Rapora hejmar 3 a Hengawê ji girtina hevwelatiyan li meşa şerê Îran û Îsraîlê; Girtina herî kêm 530 hevwelatî ji wan 30 jin û 2 hevwelatiyên Ewropayî

23 June 2025 11:50

Hengaw; Duşemî 23ê Hezîrana 2025an

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine serhevkirin, di berdewamiya şerê navbera Îran û Îsraîlê de û pêla berfireh a binçavkirinan, di heyama deh borên borî de, herî kêm 530 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin.

Li gorî vê raporê, hevwelatî li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tohmetên wekî "sîxurî bo Mosad", "propagendekirin li dijî hikûmetê" û "têkdana raya giştî" hatine girtin. Di nava girtiyan de herî kêm 30 jin û 2 hevwelatiyên Efxanistanê û 2 hevwelatiyên Ewropayî heye. Girtiyek siyasî yê bi navê Mecîd Museyibî, bi tohmeta “sîxurî bo Îsraîlê” sibêdeha roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025an, bi bê pêvajoya dadgehek dadperwerane û bi awayê dizî ve hate darvekirin.

Cudakirina binçavkiriyan pêka parêzgehan

Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyma deh rojên borî de herî kêm 530 hevwelatî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Xûzistanê bi 67 halet û li parêzgeha Teharnê bi 64 halet û parêzgeha Fars jî bi 53 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Xûzistan: 67 halet

Parêzgeha Tehran: 64 halet (hevwelatiyek Efxanî) (jinek)

Parêzgeha Fars: 53 halet

Parêzgeha Urmiye: 51 halet (18 keçên bin 18 saliyê)

Parêzgeha Loristan: 41 halet

Parêzgeha Hemedan: 30 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 24 halet (2 jin)

Parêzgeha Qum: 22 halet

Parêzgeha Simnan: 21 halet

Parêzgeha Kirman: 20 halet (1 jin)

Parêzgeha Îsfehan: 19 halet

Parêzgeha Bûşehr: 19 halet (ji wan hevwelatiyek Efxanistanê)

Parêzgeha Mazenderan: 16 halet

Parêzgeha Hormozgan: 14 halet

Parêzgeha Gulistan: 11

Parêzgeha Qezwîn: 10 halet (2 jin)

Parêzgeha Kirmaşan: 9 halet (6 jin) û (hevwelatiyek Ewropî)

Parêzgeha Yezd: 8 halet

Parêzgeha Erdebîl: 5 halet

Parêzgeha Elborz: 4 halet

Parêzgeha Sine: 2 halet

Parêzgeha Îlam: 2 halet

Parêzgeha Tewrêz: 2 halet

Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî (Şehrê Kurd): 1 halet

Parêzgeha Xurasana Bakur: 1 halet

Parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmed: 1 halet (hevwelatiyek Ewropî)

Parêzgeha Gîlan: 1 halet

Ji bilî binçavkiriyên ku li gorî parêzgehan hatine belavkirin, nûçeya binçavkirina 8 kesan li yek ji bajarên sînorî (bi bê hatina navê bajar) û herwisa 5 kesên dinê li yek ji parêzgehan û xwekujiya yek ji wan di dema binçavkirinê de ku navê parêzgehê nehatiye anîn bi awayekî fermî ji aliyê medyayên hukûmetî ve hatine weşandin.

Herwisa medyayên hikûmetî ji girtina çend kesên dinê li Bokan, parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê bi bê îşarekirin bi hejmara serast ragihandine.

Girtina herî kêm 30 jin di pêla berfireh a girtiyan de

Di nav binçavkiriyan de, herî kêm 30 jin hene, ji wan 6 jin li Qesra Şîrîn, 2 jin li parêzgeha Xurasan Rezewî, 2 jin li parêzgeha Qezwîn, jinek li Kirmanê û jinek li Tehranê hatine girtin. Herwiha li gorî rapora berê ya Hengawê, 18 keçên bin temenê 18 saliyê li Mehabadê ji ber çalakiyên xwe yên li nav torên civakî hatine girtin û piştre bi danîna barimteyê hatine berdan. Ev amare nîşanderê para zêde bi taybetî jinên Kurd bi 25 girtinan di pêla serkutên vê dawiyê de ne. Ev girtinane beşek ji pêlek berfireh a çewsandin û binpêkirinên mafê azadiya raman û derbirînê ne ku hevwelatiyan ji wan jinan li xwe digire.

Girtina hevwelatiyên Efxanistan û hevwelatiyên Ewropî

Di berdewamiya pêla berfireh a girtinan de, herî kêm du hevwelatiyên Efxanistanê li parêzgehên Tehran û Bûşehrê hatine girtin. Herwisa hevwelatiyek Ewropî li parêzgeha Kirmaşanê û hevwelatiyek din ê Ewropî li parêzgeha Kehgîlûye û Bûyerehmedê hatiye girtin.

Darvekirina girtiyên tohmetbar bi sîxurîkirin bo Îsraîlê

Mecîd Museyibî, yek ji girtiyên tohmetbar bi “sîxurî bo Îsraîlê” li rêkefta 22ê Hezîrana 2025an, di kiryareke tolhildanê de û bi bê agehdarkirina berê û dadgeheke dadperwerane, li cihekî nexuya hate darvekirin.

Hengawê berê huşdarî dabû ku, her demê aloziyên di navbera Komara Îslamî û Îsraîlê zêde dibin, hikûmet bi mebest hewla cîbicîkirina bi lez a sizayê darvekirinê bo hin kesan dide ku berê bi tohmeta "sîxurî bo Îsraîlê" di girtîgehan de bi dîl hatine girtin.

Zêdebûna zextên dadwerî bi biryareke lezgîn û gefa tundtirîn siza

Di berdewamiya gefên berê yên Wezareta Îtilaat û Dezgeha Dadwerî de bi sepandina sînordarkirinên tund û fermana darizandina bilez ya binçavkiriyan, Şêwreya Bilind a Ewlehiya Komara Îslamî jî bi weşana daxuyaniyekê daye zanîn ku her kiryarek di berjewendiya Îsraîlê de dê rastî reftarên tund û giran ên sizayan bên. Di vê derbarê de, Meclîsa Şêwreya Îslamî jî terheke du alî jî bi armanc zêdekirina sizayê kesên ku bi hikûmetên biyanî re hevkariyê dikin, pejirandiye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi tundî vê pêla binçavkirinê şermezar dike û tekezî dike ku Komara Îslamî ya Îranê bi sûdwergirtin ji tohmetên ewlehî, azadiya derbirîn û mafê mirovî sînordar dike. Hengaw daxwazê ji saziyên navneteweyî yên mafê mirovî dike ku bi hewlên xwe yên lez û bi awayekî serbixwe rewşa kesên hatine girtin bişopînin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin