina eşkere ya mafên navdewletî
Girtin, pêvajoya dadgehîkirin, dûrxistin û rewşa ragirtina Kemal Şerîfî li girtîgehê, mînakek eşkere ya binpêkirina prensîbên mafên mirovanî ye û ev madên jêrîn li dijî peymannameya mafê medenî û siyasî ne:
Madeya 7: Peymannameya mafê medenî û siyasî (qedexekirina îşkence)
Madeya 10: Reftarên mirovane bi girtiyan re
Madeya 14: Mafê dadgehîkirin bi awayekî dadperwerane
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî nîşandana kûr a nîgeraniya xwe ya li ser rewşa fîzîkî û derûnî ya Kemal Şerîfî tekezî dike ku pêwîst e navendên navneteweyî ji bo çareserkirina rewşa vî girtiyê siyasî hewlên bilez û bi bandor bidin.