Rapora hejmar 4 a Hengawê ji şerê Îran û Îsraîlê, kuştina herî kêm 698 kesan pêkhatî ji 600 hêzên leşkerî û 98 sivîl; ji wan 38 jin û 26 zarok

22 June 2025 13:02

Hengaw; Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an

Li gorî amar û belgeyên ku Hengawê ji çavkaniyên bawerpêkirî û çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, li heyama neh rojên destpêkî yên şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm 698 kes hatine kuştin. Ji vê hejmarê 98 kes ji xelkê sivîl û 600 kes ji hêzên leşkerî, saziyên pêwendîdar bi Spaha Pasdaran û yan persenolên ser bi rêkxistinên leşkerî yên Îranê hatine kuştin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê herwiha piştrast dike ku herî kêm 38 jin û 26 zarok di şer de hatine kuştin. Di vê navberê de, zêdetirî 77 ji sedî ji kuştina xelkê sivîl li parêzgeha Tehranê hatine tomarkirin.

Kuştina 98 kes ji xelkê sivîl di neh rojên detpêka şer de

Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama neh rojên borî de herî kêm 98 kes ji xelkê sivîl di êrîşên esmanî yên Îsraîlê de hatine kuştin, ku heta dema belavbûna vê raporê nasnameya 95 kesan hatiye eşkerekirin. Di nav qurbaniyan de 38 jin û 26 zarok hene. Hêjayî gotinê ye ku yek ji van qurbaniyan hevwelatiyekî Efxanî ye.

Pêka lêkolînên Hengawê, herî kêm 8 kes ji hevwelatiyên sivîl yên hatinî kuştin ji malbatên endamên payebilind û kadroyên Spaha Pasdaran bûne.

Qurbaniyên sivîl li gorî parêzgehan wiha ye:

Parêzgeha Tehran: 75 halet

Parêzgeha Hemedan: 8 halet

Parêzgeha Îsfehan: 5 halet

Parêzgeha Xûzistan: 4 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 2 halet

Parêzgeha Tewrêz: 2 halet

Parêzgeha Loristan: 2 halet

Parêzgeha Qum: 1 halet

Canjidestdana 26 zarok li encama êrîşên rasterast ên Îsraîlê

Li gorî amarên Hengawê, li êrîşên Îsraîlê herî kêm 26 zarok hatine kuştin. Di navbera van zarokane de, 13 zarok keç bûne û 13 jî kur. Du kes ji wan 2 mehî û 7 mehî bûne û ji hemûyan mezintir jî 17 salî bûye. Ji vê hejmarê 19 zarok li parêzgeha Teharanê, 4 zarok li parêzgeha Îsfehanê û 3 zarok jî li parêzgeha Loristan, Qum û Xûzistanê hatine kuştin.

Nasnameya zarokên hatinî kuştin:

1- Rayan Qasimiyan, du mehe

2- Zehra Zakiriyan Emîrî, 7 mehe

3- Emîrelî Emînî, 12 sale

4- Perham Ebasî, 15 salî

5- Fatime Zakiriyan Emîrî, 5 salî

6- Baran Eşrefî

7- Mehiya Nîkzad, 7 salî

8- Soheyl Ketûlî, 11 salî

9- Îma Zeynelî, 7 salî

10- Hîda Zeynî, 4 salî

11- Motehere Niyazmend, 6 salî

12- Elî Niyazmend, 10 salî

13- Fatime Niyazmend, 12 salî

14- Mihemedriza Sidêqî Sabîr, 17 salî

15- Metîn Sefayan, 16 salî

16- Zehra Berzêger, 3 salî

17- Tara Hacîmîrî, 8 salî

18- Muctea Şerîfî, 7 salî

19- Fatime Şerîfî, 6 salî

20- Seyîd Elî Sadatî, 6 salî

21- Riyhane Sadat Sadatî, 12 salî

22- Îhsan Qasimî, 16 salî

23- Armîn Mûsewî, 7 salî

24- Muhedse Eqdesî, 13 salî

25- Mihemedriza Eqdesî, 10 salî

26- Hêlêna Xulamî, 13 salî

Canjidestdana 38 jinan, 2 jin ser bi Spaha Pasdaran bûne

Heta dema belavbûna vê raporê, nasnameya 35 jinên hatinî kuştin di nav kuştiyan de ji bo Hengawê hatiye eşkerebûn, ku 35 jin li parêzgehên Tehranê, 2 jin li parêzgeha Îsfehanê û jinek jî li parêzgeha Xûzistanê hatine kuştin. Du ji van jinan, bi navên Fateme Baqirî û Êlham Ferehmend ji endamên Spaha Pasdaran bûne û 33 jinên dinê sivîl bûne.

Kuştina 600 hêzên leşkerî li tevahiya Îranê

Ji demjimêrên sibêdeha roja Înê 13ê Hezîrana 2025an, hevdem digel destpêka êrîşên esmanî û mûşekî yên Ertêşa Îsraîlê li ser Îranê, hejmara kuştiyên leşkerî bi awayekî berçav zêde bû. Zanyarî û belgeyên ber destê Hengawê nîşan didin ku heta dawiya roja nehem a şer, herî kêm 600 endamên Ertêş, Spaha Pasdaran, Hêzên Întizamî, Besîc, zanayên navkî û elîtên teknîkî an fermanberên navendên girêdayî saziyên ewlehî hatine kuştin.

Heta niha Hengawê kariye nasnameya 243 kesan bi tevahî piştrast bike. Zêdetirîn amara qurbaniyên leşkerî li parêzgehên Tehran, Tewrêz, Kirmaşan, Qum û Îsfehanê hatine tomarkirin.

Cudakirina kuştina leşkeriyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Tehran: 235 halet

Parêzgeha Tewrêz: 60 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 60 halet

Parêzgeha Qum: 43 halet

Parêzgeha Îsfehan: 50 halet

Parêzgeha Loristan: 45 halet

Parêzgeha Urmiye: 20 halet

Parêzgeha Elborz: 20 halet

Parêzgeha Zencan: 15 halet

Parêzgeha Hemedan: 12 halet

 

Parêzgeha Merkezî: 11 halet

Parêzgeha Xûzistan: 11 halet

Parêzgeha Fars: 6 halet

Parêzgeha Sine: 5 halet

Parêzgeha Tehranê navenda sereke ya êrîşên Ertêşa Îsraîlê bûye ku nêzî 235 hêzên leşkerî li vê parêzgehê hatine kuştin, ku heta niha nasnameya 70 kesan ji wan 10 fermandên payebilind ên Spaha Pasdaran, 12 zanayên navkî û 2 elîtên hikûmetî yên girêdayî Spaha Pasdarên a Îranê ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê kuştina sivîlan û xurtkirina aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de şermezar dike û bang li civaka navnetewî û navendên mafê mirovî dike ku di nav nûçeyên vî şerî de bala xwe bidine rewşa cihê nîgeraniyê ya mafê mirovî li Îranê û demûdest bo parastina xelkê sivîl bi taybetî jin û zarokan hewlên pêwîst bidin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin