Rapora taybet a Hengawê li derheq hefteya yekem a pêla şerê Îran û Îsraîlê; girtina herî kêm 322 hevwelatiyan ji wan 30 jin û 2 hevwelatiyên Efxanistanê û hevwelatiyek Ewropayî

20 June 2025 22:31

Hengaw; Înê 20ê Hezîrana 2025an

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine serhevkirin, di berdewamiya şerê navbera Îran û Îsraîlê de û pêla berfireh a binçavkirin, di heyama hefteya borî de herî kêm 322 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin.

Li gorî vê raporê, hevwelatî li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mosad", "propagendekirin li dijî hikûmetê" û "têkdana raya giştî" hatine girtin. Di nava girtiyan de herî kêm 30 jin û 2 hevwelatiyên Efxanistanê û hevwelatiyek Ewropayî heye.

Cudakirina binçavkiriyan pêka parêzgehan

Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyma hefteya borî de herî kêm 322 hevwelatî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Tehranê bi 60 halet û li parêzgeha Loristanê bi 39 halet û parêzgeha Hemedanê jî bi 30 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Tehran: 60 halet (hevwelatiyek Efxanî) (jinek)

Parêzgeha Loristan: 39 halet

Parêzgeha Hemedan: 30 halet

Parêzgeha Urmiye: 28 halet (18 keçên bin 18 saliyê)

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 24 halet

Parêzgeha Simnan: 21 halet

Parêzgeha Îsfehan: 19 halet

Parêzgeha Mazenderan: 15 halet

Parêzgeha Hormozgan: 14 halet

Parêzgeha Xûzistan: 12 halet

Parêzgeha Gulistan: 11 halet

Parêzgeha Qezwîn: 10 halet (2 jin)

Parêzgeha Bûşehr: 10 halet (ji wan hevwelatiyek Efxanî)

Parêzgeha Kirmaşan: 6 halet (6 jin)

Parêzgeha Kirman: 6 halet (1 jin)

Parêzgeha Erdebîl: 5 halet

Parêzgeha Sine: 2 halet

Parêzgeha Elborz: 2 halet

Parêzgeha Îlam: 2 halet

Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî (Şehrê Kurd): 1 halet

Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet

Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 1 halet (hevwelatiyek Ewropî)

Ji bilî binçavkiriyên ku li gorî parêzgehan hatine belavkirin, nûçeya hejmarek binçavkiriyên dinê jî bi fermî ji aliyê medyayên hukûmetî ve hatine weşandin, lê bi bê wê ku îşare bi hejmareke diyarkirî bê kirin; ev haletane pêwendîdar in bi bajarê Bokan, parêzgeha Merkezî, û Kehgîlûye û Bûyerehmed.

Girtina herî kêm 30 jin di pêla berfireh a girtiyan de

Di nav binçavkiriyan de, herî kêm 30 jin hene, ji wan 6 jin li Qesra Şîrîn, 2 jin li parêzgeha Xurasan Rezewî, 2 jin li parêzgeha Qezwîn, jinek li Kirmanê û jinek li Tehranê hatine girtin. Herwiha li gorî rapora berê ya Hengawê, 18 keçên bin temenê 18 saliyê li Mehabadê ji ber çalakiyên xwe yên li nav torên civakî hatine girtin û piştre bi danîna barimteyê hatine berdan. Ev amare nîşanderê para zêde bi taybetî jinên Kurd bi 25 girtinan di pêla serkutên vê dawiyê de ne. Ev girtinane beşek ji pêlek berfireh a çewsandin û binpêkirinên mafê azadiya raman û derbirînê ne ku hevwelatiyan ji wan jinan li xwe digire.

Zêdebûna zextên dadwerî bi biryareke lezgîn û gefa tundtirîn siza

Di berdewamiya gefên berê yên Wezareta Îtilaat û Dezgeha Dadwerî de bi sepandina sînordarkirinên tund û fermana darizandina bilez ya binçavkiriyan, Şêwreya Bilind a Ewlehiya Komara Îslamî jî bi weşana daxuyaniyekê daye zanîn ku her kiryarek di berjewendiya Îsraîlê de dê rastî reftarên tund û giran ên sizayan bên. Di vê derbarê de, Meclîsa Şêwreya Îslamî jî terheke du alî jî bi armanc zêdekirina sizayê kesên ku bi hikûmetên biyanî re hevkariyê dikin, pejirandiye.

Hengaw van hewlane wekî beşek ji rêkxistina serkuta sîstematîk û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovî li Îranê dibîne, ku bi rakirina pêvajoyên dadwerî yên serbixwe û yasayî, rê li ber biryarên bilez û heta darvekirinên serweyê yasayê li dijî hevwelatiyan vedike.

Tawanbarkirina derbirînên kêfxweşiyê ji ber şerê Îran û Îsraîlê li Kurdistanê

Hevdem bi berdewambûna şerê Îran û Îsraîlê, Dozgeriya Giştî ya parêzgeha Sine her cure nîşandaneke kêfxweşiyê di nav torên civakî de wekî tawanbar daye zanîn û dê ew yeka rastî darizandina yasayî bê. Hengawê berê ragihandibû ku dozgeriyê bi şandina peyaman bo hevwelatiyan, ji ber "kêfxweşî û handan bo têkbirina ewlehiyê" gef li wan xwaribû.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî vê pêla binçavkirinê şermezar dike û tekezî dike ku Komara Îslamî ya Îranê bi sûdwergirtin ji tohmetên ewlehî, azadiya derbirîn û mafê mirovî sînordar dike. Hengaw daxwazê ji saziyên navneteweyî yên mafê mirovî dike ku bi hewlên xwe yên lez û bi awayekî serbixwe rewşa kesên hatine girtin bişopînin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin