Rapora Hengawê ji dehemîn roja xwenîşandanên Îranê û kuştina herî kêm 27 kesan

07 January 2026 14:16

Hengaw; Sêşemî 7ê Çileya 2026an

Bi derbasbûna 10 roj ji xwenîşandanên seranserî li Îranê û li gorî amarên ku li Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, herî kêm 27 hevwelatî ku 5 ji wan zarokên bin 18 saliyê ne, hatine kuştin û zêdetirî 1500 kes jî hatine girtin.

Bi piştrastkirina amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Sizaya Mafê Mirovî ya Hengawê, heta niha nasnameya 27 kesan ji wan kesên ku di meşa xwenîşandanên 10 rojên borî de bi teqeya rasterast a hêzên serkutker ên hikûmetê hatine kuştin, ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn û piştrastkirin.

Ji gelempera 25 kesên ku canê xwe ji dest dane, herî kêm 5 kes zarokên bin 18 saliyê bûne, ku du kes ji wan li bajarê Kirmaşanê, du kes li Eznayê û kesek jî li Qumê hatine kuştin. Herwiha 12 kes ji hevwelatiyên ku hatine kuştin welatiyên Lor û 11 kes jî welatiyên Kurd bûne.

Cudakirina qurbaniyan li gorî parêzgehan:

Parêzgeha Loristan: 8 halet

Parêzgeha Îlam: 5 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 4 halet

Parêzgeha Fars: 4 halet

Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî: 2 halet

Parêzgeha Qum: 2 halet

Parêzgeha Hemedan: 1 halet

Parêzgeha Îsfehan: 1 halet

Herwiha li gorî zanyariyên ku ji aliyê Hengawê ve hatine komkirin, heta niha zêdetirî 1500 kes di meşa xwenîşandanên dawî de hatine girtin ku nasnameya 546 kesan ji wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Ji gelempera 546 hevwelatiyên ku nasnameya wan ji bo Hengawê hatiye piştrastkirin, 51 zarokên bin 18 saliyê, 57 jin û 220 welatî jî Kurd in.

Belge û vîdyoyên ku gihîştine destê Hengawê nîşan didin ku, hêzên hikûmetî di dema serkutkirina xwenîşandanan de çekên şer, guleyên saçmeyî û maşînên avpij bikar anîne û di gelek haletan de bi taybetî li Loristan, Îlam û Kirmaşanê bi qesta kuştina hikûmetî, teqeya rasterast li xwenîşanderan kirine.

Hengaw bi ezmûna lêkolîna cureya tundûtûjî û serkutên Komara Îslamî li navçeyên derdor, di meşa van xwenîşandanên seranserî de jî, nêzîkatiya hikûmetê li navçeyan derdor li hemberî navendê bi ciyawaz dibîne û li gorî çavdêriyên cidî, nêzîkatiya hikûmetê digel van navçeyan wekî nêzîkatiyeke şerî dibîne. Dîmenên hejîner ên ku li çendîn bajarên Kurdistanê hatine tomarkirin nîşan didin ku şêwazên hatine bikaranîn dibe ku mînakên tawanên dijî mirovahiyê li hember xelkê sivîl bin.

Herwiha qutbûn û têkçûna berfireh a înternetê li hinek deveran, piroseya destpêregihîştin bi zanyariyan û piştrastkirina amara qurbanî û girtiyan bi dijwariyeke cidî re rû bi rû kiriye.

Hengaw tevî nîgeraniya xwe ji rewşa xwenîşanderan li Îranê, bi taybetî li navçeyên derdor, ji civaka navneteweyî daxwaz dike ku li hember van tundûtûjiyan bi awayekî biryardar tevbigerin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin