Rapora taybet a Hengawê derbarê kuştina herî kêm 17 welatiyan di hefteya yekem a xwenîşandanan de
Hengaw; Yekşemî 4ê Çileya 2026an
Hewdem digel derbasbûna hefteyekê bi ser destpêkirina nerazîbûnan re li Îranê, heta niha nasnameya 17 hevwelatiyên ku li meşa nerazîbûnên vê dawiyê yên bajarên Melekşahî, Hemedan, Hersîn, Nûrava, Koyeşt, Ezna, Lordegan, Fûladşehr û Merwdeştê, hilkeftî li parêzgehên Kirmaşan, Loristan, Hemedan, Fars, Îlam, Çarmahal û Gorîiyarî û Îsfehanê hatine kuştin, ji aliyê tîma Hengawê ve hatiye piştrastkirin.
Herwiha herî kêm 6 haletên din ji aliyê tîma piştrastkirinê ya Hengawê ve di bin lêkolînê de ne ku di egera piştrastbûnê de dê werin belavkirin. Medyayên hikûmetî jî behsa kuştina du kesan li bajarê Qumê kirine ku yek ji wan 17 salî ye û nasnameya wan di bin lêkolînê de ye.
Di nava wan 17 hevwelatiyên ku hatine kuştin de, herî kêm 9 kes welatiyên Lor in û 7 kes jî welatiyên Kurd in ku yek ji wan ji kêmîneyên olî yên Yarsan e. Welatiyekî Fars jî li Hemedanê hatiye kuştin.
Navê hevwelatiyên ku hatine kuştin bi vî awayî ye:
Şemî 3ê Çileya 2026an
1. Mehdî Îmamîpûr, welatiyê Kurd ê xelkê Melekşahî yê ser bi Îlamê, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate armanckirin û piştî veguhestina wî bo nexweşxaneya Xumeynî ya li wî bajarî, ji ber giraniya birînan jiyana xwe ji dest da.
2. Fariz Aqamihemedî, welatiyê Kurd ê xelkê Melekşahî yê ser bi Îlamê, di meşa heman nerazîbûnan de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin.
3. Riza Ezîmzade, welatiyê xelkê Melekşahî, di meşa nerazîbûnên girseyî yên vî bajarî de hate armanca teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetê û hate kuştin.
4. Mihemed Muqedesî (Bizûne), welatiyê Kurd ê xelkê Melekşahî yê ser bi Îlamê, di meşa nerazîbûnên girseyî de ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate kuştin.
Înê 2ê Çileya 2026an
1. Emîrhusên Beyatî, hevwelatiyê xêzandar û xelkê Hemedanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a guleyên şer ji aliyê hêzên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin. Termê wî veguhastine nexweşxaneya Bêiset a Hemedanê û damûdezgehên hikûmetê red kirine ku termê wî radestî malbata wî bikin û zext li wan kirine da ku wek "hêzek Besîc" bidine nasîn.
2. Elî Ezîzî Ceiferabadî, welatiyê Kurd ê temen 42 salî, xelkê gundê Ceiferabad Hezarxanî û rûniştvanê bajarê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin. Ev cangorîkiriye xêzandar û bav bûye.
Pêncşemî 1ê Çileya 2026an
1. Mensûr Muxtarî, welatiyê Lor ê xelkê Merûdeştê yê ser bi parêzgeha Fars, li dema nerazîbûna welatiyan ji bo kuştina Xudadad Şîrwanî, li pêşberî Kelanteriya 11an a wî bajarî ji pêşiyê ve hate armanca teqeya rasterast a hêzên hikûmetê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, guleyên Kilaşînkofê li zikê wî ketine.
2. Ehmedriza Emanî, welatiyê Lor ê temen 28 salî yê xelkê Ezna yê ser bi parêzgeha Loristanê, derçûyê beşa yasayê li Zanîngeha Yezdê û karamûzê parêzeriyê, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin. Gule li sîngê wî ketibû û piştî veguhestina wî bo nexweşxaneyê ji ber xwînberbûnê jiyana xwe ji dest dabû.
3. Ehed Îbrahîmpûr Ebdulî, welatiyê nezewicî yê temen nêzîkî 35 salî û xelkê gundê "Hesen Gawiyar Mîrbeg" ê ser bi bajarokê Dolfan (Nûrava) li parêzgeha Loristanê, li meydan Bêiset a vî bajarî bi teqeya sê guleyan ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate kuştin. Li gorî gotina şahidhalan, navbirî li dema hewldana ji bo rizgarkirina jinekê ku mijûl bû bê girtin, ketiye ber teqeyê û yek ji guleyan li dilê wî ketiye.
4. Xudadad Şîrwanî, welatiyê Lor ê temen 33 salî, bavê du zarokan û xelkê Merûdeştê yê ser bi parêzgeha Fars, di meşa nerazîbûnên wî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, ji mewdayeke nêzîk ve bi çeka saçmeyî hatiye armanckirin û piştî veguhestina wî bo navendên dermanî jiyana xwe ji dest daye.
5. Mistefa Felahî, zarokê 15 salî yê Lor û xelkê Ezna yê ser bi parêzgeha Loristanê, di meşa nerazîbûnên êvareya Pêncşemî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê canê xwe gorî kir.
6. Şayan Esedulahî, temen 30 salî û welatiyê Lor ê xelkê Ezna yê ser bi parêzgeha Loristanê, di meşa heman nerazîbûnan de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin.
7. Wehab Mûsewî, welatiyê Lor ê xelkê Ezna yê ser bi parêzgeha Loristanê, di meşa nerazîbûnên êvareya Pêncşemî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hate kuştin.
8. Ehmed Celîl, temen 21 salî û welatiyê Lor û xelkê Lordeganê yê ser bi parêzgeha Çarmehal û Gorîiyarî, di nava neraziyên vî bajarî de hate armanca teqeya rasterast a hêzên hikûmetê û jiyana xwe ji dest da.
9. Secad Walamenş, welatiyê temen 20 salî yê Lorê Gorîiyarî û xelkê Lordeganê yê ser bi parêzgeha Çarmehal û Gorîiyarî, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê canê xwe gorî kir. Ev ciwane endamê Besîc an ti yek ji damûdezgehên hikûmetê nebûye û piştî canjidestdanê, malbata wî ji aliyê navendên ewlehiyê ve ketiye bin zext û gefan. Rêûresma biaxsipartina vî cangoriyê roja Înê 2ê Çileya 2026an bi rê ve çû.
Çarşemî 31ê Kanûna 2025an
1. Dariyûş Ensarî Gorîiyarwend, welatiyê Lor ê temen 28 salî û xelkê Fûladşehrê yê ser bi parêzgeha Îsfehanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a guleyên şer ji aliyê hêzên hikûmetî ve canê xwe gorî kir. Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, bi çeka Kilaşînkofê hatiye armanckirin û berî veguhestina wî bo navendên dermanî jiyana xwe ji dest daye.
2. Emîrhîsam Xudayarî Ferd, welatiyê temen 22 salî yê xelkê Koyştê yê ser bi parêzgeha Loristanê, di meşa nerazîbûnên girseyî de bi teqeya rasterast a guleyên şer jiyana xwe ji dest da. Li gorî gotina şahidan, gule ji mewdayeke nêzîk ve li serê wî ketiye û piştî kuştina wî, damûdezgehên hikûmetî bi çîroksaziya medyayî hewl dane wek "endamê Besîc" bidin nasîn. Ev cangorîkiriye ji peyrewên ola Yarsan bûye.