Rapora taybet a Hengawê li ser pêncemîn roj ji şerê Îran û Îsraîlê; 450 hêzên leşkerî û 74 sivîl ji wan 19 zarok û 28 jin hatin kuştin

Li gorî amar û belgeyên ku Hengawê ji çavkaniyên bawerpêkirî û çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, li heyama pênc rojên destpêkî yên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm 524 kes hatine kuştin. Ji vê hejmarê 74 kes ji xelkê sivîl û 450 kes ji hêzên leşkerî, saziyên pêwendîdar bi Spaha Pasdaran û yan persenolên ser bi rêkxistinên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê herwiha piştrast dike ku herî kêm 19 zarok û 28 jin di şer de hatine kuştin. Di vê navberê de, zêdetirî 89 ji sedî ji kuştina xelkê sivîl li parêzgeha Teharnê hatine tomarkirin.
Kuştina 74 kes ji xelkê sivîl di pêncemîn roja detpêka şer de
Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di pênc rojên borî de herî kêm 74 sivîl di êrîşan de hatine kuştin, ku heta dema belavbûna vê raporê nasnameya 64 kesan hatiye eşkerekirin. Di nav qurbaniyan de 26 jin û 19 zarok hene. Hêjayî gotinê ye ku yek ji van qurbaniyan hevwelatiyekî Efxanî ye.
Qurbaniyên sivîl li parêzgehan wiha ye:
Parêzgeha Tehran: 66 halet
Parêzgeha Hemedan: 4 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 2 halet
Parêzgeha Tewrêz: 1 halet
Parêzgeha Îsfehan: 1 halet
Canjidestdana 19 zarok li encama êrîşên rasterast ên Îsraîlê
Li gorî amarên Hengawê, li êrîşên Ertêşa Îsraîlê li ser parêzgeha Tehranê herî kêm 19 zarok hatine kuştin. Di navberan van zarokane de, 10 zarok keç bûne û 9 jî kur. Du kes ji wan 2 mehî û 7 mehî bûne û ji hemûyan mezintir jî 17 salî bûye. Tevahiya van haletane jî li parêzgeha Tehranê hatine tomarkirin.
Nasnameya zarokên hatinî kuştin:
1- Rayan Qasimiyan, du mehe
2- Zehra Zakiriyan Emîrî, 7 mehe
3- Emîrelî Emînî, 12 sale
4- Perham Ebasî, 15 salî
5- Fatime Zakiriyan Emîrî, 5 salî
6- Baran Eşrefî
7- Mehiya Nîkzad, 7 salî
8- Soheyl Ketûlî, 11 salî
9- Îma Zeynelî, 7 salî
10- Hîda Zeynî, 4 salî
11- Motehere Niyazmend, 6 salî
12- Elî Niyazmend, 10 salî
13- Fatime Niyazmend, 12 salî
14- Mihemedriza Sidêqî Sabîr, 17 salî
15- Metîn Sefayan, 16 salî
16- Zehra Berzêger, 3 salî
17- Zehra Berzêger, 8 salî
18- Zarokek bi nasnameya nenaskirî, 6 salî
19- Zarokek bi nasnameya nenaskirî, 14 salî
Canjidestdana 28 jinan, 2 jin ser bi Spaha Pasdaran bûne
Li gorî amarên Hengawê, nasnameya 28 jinên hatinî kuştin di nav kuştiyan de ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn, ku hemû li Tehranê hatine kuştin. Du ji van jinan, bi navên Fateme Baqirî û Êlham Ferehmend ji endamên Spaha Pasdaran bûne û 26 jinên dinê sivîl bûne.
Kuştina 450 hêzên leşkerî li tevahiya Îranê
Ji demjimêrên sibêdeha roja Înê 13ê Hezîrana 2025an, hevdem digel destpêka êrîşên esmanî û mûşekî yên Ertêşa Îsraîlê li ser Îranê, hejmara kuştiyên leşkerî bi awayekî berçav zêde bû. Zanyarî û belgeyên ber destê Hengawê nîşan didin ku heta dawiya roja pêncemîn a şer, herî kêm 450 endamên Ertêş, Spaha Pasdaran, Hêzên Întizamî, Besîc, zanayên navkî û elîtên teknîkî an fermanberên navendên girêdayî saziyên ewlehî hatine kuştin.
Heta niha Hengawê kariye nasnameya 158 kesan bi tevahî piştrast bike. Zêdetirîn amara qurbaniyên leşkerî li parêzgehên Tehran, Tewrêz, Kirmaşan û Loristanê hatine tomarkirin.
Cudakirina kuştina qurbaniyan pêka parêzgehan:
Parêzgeha Tehran: 195 halet
Parêzgeha Tewrêz: 55 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 45 halet
Parêzgeha Qum: 35 halet
Parêzgeha Loristan: 30 halet
Parêzgeha Îsfehan: 20 halet
Parêzgeha Urmiye: 20 halet
Parêzgeha Elborz: 15 halet
Parêzgeha Zencan: 8 halet
Parêzgeha Hemedan: 7 halet
Parêzgeha Xûzistan: 6 halet
Parêzgeha Sine: 5 halet
Parêzgeha Merkezî: 5 halet
Parêzgeha Fars: 4 halet
Parêzgeha Tehranê navenda sereke ya êrîşên Ertêşa Îsraîlê bûye ku nêzî 195 hêzên leşkerî li vê parêzgehê hatine kuştin, ku heta niha nasnameya 47 kesan ji wan 10 fermandên payebilind ên Spaha Pasdaran, 10 zanayên navkî û 2 elîtên hikûmetî yên girêdayî Spaha Pasdarên a Îranê ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê kuştina sivîlan û xurtkirina aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de şermezar dike û bang li civaka navnetewî û navendên mafê mirovî dike ku di nav nûçeyên vî şerî de bala xwe bidine rewşa cihê nîgeraniyê ya mafê mirovî li Îranê û demûdest bo parastina xelkê sivîl bi taybetî jin û zarokan hewlên pêwîst bidin.