Yekem arşîva fîzîkî ya komkujiya 2026an bi şêweyê pêşangeheke ser şeqaman ji aliyê saziyên “Mala Kurd û Hengaw”ê ve hate pêşkêşkirin
Hengaw; Înê 6ê Şibata 2026an
Encumena Kurd-Biljîkî ya "Mala Kurd" bi hevkariya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li rêkefta 29ê Çileya 2026an, pêşangehek li meydana “Mont Plain”a Birukselê û herwisa li ber avahiya parlementoya Ewropayê li vî bajarî wek piştgiriyekê digel “cangorîkirina” berfireh a komkujiya Îranê li dema nerazîbûnên seranserî li Çileya 2026an bi rê ve bir.
Di vê pêşangeha ser şeqaman de, Encumena Mala Kurd û Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê nav û wêneyên kesên ku di van xwepêşandanan de hatine kuştin pêşkêşî raya giştî kirin.
Armanca pêşangehê ew e ku rengvedana rastîn a komkujî, serkut û tundûtîjiya hikûmeta Îranê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan nîşan bide.
Encumena Mala Kurd, bi hevkariyek nêzîk digel Saziya Mafê Mirovî ya Hengaw, di dema pêşangeha ser şeqaman de ragihand ku, ew "yekemîn arşîva fîzîkî ya vê komkujiya nû" pêşkêş dike.
Ev çalakiya Mala Kurd û Hengawê li meydana “Mont Plain” encama yekem a vê "arşîva fîzîkî" bû ku çend rojan li pey hev dom kir û paşê ber bi avahiya parlementoya Ewropayê ve hate veguhastin.
Secad Kerîmî, endamê Encumena Mala Kurd ragihand ku, wan mohlet wergirtiye ku pêşangehê her Pêncşemî heta dawiya meha Şibatê li dar bixin û tekezî kir ku pêşangeha ser şeqaman dê berdewam bike heta ku nasnameya dawî qurbaniyên komkujiyê were destnîşankirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Saziya Mafê Mirovî ya Hengaw, nasnameya 1200 kesên ku di xwepêşandanên vê dawiyê de hatine kuştin ji wan 118 jin û 88 zarokên bin temenê 18 saliyê, piştrast kiriye.