Kuştina hikûmetî ya Armîta Gerawend; Salek serkut, sansor û bêdengiya bi zorê
Hengaw; Sêşemî 29ê Cotmeha 2024an
Rewşa ewlehî di salvegera Armîta Gerawendê de
Di yekemîn salvegera kuştina Armîta Gerawendê de, saziyên ewlehiyê zext li malbata Armîta Gerawendê kirin û ew ji weşana her cure agehiyekê derbarê Armîtayê bêpar kirin. Ji sibêdeha roja Şemî 26ê Cotmeha 2024an ve, hêzên ewlehî li derdora gor û mala malbatî ya Armîta Gerawendê heta dawiya roja salvegerê bi cih bibûn; ji bo ku rê ji ber her cure rêûresmekê di salvegera kuştina wê de bigirin. Heta ji malbata wê re jî, rê nedan ku ji deste gula ku ji bo wê çê kiribûn li ser torên xwe yên civakî biweşînin.
Pêka belgên ku gihane destê Hengawê, hêzên ewlehî bi hilkefta salvegera kuştina Armîta Gerawendê, hewla guherîna wêneya ser kevirê gora Armîtayê dan û tenê bi endamên pile yek ên vê malbatê re îzna 15 xulekan dan ku li ser gora wê amade bin.
Wêneya ku malbata Gerawend li ser kevirê gora Armîtayê xistibûn, wêneya rastî ya Armîtayê bi bê hîcaba bi zorê û bi awayekî silfî bûye, lê pêka wêneya nû ya bo Hengawê hatî şandin, hêzên ewlehî wêneya eslî ya Armîtayê hilgirtine û wêneyek bi bikaranîna “zîreka destkird” û bi hicaba bi zorê li ser gora wê xistine.
Armîta Gerawend, dersxwana 17 salî ya xelka Kirmaşanê û rûniştiya Tehranê bû, ku sala borî ji aliyê hicabvanên Komara Îslamî ya Îranê ve li rawestingeha metroyê ya “Meydana Şoheda” li Tehranê rastî tundûtîjiya mirinî hat û paşê li gorî vegotina hikûmetê ketibû komayê.
Pêwendiya kuştina hikûmetî ya Armîta Gerawend bi tevgera Jin Jiyan Azadî re
Kuştina hikûmetî ya Armîta Gerawend bûyera herî şibhîner a jinkujiya hikûmetî ya Jina Emînî piştî tevgera Jin Jiyan Azadî bû. Ratiyek dilêş ku pêka zanyariyên nû yên ku bo Hengawê hatine şandin, bê pêwendî bi kuştina Jina Emînî re nebûye.
Li gorî zanyariyên nû yên ku ketine destê Hengawê, Armîta Gerawend jî mîna gelek hemdemên xwe yên dehikên 80î yên Rojî, di nav tevgera Jin Jiyan Azad de beşdariyeke çalakane hebûye û gelek beriya hingê bi rakirina xavikê û bê hîcab di nava keşa giştî de derdikeve. Ev keça dersxan a 17 salî, wekî gelek kesên dinê ku baweriya wan digel nirxên olî yên Komara Îslamî ya Îranê yek nebûn, li dijî yasaya sepîner a hicaba bi zorê bû.
Bîranînên ku ji Armîtayê di hişê heval û malbata wê de mane, pêwendîdar bi agehdarkirina hîcaba bi zorê bû ku ji aliyê axûndekê ve li taxa wê pê re hatibû gotin, û Armîta li hemberî wê agehdariyê çend caran ji vî axûndî re dabû zanîn ku, her demekê te şaşika xwe rakir, wê demê ez ê jî hîcaba ku tu dixwazî berçav bigirim.
Herwisa Hengaw ji nû ve hatiye agehdarkirin ku, malbata Gerawend di bin zext û givaşên tund ên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê de heta vê demê ji ti saziyekê sikala venekirine.
Bi helkefta salvegera kuştina hukûmetî ya Armîta Gerawend, Hengaw di vê rapora lêkolîneyî de, dê şêweya kuştina Armîta Gerawend û tedbîrên ewlehiyê yên li ser kuştina wê, serkuta tund a malbatê û endezyariya keşa medyayî ji bo pêşîgirtin ji şoka hatina kuştin a wê ji ber hicaba sepîner lêkolîn bike.
28 roj li komayê û zextên ewlehî li ser malbata Armîta Gerawend
Ji yekemîn dema êrîşa ser Armîta Gerawend û veguhestina wê bo nexweşxaneya Fecr a girêdayî Ertêşa Îranê, kontrola keşa nûçeyan ji aliyê Dezgeha Ewlehî ya Komara Îslamî ve hate destpêkirin. Rojnamegerên serbixwe despêregihîştin bi malbat, xwedê Armîta û pizîşkan re nebûn û îzna çêkirina raporan di nava nexweşxaneyê de tinebûn. Nexweşxane ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû dorpêçkirin. Meryem Lotfî rojnamevana civakî ya rojnameya Şerq, piştî pêwendiya telefonî bi dayîka Armîta Gerawendê re hate girtin, beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneya Fecr a Tehranê rastî tedbîrên tund ên hêzên ewlehiyê hat û hemû hevdîtinên vê beşê hatine hilweşandin.
Di heman rojên destpêkê de, dayîk û bavê Armîta Gerawend anîne hemberî kamêrayê û ew di halekê de ku “nîgeran” dihatine xuyakirin, Bi dudilî li ser “daketina zexta wê” û “lêketina serê Armîtayê bi qiraxa tirênê” gotin. Dayîka Armîta Gerawend, “Şehîn Ehmedî”, di vê hevpeyvîna nimayişî de dibêje: “Ez nizanim çi çi, ez difikirim ku niha wan gotiye ku zexta wê daketiye yan jî ketiye erdê.” Hevpeyvînek ku zêdetir ji îtirafa bi zorê diçû. Di heman midehê de hevpeyvînek din ji Behmen Gerawend ê bavê Armîtayê di belavoka înternetî ya “Feraz”ê de hate belavkirin ku di wê hevpeyvînê de gotibû: “Çend rojek e ku haya min ji Armîtayê nîne, ez ser kar im! … Ez tenê dizanim ku di komayê de ye”. Eva di halekê de bû ku bavê Armîta ku kedkar bû, di heman rewşê de, ew neçar mabû ku karê rojane bike, û dayîka wê ya ku herî zêde li nexweşxaneyê amade bû ji bo şopandina rewşa Armîtayê amade bû.
Pêka zanyariyên Hengawê, di tevahiya pêvajoyên komayê de destpêregihîştinên malbata Armîtayê li nexweşxaneya Fecrê gelek sînordar bûn û di bin çavdêriya hêzên ewlehî de bûn. Heta bi xwîşka Armîtayê re îzîn nehate danê ku ji pişt şûşeyê ve wê bibîne. Ev rewşa ewlehî di tevahiya pêvajoyên ketina komayê ya Armîta Gerawendê de berdewam bû.
Ev malbate bi şêweyên cuda û çend demjimêrî di saziyên ewlehî de bû û wekî mînak li roja 1ê Cotmeha 2023an, herî kêm sê demjimêr malbata Armîta û pênc demjimêr jî, du hevalên wê li saziyên ewlehî di bin zext û givaşan de bûn.
Hevalên Armîta hevdem digel malbata wê neçar bi îtirafa bi zorê ya televîzyonî bûn, givaşên li ser hevalên Armîtayê di heyama salekê de berdewam bûne, bi awayekî ku yek ji heval û hevpolên wê ku navê wê li cem Hengawê hatiye parastin, ji ber zext û givaşan rastî êrîşa dil hatibû û rewşeke derûnî ya nebaş ceribandibû.
Heyamek piştî ketina Armîta Gerawend li komayê, vîdyoyek ji derveyê metroyê hate belavkirin. Vîdyoyek ji rêya hertimî ya çûna Armîtayê bo dibistanê bû. Ji gelekan re bû bi pirsiyar ku ji kuderê ve tê gotin ku vîdyoya hatî tomarkirin ji bo kîjan rojê bûye. Li gorî agahiyên ku heman demê ketine destê Hengawê, ti yek ji hicabvanan rojên piştî hingê li cihê karên xwe amade nebûne.
28 roj koma û endazyariya keşa medyayî
Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ti carî dîmenên kamêrayên hundurê metroyê li pêwendî digel dosyeya Armîta Gerawendê belav nekirin. Amine Sadat Zebîhpûr heman demê li pêwendî digel vê dosyeyê got: “Min pirsî ku çima di nava hundurê vagonê de vîdyoyek nehatiye belavkirin? Trênên rêzeya 100 kamêra tininin”. Bê guman, nedihat xeyalkirin ku di nav wan hemû trênan de, tam heman hêla metroyê ya ku Armîta tê de bû; Kamera tinebûye. Pêka îdeayên direwîn ên Amine Sadat Zebîhpûr, ku dosyeya jêpirsînî ya rojnamevaniya wê, gelek beriya niha ji aliyê girtiya siyasî Spîde Qeliyan ve hatibû holê, bi lêkolîna vîdyoyên li derveyî hêla metroyê hatibû eşkerekirin ku Armîta Gerawend di nava vagona rêzeyî ya 1200ê de bûye û ne vagona rêzeyî ya 100ê.
Hengawê bi lêkolîna vîdyoyên hatinî belavkirin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ve gihaye bi vê encamê ku ev vîdyoyane li pêwendî bi vê dosyeyê hatine destêwerdankirin ku gelek nakokiyên sade lê di heman demê de gelek cidî li xwe digire. Wekî mînak li vîdyoyên ku ji aliyê dezgeha ewlehî ya hikûmeta Îranê ve hatine belavkirin, beşek ji demjimêr 6:52:40 ve derbasî 6:54:20 dibe (100 çirkeyek hatiye reşkirin) herwisa di beşeke dinê de ji 6:54:50 ve li supermarketê bo 6:57:31 (150 çirke hatiyereşkirin) derbas dibe. Dîsan ji 6:58:15 ve derbasî 6:59:40 dibe. Bi çendîn caran lêkolînkirina van vîdyoyan, tê xuyakirin ku di dema hereketkirina Armîtayê de bo aliyê derî, jinek beriya Armîtayê derbas dibe û pêşiya wê dikeve, tam heman demê ji aliyek dinê ve bi kamêrayên cur bi cur hatiye tomarkirin, heman jin ji pişt wê ye. Li cihek dinê sê mêr li ser pîlekanên elektronîkî li cihên cud hene, lê li vîdyoya kamêraya dinê wunda dibin. Tevahiya van haletane, ziyanek zêde bi riwayeta van vîdyoyane dema çûna nav metroyê gihand.
Li gorî lêkolînên Hengawê li heman demê ji zanyariyên ser malpera fermî ya vagonên Tehranê hate diyarîkirin ku tevahiya vagonên metroya sala 90ê ya Rojî bi kamêrayan hatine dabînkirin. Bi gotineke dinê, zanyariyên vagonên metroya Tehranê berevajiya îdeayên hêzên ewlehiyê bûn û bi vê sedemê jî her zû ev zanyarî ji malpera metroya Tehranê hatine reşkirin.
Di vê derbarê de, Hengawê di heman demê de, li gorî Encumena Hevahengiya Saziyên Sendîkayî yên Mamostayan, di daxuyaniyeke fermî de ragihand, ku berpirsê parastina Perwerde û Hînkariyê (bi tîmeke serkutkarên ewlehî re) çûye huneristana “Erwet el-Wesqî”; Gef li hevpolên Armîtayê xwaribûn ku derbarê Armîta Gerwanedê de agahiyan belav nekin û huşdarî dabûne mamosteyên dibistanê ku eger destûrên ewlehî binpê bikin dê ji kar werine derxistin.
Di heman demê de hevpeyvînek ji du hevalên Armîtayê hate belavkirin ku di wê de, her du li cihekê û her du mêzeyê ciheke dinê ji bilî kamêrayan dikin. Her du destewaje û peyvên wekhev wek mînak “ketina serê wê bi derî û rawestingeha metroyê” bi kar dihanîn û strês jî hebûn, pêvajoyek ku li vîdyoyên îtîrafên bi zorê û rêvebirina saziyên ewlehiyê pir adetî ye. 4ê Cotmeha 2023an, hevdem bi belavbûna rapora ewlehî ya Amîne Sadat Zebîhpûr, Ajansa Îrnayê vîdyoyek ji heman du kesan, Mehla û Fatimeyê ku rengê demûçavê wan têk çûbû, belav kir. Hengaw teîd dike ku nasnameya rastî ya van du keçên hevpolên Armîtayê ku neçar bi îtirafa bi zorê bibûn, Mehla û Fatime nîne.
Piştî wan dîmenan, rêya hereketa Armîta ji derve ber bi hundurê metroyê ve ji aliyê Dezgeha Ewlehî ve di nava torên civak de hatine belavkirin, ku berevajî armancên wan, şik û guman zêde kirin. Li ser bingeha çavdêriya baldar a van vîdyoyan, bi zelalî tê dîtin ku Armîta di dema ketina metroyê de û kirîna tiştan li supermarketê, rewşa wê baş û serhal xuya dike. Di vê demê de, ew wekî kesê nîne ku biryar e di çend xulekên dinê de bêhiş bibe. Eva di halekê de ye ku, nûçegihanên hikûmetî gotin ku Armîta Gerawend bi tevahî bêhiş bûye.
Lê di vîdyoya piştî bûyerê de tê dîtin ku lingên Armîtayê di halê hereketê de ne. Herwisa hin belgên Ceribandingeha Lêborîna Navdewletî ew şaşiyên ku di kamêrayên çavdêrî yên Komara Îslamî ya Îranê de li metroyê hatine belavkirin, eşkere kir û nivîsî: “Ev beşek ji hewlên tirsnok ên rayedarên Îranê ji bo veşartina rastiyan in.”
Di wê fayla dengî de ku medyayên hikûmetî derbarê vê bûyerê belav kirin, fermanberê metroyê pêwendiyê bi beşa hawarhatinê ve digire û di çirkeya 16ê ya vê fayla dengî de, fermanber dibêje ku “xanima rêwîng xwestiye siwarê trênê bibe û niha li erdê ketiye”. Di vê faylê de heman beşa ku pêwendîker dibêje di vagonê de çi bûyerek qewimiye, ji vê fayla dengî hatiye reşkirin.
Di tevahiya demên ku Armîta Gerwaned li komayê bû û Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi awayekî cidî û berdewam nûçeya wê diweşand û dişopand, malbata wê di bin tundtirîn tedbîrên ewlehiyê de bû. Ev keşa ewlehî ji ber wê ku Armîta li nexweşxaneya ertêşê hatibû razandin, ji aliyê hêzên parastinê yên taybet bi nexweşxaneyê ve dihate kontirolkirin, ku ji nexweşxaneyên din ewletir bû.
Hêzên ewlehî huşdarî daye malbata Armîta ku bi ti awayekî digel medyayên derveyê welat hevpeyvînê nekin, û her pêwendiyek digel saziyên mafê mirovî û bi taybetî medyayên çalak li Kurdistanê wekî nîşaneya cudahîxwaz ji vê malbatê re pênase kirine. Ji wan re hatibû zanîn ku, ew kesane plana kuştina we hene û em (hêzên ewlehî) hewl didin ku we biparêzin.
Hengawe herwiha hin agehî bi dest xistine ku nîşan dide kesek bi navê Seîd Gerawend, serhengê hêzên Întizamî li Tehranê, ku mêrê xaleta Armîta Gerawend û pismamê bavê wê bû, dema ku Armîta li nexweşxanê bûye wî roleke sereke di sansorkirina nûçeyan de lîstiye û berpirsiyarê sereke yê destbiserdegirtina telefonên hejmarek ji endamên malbatê û kontrolkirina berdewam a xizmên wê di torên civakî de hebûye û bi awayekî ku gefa girtinê li wan xwaribû.
Di vê navberê de, mînakên zextên ewlehiyê yên li ser vê malbatê wekî kontrolkirin û guhdarîkirina alavên pêwendîgirtinê, kontrolkirina keşa mal û nexweşxaneyê û heta girtina dayîka Armîta Gerawendê ya bi navê Şehîn Ehmedî hebûn.
Li gor zanyariyên Hengawê, tedbîrên ewlehiyê li ser vê malbatê hebûn û heta bikarin pêwendiyê digel torên civakî û siyasî yên Kurdistanê negirin û zanyariyên derbarê rewşa Armîtayê bi awayekî nezelal bi rêya medyayên hikûmetî re werine belavkirin. Belavkirina îtîrafên bi zorê, tekezîkirina li ser ewlehiya keşa nexweşxaneyê, nehiştina hebûna rojnamevanan û gefên ewlehiyê li ser malbata Armîta, û herwiha kontrolkirina keşa hevpolên wê, hemû beşek ji endezyariya medyayî ya hikûmetî bûn ku pêşiya nûçeyên kuştina hikûmetî ya wê bê girtin.
Nûçeya mirina bi tekezî ya Armîta Gerawend û şert û mercên ewlehiyê yên derdora rêûresma bi axspartinê
Di dawiyê de Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi Spaha Pasdaran a Îranê li rêkefta 28ê Cotmeha 2023an, daye zanîn ku Armîta Gerawend canê xwe ji dest daye. Yek ji kesên nêzî malbata Armîtayê di heman demê de ji Hengawê re got ku bi nerîna wî Armîta ji heman destpêkê ve hatibû kuştin û wan nûçeya mirina wê 28 rojan bi lîstina senariyoya ketina komayê pare hêştin heta ku pêşî ji şoka nûçeya wê bigirin û keşa ewlehî li dora wê nûçe û malbatê çê bikin.
Pêka belgên ku li Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di pêvajoya belavkirina mirina Armîta Gerawend û bi axspariya wê de, bi dehan hevwelatî hatine girtin ku nasnameya 22 kesan ji wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Ji van 22 kesan, 20 kes bi navên “Nesrîn Stûdê, Munzer Zerabî, Mesûd Zeynalzade, Mihemed Gerawend, Fatime Heqanî, Nîlûfer Mîrzayî, Hemîd Ebaspûr, Haşim Mêhr Eliyan, Mecîd Hûşeng Kiyanpûr, Mihemedriza Fexîm Awer, Mêhran Hacî Haşimî, Esxer Seyîd Ferecî, Elî Sûxtêra, Ramtîn Bendê, Fatimiya Zehrayî, Mîtra Qasimî, Yûsif Hûşiyar, Siyamek Mesîhpûr û Îman Mîrî” li rêûresma bi axspartinê hatine girtin. Du kesên dinê yên bi navên “Hemîd Himetî û Ramîn Welînijad”, welatiyên xelkê Îlamê bûn ku ji ber nîşandana nerazîbûnê di nav torên civakî de bi mirina bi tundûtîjî ya Armîta Gerawendê hatibûne girtin. Herwisa “Sedîqe Wesmeqî” û hin çalakvanên jinên amade li rêûresma bi axspartinê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û kutanê hatin.
Pêka zanyariyên ku gihane destê Hengawê, tevî tekezîkirina malbata Armîtayê ji bo vegerandina termê wê bo Kirmaşanê, hêzên ewlehiyê ew rastî givaşan anîn û dane zanîn ku ew nîgeran in ku “ew halete jî dikare wekî haleta Jîna Emînî lê bê”. Yek ji çavkaniyên Hengawê li derheq vê dosyeyê dibêje: Hêzên ewlehî bi zelalî gotibûne malbat Gerawendê ku “ji ber sînorîbûna bajarê Kirmaşanê, wan şiyana kontirolkirina aloziyek dubare wekî bi axspartina Jînayê nîne”
Piştî salek şopandina rewşa ewlehî ya malbata Gerawendê piştî kuştina keça wan, Hengawê zanyarî bi dest xistin ku, vê malbatê tevî nebûna îznê ji bo vegerandina termê Armîtayê bo Kirmaşanê, heta îzn peyda nekirine ku ji bo rêûresmên heftane yan çileya wê li Kirmaşanê rêûresmekê bi rê ve bibin.
Herwisa li gorî zanyariyên nû ku di vê derbarê de ketine destê Hengawê, vê malbatê heta ji bo kevirê gora Armîtayê û nivîsên li ser kevir di bin givaşan de bûne û îzn nebûne ku helbesta Kurdî ya xwasta Armîtayê ku di dema jiyanê de bi awayekî vîdyoyî xwandibû, li ser kevirê gora wê bidin. Ev hêzane heta dijayetiya nivîsîna navê dayîka wê li ser kevirê gorê kirine û di dawî de bi zextên malbat û bi taybetî dayîka wê, navê diya wê li ser kevir hate nivîsîn. Wêneya ku malbata wê li ser kevirê gorê xistibûn bi çendîn caran hate guherîn û di dawî de bi bê îzna malbata Armîta Gerawend û ji aliyê saziyên ewlehî ve wêneya hicaba bi zorê û bi bikaranîna zîreka destkird li ser gora Armîtayê xistin.
Hengaw kuştina hikûmetî ya Armîta Gerawendê di rêza jinkujiya hukûmetî de û wekî mînakek ji apartayda zayendî dihesibîne. Ev dosyeye yek ji rêze qetlên hikûmî tê hesibandin ku ji aliyê Dezgeha Polîs a Komara Îslamî ya Îranê ve li dijî jinan û kêmîneyên zeyendî bi sedema yasayên girêdayî bi hicaba bi zorê hatiye kirin. Kuştinên hikûmetî yên pêwendîdar bi jin û keçên ciwan, di bin rêze jinkujiyên hikûmetî de cih digire. Her ku jin an keçek ji ber pirsek bi zayendeya xwe ve were kuştin, ev mijarek kuştina jinan e, û ger polîs û hêzên ewlehiyê van kuştinan pêk bînin, nemaze li ser bingeha yasaya girêdayî zayenda civakî, ev mînakek eşkere ya kuştina jinan e.