Berdewamiya serkuta xelkê nerazî; binçavkirina 77 hevwelatiyên dinê li bajarên cuda
Hengaw; Şemî 3ê Çileya 2026an
Li gorî zanyarî û daneyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine komkirin, di berdewamiya nerazîbûnên girseyî û pêla berfireh a binçavkirinan de, li heyama rojên borî herî kêm 77 hevwelatiyên dinê ku 45 ji wan Kurd û 23 welatiyên Lor in, li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin ku di nava wan de herî kêm 4 jin û 6 zarok hene.
Bi vî awayî û bi hejmartina van 77 hevwelatiyên binçavkirî di nava şeş rojên borî de, hejmara binçavkiriyên vê dawiyê ku nasnameya wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin, gihîşt bi 132 kesan.
Cudakirina giştî ya binçavkiriyan bi vî awayî ye:
- Binçavkirina herî kêm 12 jinan
- Binçavkirina herî kêm 8 zarokan
- Binçavkirina herî kêm 64 welatiyên Kurd
- Binçavkirina herî kêm 39 welatiyên Lor
- Binçavkirina herî kêm 7 xwendekar
- Binçavkirina herî kêm 5 mamoste
Cihêkirina welatiyên binçavkirî li gorî bajaran:
Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama rojên borî de herî kêm 77 hevwelatiyên dinê li bajarên cuda yên Îranê hatine binçavkirin ku li gorî vê raporê zêdetirîn binçavkirina hevwelatiyan li parêzgeha Îlamê bi 22 haletan, li parêzgeha Kirmanşanê 18 halet û li parêzgeha Xûzistanê jî 7 halet hatine tomarkirin.
Parêzgeha Îlamê
Îlam
1. Mihemmed Cewad Zari`î – 1ê Çileyê
2. Îman Elîmuradî – 1ê Çileyê
3. Elîriza Muiminî (18 salî) – 1ê Çileyê
4. Kuroş Nûrî (15 salî) – 2ê Çileyê
5. Umîd Bêranwend – 2ê Çileyê
6. Emîrhusên Elîzade – 1ê Çileyê
7. Ferdîn Axayî – 1ê Çileyê
8. Ebulfezl Camxane – 1ê Çileyê
9. Secad Azad – 1ê Çileyê
10. Ebdulah Azad – 1ê Çileyê
11. Îrfan Ferehmend – 1ê Çileyê
12. Elîriza Rehmanî – 1ê Çileyê
13. Emîriza Rehmanî – 1ê Çileyê
14. Şayan Muiminî – 1ê Çileyê
Dereşar
1. Ebulfezl Qasimî – 2ê Çileyê
2. Sitar Zeydî – 2ê Çileyê (xwediyê pêşîneya binçavkirinê di tevgera Jin, Jiyan, Azadî de)
3. Saman Xulamî – 2ê Çileyê
4. Riza Heyderî – 2ê Çileyê
Dêhloran
1. Cewad Husênî – 1ê Çileyê
2. Erşiya Cuşen – 2ê Çileyê
Avdanan
1. Mihemmedcewad Zari`î – 1ê Çileyê
2. Umîd Nasirî – 2ê Çileyê
Parêzgeha Kirmanşanê
Serpêla Zehaw
1. Qa`îm Bedrî
2. Esker Necefî
3. Ehed Muradî
4. Esfendiyar Serwerî
5. Cebar Cemşîdî
6. Mesûd Axayî
7. Mehdî Kerîmî (ji binçavkiriyên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" – birîndar)
Hemû ev welatî roja Pêncşemê 1ê Çileyê hatine binçavkirin.
Hersîn
1. Rehman Azereng – 2ê Çileyê
2. Mihemmed Mehdî Keremî (17 salî) – 1ê Çileyê
3. Mihemmed Seyfî – 2ê Çileyê
4. Yûsif Kakawend – 2ê Çileyê
5. Nûredîn Mûsazade – 2ê Çileyê
6. Zahîd Efşarî – 2ê Çileyê
Kirmanşan
1. Mehsa Zari`î – 2ê Çileyê
2. Ferdîn Ehmedî (19 salî, xelkê Humeyl ê ser bi Îslamavaya Rojava) – 2ê Çileyê
3. Yûnis Cemşîdî – 1ê Çileyê
4. Newîd Rostemî – 2ê Çileyê
5. Mîlad Şîrazî – 2ê Çileyê
Parêzgeha Xûzistanê
Îze
1. Arif Esedî – 31ê Kanûna 2025an
2. Riza Esedî – 31ê Kanûna 2025an
3. Mûsa Mûsewî – 30ê Kanûna 2025an
4. Arman Şahpûrî – 30ê Kanûna 2025an
5. Îliya Muiminî – 30ê Kanûna 2025an
6. Ekber Mehmûdwend (16 salî) – 31ê Kanûna 2025an
7. Armîn Esedî – 31ê Kanûna 2025an
Bax Melek
1. Yûsif Mîrehmedî
2. Hadî Mîrehmedî
3. Emîrhusên Qenberî
4. Emîriza Newrûzî
Lalî
1. Baqir Qenberî – 10ê Befranbarê
Parêzgeha Hemedanê
Bajarê Esedava
1. Mihemmedhusên Şefîqiyan
2. Yûsif Murselî
3. Sam Ferûx
4. Elîriza Nûrî
5. Emîr Ferhadî
Hemû ev hevwelatiyane sibêdeha roja Înê 2ê Çileya 2026an, derdora demjimêr 5ê sibehê hatine binçavkirin.
Parêzgeha Xurasana Bakur
Îsferayen
1. Peyman Rizayî – 1ê Çileyê
2. Arîn Heyderî – 1ê Çileyê
3. Ebas Bîdî – 1ê Çileyê
4. Îsa Şekûrî – 1ê Çileyê
5. Nadir Tewekulî – 2ê Çileyê
Parêzgeha Kohgîlûye û Buyerehmed
Yasûc
1. Mahan Xubanî (16 salî) – 1ê Çileyê
2. Şehab Perend – 2ê Çileyê
3. Muslim Porzdar – 2ê Çileyê
4. Îliya Ekwaniyan – 2ê Çileyê
Geçsaran
1. Ferdîn Muslimî – 1ê Çileyê
Parêzgeha Îsfehanê
Îsfehan
1. Mehşad Keşanî – 31ê Kanûna 2025an
2. Riza Seleşûr (16 salî) – 1ê Çileyê
Parêzgeha Xurasana Rezewî
Sebzewar
1. Mehdî Fesenqerî – 31ê Kanûna 2025an
2. Emîr Nodêhî (xelkê Sebzewar, rûniştiyê Tehranê) – 1ê Çileyê
3. Îrfan Abid (18 salî) – 1ê Çileyê
4. Nazenîn Zehra Mûsewî (17 salî) – 1ê Çileyê
Meşhed
1. Esxer Şakirî (pizîşk) – 1ê Çileyê
(Binçavkirin di nava trombêlê de li ber çavên malbata wî; xwediyê pêşîneya binçavkirinê di tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de)
Parêzgeha Gîlanê
Reşt
1. Mehnaz Qasimî – 11ê Befranbarê
Parêzgeha Sine
Sine
1. Artîn Ehmedî (14 salî) – 2ê Çileyê
Parêzgeha Tehranê
1. Mîsaq Koçpîde – Rojên borî
Di nava binçavkiriyan de, herî kêm çar jin jî hene: Mehsa Zari`î, çalakvana naskirî ya çandî ya Kurd û xelka Kirmanşanê, roja Înê 2ê Çileya 2026an, li cihê karê xwe ji aliyê hêzên hikûmetî ve hate binçavkirin û bo cihêkî nediyar hate veguhastin.
Herwiha roja Pêncşemê 1ê Çileyê, Mehnaz Qasimî hevwelatiya Gîlek li Reştê, Nazenîn Zehra Mûsewî zaroka 17 salî li Sebzewarê û Mehşad Keşanî roja Çarşemê 31ê Kanûna 2025an li Îsfehanê ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine binçavkirin.
Ji bilî wan binçavkirinên ku li gorî parêzgehan hatine ragihandin, rapora binçavkirina hejmareke din ji hevwelatiyan gihîştiye ku nasnameya wan niha ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve di bin lêkolîn û piştrastkirinê de ye.
Nerazîbûnên girseyî ji roja Yekşemî 28ê Kanûna 2025an, piştî girev û meşên nerazîbûnê yên hejmarek ji kasibkar û bazariyan li Tehranê hatine destpêkirin û piştre bo bajarên din hatine veguhastin. Ev nerazîbûn rûbirûyê bertekên serkutker ên hêzên hikûmetê bûne û di nava rojên borî de hejmareke berçav ji hevwelatiyan ji wan jin û zarok, hatine binçavkirin.