Di meha Hezîrana 2024an de 83 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

02 July 2024 22:41

Hengaw; Sêşemî 2ê Tîrmeha 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2024an de, herî kêm 83 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 29 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 29 welatiyên Kurd, 16 hevwelatiyên Belûç û 10 hevwelatiyên Tirk û herwisa 8 jin û 3 zarok û 5 mamoste û xwendekar di heyama meha borî (Hezîrana 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li gorî parêzgehan

Li gor vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 16 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 13 halet, parêzgeha Kirmaşan û Tehranê her yek ji wan 8 haletên binçavkirinê hatine tomarkirin.
 

Parêzgeha Urmiye: 16 halet (15 halet welatiyên Kurd û hevwelatiyekî jî Tirk bûye)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 13 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 8 halet
Parêzgeha Tehranê: 8 halet (3 hevwelatiyên Tirk û 5 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 6 halet (welatiyek Kurd û 5 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Tewrêz: 6 halet
Parêzgeha Sine: 5 halet
Parêzgeha Gîlan: 4 halet
Parêzgeha Kirman: 3 halet (3 hevwelatiyên Belûç)
Parêzgehên Îsfehan: 3 halet (2 hevwelatiyên Lor û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Kehkîlûye û Bûyer Ehmed: 2 halet
Parêzgeha Xûzistan: 2 halet (hevwelatiyek Ereb û hevwelatiyek Lor)
Çarmehalê Bextiyarî, û Qezwîn: Her yek 3 halet
Parêzgehên Loristan, Mazenderan, Qezwîn, Simnan, Fars, Xurasana Bakur, Çiharmehal û Bextiyarî û Bûşehr: Her yek haletek

 

54 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne

 

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2024an de aliyê kêm 29 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 35 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Di meha borî de aliyê kêm 16 hevwelatiyên Belûç beranberî 19 ji sedî ji tevahiya haletan û 11 hevwelatiyên Tirk beranberî 12.5 ji sedî ji tevahiya haletan hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Hezîranê de pêka mehên borî kêmtir bûye û di meha derbasbûyî de 11 çalakvanên Sune mezheb ku 7 kes ji wan bi navên Metîn Mehdîzade yê xelkê Şinoyê, Seyîd Ehmed Ehmediyan yê xelkê Selas û Bawecanî, Hemîd Ebasî yê xelkê Sinê û Kawe Seyîdzade, Ako Zeynebî, Yûsif Mewlayî û Dr. Îsmayîl yên xelkê Bokanê ji çalakvanên Sune mezheb yên Kurd bûne ku hatine girtin. Herwisa aliyê kêm 4 çalakvanên Sune mezheb yên xelkê Xafê yên bi navên Şemsedîn Muteherî, Husên Ehmed Şehîdî, Fazil Muradî û Gulmihemed Mensûrî hatine girtin.

Herwiha 2 birayên Kurd ên Yarsan ên xelkê Sehnê yên bi navên Pûriya Minetî û Şoca`i Minetî, nûbawerekî Xirîstiyanî yê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Ferox Kakayî û Mezahîr Heyderî ji şêxên Gonabadî yê xelkê bajarê Kurd û Tahîra Newrozî ji çalakvanê Behayî û rûniştiya bajarê Şîrazê di meha Hezîranê de ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin.

 

Girtina 8 jin û 3 zarok di meha Hezîrana 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 8 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %10 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye.

Semîra Necatiyan, Hûra Nîkbext û Seba Azerpeyk ji Tehranê, Hemîde Zari`î û Mehtab Sedrî ji Reştê, Tahîre Newrozî ji Şîrazê, Meriyem Mîhrabî ji Mubareke û Atife Rengrîz ji Damxanê ji wan 8 jinan in ku di meha Hezîranê de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û nasnameya wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Herwisa di vê heyamê de, aliyê kêm sê zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatiye girtin ku du kes ji wan hevwelatiyên Lor û xelkê Mubareke ne û kesek jî Belûç bûye. Sitare Bextiyarwend ya 11 salî û Sewgend Bextiyarwend ya 8 salî û xelê Mubareke û Emîrhusên Mîrbelûç Zehî yê xelkê Xaşê ji wan sê zarokane ne ku di meha Hezîranê de hatine girtin.

 

Girtina aliyê kêm 5 mamoste û xwendekar di meha Hezîrana 2024an de

Di heyama meha Hezîrana îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamoste û xwendekarana zêde bû û aliyê kêm 2 xwendekar û 3 mamosteyên zanîngeh û dibistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin.

Navê mamosteyên girtî;

1- Husên Baqirîniya yê xelkê Meşhedê
2- Mistefa Robatî yê xelkê Şîrwanê
3- Hûra Nîkbext ji Tehranê

Navê xwendekarên hatinî girtin;

1- Mihemed Hadî Şerîfîneseb ji Heştrûdê
2- Îhsan Ferîdî ji Tewrêzê

 

Di meha Hezîranê de herî kêm 5 çalakvanên medyayî hatine girtin

Di heyama meha borî de herî kêm 5 rojnamevan û çalakvanên medyayî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye;

1- Yaşar Sultanî ji Tehranê
2- Seba Azerpeyk ji Tehranê
3- Mehtab Sedrî ji Reştê
4- Wehîd Eşterî ji Tehranê
5- Hadî Kesayîzade ji Tehranê

 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Hezîrana 2024an de, aliyê kêm hunermendek bi navên Mîlad Celîlî yê xelkê Tewrêzê û nivîskarek bi navê Ceifer Hemîdî yê xelkê Ehwazê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

 

Nasnameya van 83 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin