Di meha Nîsana 2024an de 134 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

05 May 2024 09:31


Hengaw; Şemî 4ê Gulana 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2024an de, herî kêm 134 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 63 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 63 welatiyên Kurd, 28 hevwelatiyên Belûç û herwisa 15 jin û zarokek û 20 mamoste û xwendekar di heyama meha borî (Nîsana 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li gorî parêzgehan

Li gor vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 39 halet hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 28 halet, parêzgeha Sinê 15 halet, û Tehran jî 14 haletên binçavkirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Urmiye: 39 halet (38 halet welatiyên Kurd û hevwelatiyekî jî Tirk bûye)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 28 halet
Parêzgeha Sine: 15 halet
Parêzgeha Tehranê: 14 halet
Parêzgeha Îlamê: 7 halet
Parêzgeha Xûzistanê: 6 halet (3 hevwelatî Lorên Bextiyarî û 3 hevwelatî jî Ereb)
Parêzgeha Gîlan: 6 halet
Parêzgeha Kirmaşanê: 4 halet
Parêzgehên Loristan, Xurasana Rezewî û Elborz: Her yek 3 halet
Parêzgehên Fars û Merkezî: Her yek 2 halet
Parêzgehên Tewrêz û Îsfehan: Her yek haletek

 

68 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Nîsanê de aliyê kêm 63 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 47 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha borî de aliyê kêm 28 hevwelatiyên Belûç beranberî 21 ji sedî ji tevahiya haletan û 4 welatiyên Tirk hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Nîsanê de pêka mehên borî zêde bûye û di meha derbasbûyî de 6 çalakvanên Sune mezheb ku 4 kes ji wan bi navên Seîd Qenberzehî, Umer Daristan, Newh Kohî û Seîd Zernema ji çalakvanên Sune mezheb yên Belûç û 2 kes jî yên bi navên Dawûd Weysî û Emîr Fîrûzî ji çalakvanên Kurd bûne ku ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin.

Herwisa Mîna Xewacûwî Qewmî ya olguhera Xirîstiyan û ya 60 salî li Tehranê, ji bo derbaskirina qonaxa girtîgeha xwe hatibû girtin. Di meha Çileyê de hatibû girtin, lê nûçeya girtina wê di meha Nîsanê de hatibû medyayîkirin.

 

Girtina 15 jin û zarokek di meha Nîsanê de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 15 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %11.2 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye.

Semanê Esxerî, Hestî Emîrî, Nefîse Letîfiyan, Nîgar Abidzade, Atêna Ferqdanî, Dîna Qalîbaf, Ayda Şakeremî û Mîna Xwacûyî Qewmî ji Tehranê, Xedîce Mehdîpûr ji Giyelanê, Hestî Tali`i Teleb ji Meşhedê, Fehîme Sultanî ji Îsfehanê, Meriyem Besîrtewana, Mehsa Besîrtewana ji Fûmenê, Perîsa Salihî ji Kerecê û Meriyem Zelekî ji Ehwazê, 15 jin in ku meha borî hatin binçavkirin û nasnameya wan hatiye eşkerekirin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm zarokek bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin. Hîwa Şerîfî yê 17 salî û xelkê bajarê Şinoyê meha borî ji bo birêvebirina sizayê xwe hatibû girtin û bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

 

Girtina aliyê kêm 20 mamoste û xwendekar di meha Nîsana 2024an de

Di heyama meha Nîsana îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekarana zêde bû û aliyê kêm 10 xwendekar û 10 mamoste ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin ku beranberî 15 ji sedî ji tevahiya girtinan di vê mehê de bûye. Aliyê kêm 5 kes ji xwendekarên hatinî girtin û yek ji mamosteyê binçavkirî jin bûne.

 

Navên mamosteyên girtî;

1- Mihemed Sadiqî ji Erakê
2- Selman El-Fetî ji Giyelanê
3- Mohsên Ehmedî ji Karzana Îlamê
4- Aman Celalînijad ji Ehwazê
5- Tahir Esxerpûr ji kerecê
6- Esxer Emîrzadigan ji Fîrûzavayê
7- Xalid Ehmedî ji Sinê
8- Emîr Îsmayîlî ji Xuremavayê
9- Ehmed Nûçiyan ji Ehwazê
10- Meryem Zelakî ji Ehwazê

 

Navên xwendekarên girtî;

1- Hestî Emîrî ji Tehranê
2- Ziya Nebevî ji Tehranê
3- Fehiye Sultanî ji Îsfehanê
4- Îrac Mihemedzade ji Ciwanroyê
5- Xusrew Behadurî Qeşqayî ji Şîrazê
6- Elî Ehmed Kohken ji Zahidanê
7- Erjeng Murtezewî ji Kerecê
8- Dîna Qalîbaf ji Tehranê
9- Perîsa Salihî ji Kerecê
10- Muteherê Qûneyî ji Tehranê

 

Di meha Nîsanê de herî kêm 7 çalakvanên medyayî hatine girtin

Di heyama meha borî de herî kêm 7 rojnamevan û çalakvanên medyayî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye;

1- Îrac Mihemedzade ji Ciwanroyê
2- Resûl Gelêban ji Urmiyê
3- Mistefa Hemdî ji Seqizê
4- Dîna Qalîbaf ji Tehranê
5- Perîsa Salihî ji Kerecê
6- Keywan Rehîmî ji Seqizê
7- Emîr Îsmayîlî ji Xuremavayê

 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Nîsana 2024an de, hunermend û mamostayê Ehwazê Eman Celalînijad ji aliyê saziyên ewlehiyê ve hate girtin û hunermendê xelkê Reştê yê bi navê Îsa Çolandîm jî bo derbaskirina sizayê xwe hatibû girtin.

Herwiha herî kêm 4 nivîskar û wergêr yên bi navên Cemal Amilî xelkê Tehranê, Luqman Qenberî xelkê Serpêla Zehawê, Elîriza Beheştiyê Şîrazî yê xelkê Tehranê û Siyamak Mesîhpûr yê xelkê Behbehanê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Cemal Amilî û Siyamak Mesîhpûr ji bo cîbicîkirina sizayê xwe hatibûne girtin.

 

Nasnameya van 134 kesan di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin