Di meha Gulana 2024an de 141 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

03 June 2024 10:30

 

Hengaw; Duşemî 3ê Hezîrana 2024an

 

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2024an de, herî kêm 141 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 80 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 80 welatiyên Kurd, 18 hevwelatiyên Belûç û 11 hevwelatiyên Tirk û herwisa 14 jin û 3 zarok û 5 mamoste û xwendekar di heyama meha borî (Gulana 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li gorî parêzgehan

Li gor vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 58 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 18 halet, parêzgeha Sinê 12 halet û Tewrêz jî 10 haletên binçavkirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Urmiye: 58 halet (57 halet welatiyên Kurd û hevwelatiyekî jî Tirk bûye)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 18 halet
Parêzgeha Sine: 12 halet
Parêzgeha Tewrêzê: 10 halet
Parêzgeha Kirmaşanê: 7 halet
Parêzgeha Gîlanê: 6 halet
Parêzgeha Tehranê: 5 halet
Parêzgeha Kirman: 4 halet (3 welatiyên Lor û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 3 halet (3 hevwelatiyên Fars û welatiyekî Kurd)
Parêzgehên Îlam, Çarmehalê Bextiyarî, Kehkîlûye û Bûyer Ehmed û Qezwîn: Her yek 3 halet
Parêzgehên Loristan, Mazenderan, Hormozgan, Xûzistan, Erdebîl û Îsfehan: Her yek haletek

 

70 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Gulana 2024an de aliyê kêm 80 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 57 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha borî de aliyê kêm 18 hevwelatiyên Belûç beranberî 13 ji sedî ji tevahiya haletan û 11 welatiyên Tirk hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Gulanê de pêka mehên borî zêde bûye û di meha derbasbûyî de 12 çalakvanên Sune mezheb ku 4 kes ji wan bi navên Husên Elîmuradî yê xelkê Sinê, Hadî Yûsifpûr yê xelkê Pîranşarê, Ebdulah Berzger ji Serdeştê û Nebî Weysî yê xelkê Ciwanroyê ji çalakvanên Sune mezheb yên Kurd bûne ku hatine girtin. Aliyê kêm 8 çalakvanên mezhebî yên Belûç jî yên bi navên Ebdulehed, Hadî Narûyî yê 17 salî, Eweys, Refîulah, Welîd, Seîd Siyahî yê 16 salî, Muhebulah û Zahid yê xelkê Çabehar, Rask û Îranşehrê hatine girtin.

Herwisa sê çalakvanên Behayî yên bi navên Sipîde Reşîdî ya rûniştiya Ehwazê, Nazîla Xanîpûr û kurê wê yê bi navê Wesl Hêrawî ji Reştê di meha Gulanê de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.

 

Girtina 14 jin û 3 zarok di meha Gulana 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 14 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %10 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye.

Muteherê Gûneyî ji Tehranê, Sumeyê Qadirpûr ji Pîranşarê, Feringîs Fethî û Ekrem Koxiyan ji Melekanê, Sûsen Hesenzade û Efsane Şahî ji Bokanê, Merziye Mu`imênî ji Meşhedê, Sudabe Wehabî ji Çalûsê, Sipîde Reşîdî ji Ehwazê, Sema Emoşahî ji Îsfehanê, Nazîla Xanîpûr ji Reştê, Meryem Mehmûdabadî ji bajarê Sîrcanê, Hetaw Ekramî ji bajarê Mehabadê ji wan 14 jinan in ku di meha Gulanê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û nasnameya wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm sê zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin ku du kes ji wan hevwelatiyên Belûç û kesek jî Kurd bûye. Mubîn Şêxepûr ê 16 salî û xelkê Mehabadê, Seîd Siyahî yê 16 salî û xelkê Çabeharê û Hadî Narûyî yê 17 salî û xelkê Îranşarê ji wan sê zarokane ne ku di meha Gulanê de hatine girtin.

 

Girtina aliyê kêm 5 mamoste û xwendekar di meha Gulana 2024an de

Di heyama meha Gulana îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekarana zêde bû û aliyê kêm 3 xwendekar û 2 mamoste ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

 

Navên mamosteyên girtî;

1- Mihemed Seîdî Ebulhesaqî ji Lordiganê
2- Sadiq Zîba Kelam ji Tehranê

 

Navên xwendekarên girtî;

1- Muteher Gûneyî ji Tehranê
2- Mihemed Dawerî ji Dêhdeştê
3- Arman Muradî ji Dîwanderê

 

Di meha Gulanê de herî kêm 8 çalakvanên medyayî hatine girtin

Di heyama meha borî de herî kêm 8 rojnamevan û çalakvanên medyayî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye;

1- Mihemed Saranî ji Zahidanê
2- Hejar Mehmûdî ji Pîranşarê
3- Dilşad Şadab ji Şinoyê
4- Basit Qadirzade ji Şinoyê
5- Tahir Hacîpûr ji Şinoyê
5- Semî`i Mehmûdî Eqdem ji Şinoyê
6- Husên Ebasî ji Benderebasê
7- Hejar Rehîmî ji Mehabadê

 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Gulana 2024an de, aliyê kêm 5 hunermend ên bi navên Hadî Lawe ji Şinoyê, Berzîn Ceiferî ji Giyelanê, Wefa Ehmedpûr û Daniyal Muqedem ji Tehranê û Kamiyar Bamdad ji Talaşê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Herwisa Cemşîd Ezîzî, helbestvanê xelkê bajarê Astarayê ji bo derbaskirina qonaxa sizayê xwe hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.

 

Nasnameya van 141 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin