Rapora taybet a Hengawê li ser sêyemîn roj ji şerê Îran û Îsraîlê; 300 hêzên leşkerî, 14 zarok û 18 jin hatin kuştin

Li gorî amar û belgeyên ku Hengawê ji çavkaniyên bawerpêkirî û çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, li heyama sê rojên destpêkî yên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm 49 kes ji xelkê sivîl li êrîşên rasterast ên Îsraîlê li ser Îranê hatine kuştin ku nasnameya wan ji bo Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatiye eşkerebûn.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê herwiha piştrast dike ku herî kêm 14 zarok û 18 jin di şer de hatine kuştin. Herwisa Hengaw ji rêya piştrastkirin û şopandina van zanyariyên ku gihane destê wê zaniye ku, di heyama vî şerî de herî kêm 300 hêzên Ertêş, Spaha Pasdaran, hêzên Întizamî, Besîc û zanayên navkî, û herwisa elît û fermanberên saziyên girêdayî Spaha Pasdaran li seranserê Îranê hatine kuştin.
Şerê rasterast di navbera hikûmeta Îsraîlê û Komara Îslamî ya Îranê de roja Înê 13ê Hezîrana 2025an, bi êrîşên rasterast ên Îsraîlê li ser Îranê hate destpêkirin. Di vî şerî de heta niha herî kêm 14 Îsraîlî di encama êrîşên mûşekî yên Îranê de hatine kuştin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê heta niha kariye nasnameya 98 kes ji hêzên leşkerî yên hatinî kuştin bi tevahî eşkere bike. Li gorî lêkolînên Hengawê, hêzên çekdar ên Îranê li parêzgehên Tehran, Tewrêz, Kirmaşan, Loristan û Hemedanê herî zêde rastî ziyandîtinê hatine.
Li gorî vê raporê, li her yek ji parêzgehên Kirmaşan û Tewrêzê, zêdetirî 40 hêzên hikûmetê di encama êrîşên dron, mûşek û balafirên şer ên Ertêşa Îsraîlê de hatine kuştin. li parêzgeha Loristanê 16 halet, li parêzgeha Hemedanê 10 halet û parêzgeha Urmiye 14 halet hatine tomarkirin.
Parêzgeha Tehranê navenda sereke ya êrîşên Ertêşa Îsraîlê bûye, û li gorî amarên Hengawê nêzî 150 hêzên leşkerî li vê parêzgehê hatine kuştin, ku heta niha nasnameya 40 kesan ji wan 8 fermandên payebilind ên Spaha Pasdaran, 10 zanayên navkî û du elîtên hikûmetî yên girêdayî Spaha Pasdarên a Îranê bi tevahî hatiye eşkerekirin.
Herwisa li parêzgehên Elborz, Merkezî, Qum, Qezwîn, Zencan û Xûzistanê jî kuştina hêzên leşkerî ji aliyê Hengawê ve hatiye tomarkirin.
Tomarkirina 14 zarok di nav kuştiyan de
Li gorî amarên Hengawê, li êrîşên Ertêşa Îsraîlê li ser Tehranê herî kêm 14 zarok hatine kuştin, ku du kes ji wan 2 mehî û 7 mehî bûne. Ji vê hejmarê 8 keç û 6 kur hebûne, û ji mhemûyan mezintir jî 15 salî bûye.
Li gorî vê raporê, herî kêm 7 kes ji zarokên hatinî kuştin, ji endamên malbatên fermande û endamên Spaha Pasdaran bûne ku li meşa êrîşa li ser bajarokê Çemranê hatibûne kuştin.
Nasnameya zarokên hatinî kuştin:
1- Rayan Qasimiyan, du mehe
2- Zehra Zakiriyan Emîrî, 7 mehe
3- Emîrelî Emînî, 12 sale
4- Perham Ebasî, 15 salî
5- Fatime Zakiriyan Emîrî, 5 salî
6- Baran Eşrefî
7- Mehiya Nîkzad, 7 salî
8- Soheyl Ketûlî, 11 salî
9- Motehere, 11 salî
10- Keça Elîriza Zeynî
11- Keça Elîriza Zeynî (keça duyem)
12- Kurê Ebolfezl Niyazmend
13- Keça Ebolfezl Niyazmend
14- Keça Ebolfezl Niyazmend (keça duyem)
Tomrabûna 18 jinan di nav kuştiyan de
Li gorî amarên Hengawê, nasnameya 17 jinên hatinî kuştin di nav kuştiyan de ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn, ku hemû li Tehranê hatine kuştin. Du ji van jinan, bi navên Fateme Baqirî û Êlham Ferehmend ji endamên Spaha Pasdaran bûne û heft jin jî endamên malbatên fermandên leşkerî û endamên Spaha Pasdaran bûne.
Eşkerebûna nasnameya 49 kesên sivîl yên hatinî kuştin ji aliyê Hengawê ve
Li gorî vê raporê, nasnameya 49 kesên sivîl yên hatinî kuştin hatiye piştrastkirin, ku 19 kes ji wan ji malbatên fermande û endamên Spaha Pasdaran bûne. Di nav kuştiyan de du fermanberên navenda Agirkujiyê, fermanberek navenda Bêhzîstiyê, fermanberek Radyo, fermanberek Heyva Sor û çalakvaneke siyasî digel çar werzişvanan hene. Li gorî vê raporê, 18 ji van kesan jin û 14 jî zarokên bin 18 saliyê bûne.
Herwisa hin zanyarî ketine destê Hengawê ku nîşan didin Komara Îslamî dixwaze hin ji kuştiyên xwe yên leşkerî di vî şerî de wekî elît, werzişvan û kesayetên çandî nîşan bide. Hengaw ji saziyên mafê mirovî, civaka sivîl a Îranê û medyayên Farsî yên li derveyî welat daxwazê dike ku ji mijara îşarekirin bi amarên xelkê sivîl ji belavkirina qotinên hikûmetî xwe dûr bigirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê kuştina sivîlan û xurtkirina aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de şermezar dike û bang li civaka navnetewî dike ku di nav nûçeyên vî şerî de bala xwe bidine rewşa cihê nîgeraniyê ya mafê mirovî li Îranê.
Zêdebûna kuştin û zextên li ser girtiyên siyasî di dema şer de li Îranê ji aliyê hikûmeta Komara Îslamî ve bê mînak e. Bi heman awayî tolhildana li dijî girûpên dijber ên siyasî, partiyên siyasî yên Kurd, jinên dijberê siyasetên dijî jinan ên Komara Îslamî û kuştina kêmîneyên etnîkî û neteweyî li rewaş şer di rêkefteke diyarîkirî de li dehikên şêstî yên Îranê (dehikên şêstî yên Rojî) û di meşa şerê Îran û Iraqê de hatiye rûdan.
Li gorî amarên Saziya Mafê Mirovî ay Hengawê, di heyama sî mehên borî de (du sal û nîv) herî kêm 12 girtî bi tohmeta "hevkarîkirin/sîxurî bo Îsraîlê" hatine darvekirin. Herwiha li gorî amar û belgeyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengwê ve hatine tomarkirin, herî kêm heft girtiyên siyasî yên bi navên Azad Şucaî, Îdrîs Alî, Şahîn Wesaf, Nasir Bekirzade, Resûl Ehmed Mihemed, Mihemedemîn Mehdî Şayiste û Ehmedriza Celalî, bi tohmeta sîxurîkirin bo Îsraîlê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi metirsiya cidî ya tolhildanê re rû bi rû ne.