Di Tîrmeha 2024an de 92 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

04 August 2024 11:26

Hengaw; Yekşemî 4ê Tebaxa 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2024an de, herî kêm 92 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 49 kes in.

Li gorî vê raporê, herî kêm 22 çalakvanên jin, 49 welatiyên Kurd, 12 hevwelatiyên Gîlek û 12 hevwelatiyên Belûç di heyama meha borî (Tîrmeha 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Urmiyê hatiye tomarkirin.

 

Cudakirina hevwelatiyên girtî li gorî parêzgehan

Li gor vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Urmiyê bi 32 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Sine bi 21 halet, parêzgeha Gîlan 12 halet û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 11 haletên binçavkirinê hatine tomarkirin.
 

Parêzgeha Urmiye: 32 halet (28 halet welatiyên Kurd û 3 hevwelatiyên Tirk û hevwelatiyek Behayî)
Parêzgeha Sine: 21 halet
Parêzgeha Gîlan: 12 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 11 halet
Parêzgeha Tehranê: 7 halet (5 hevwelatiyên Fars û hevwelatiyek Lor û welatiyek Kurd)
Parêzgeha Xûzistanê: 3 halet (3 hevwelatiyên Ereb)
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet (2 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Gulistan: 2 halet (hevwelatiyek Fars û hevwelatiyek Belûç)
Parêzgeha Elborz: 2 halet

 

80 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç û Gîlek bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama Tîrmeha 2024an de aliyê kêm 49 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 54 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Herwisa di meha borî de aliyê kêm 12 hevwelatiyên Gîlek beranberî 13 ji sedî ji tevahiya haletan û 12 hevwelatiyên Belûç beranberî 13 ji sedî ji tevahiya haletan hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di Tîrmehê de pêka mehên borî berdewam bûye û di meha derbasbûyî de 3 çalakvanên Sune mezheb ên Kurd û 2 çalakvanên Behayî hatine girtin ku nasnameya wan li jêrîn hatiye nivîsîn. Sê çalakvanên Kurd li rêkefta 29ê Çileya îsal hatibûne girtin û di vê dawiyê de piştî wê ku bi “miharibeyê” hatibûne tohmetbarkirin, nûçeya girtina wan hate medyayîkirin.

Çalakvanên Behayî:
1- Mojgan Selmanzade ji Tehranê ku li bajarê Makûyê hate girtin.
2- Nahîd Bêhrûzî hevwelatiya Behayî ya xelka Ferdîsa Kerecê

Çalakvanên Sune mezheb:
1- Silêman Edhemî ji Bokanê
2- Hîwa Nûrî ji Bokanê
3- Husên Xusrewî ji Bokanê

 

Girtina 22 jinan û tomernebûna girtina zarokan di Tîrmeha 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 22 çalakvanên jin li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %24 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Re`ina Kûrkûrî ji Îzeyê, Dilvan Şerîfî ji Seqizê, Îran Şerîfî ji Şûşterê, Merziye Rîgîdadres ji Gulistanê, Zohrê Dadres, Ferûx Semî`iyan, Azadê Çavoşiyan, Cilwê Cewahirî û Metin Yezdanî ji Reştê, Sara Cehanî û Şîva Siyah Siyah ji Lahîcanê, Nigîn Rizayî ji Fomenê, Mozgan Selmanzade, Mewlûd Sefayî û Perwîn Muslimî ji Tehranê, Ferîde Weysî ji Pawê, Yasemîn Heşderî ji Benderê Enzelî, Nahîd Bêhrûzî ji Ferdîsê, Solmaz Hesenzade ji Bokanê û Fateme Paymerd ji Pîranşarê.

Di Tîrmehê de girtina zarokan nehatiye tomarkirin.

 

Girtina aliyê kêm 3 mamoste û tomarnebûna girtina ti xwendekarekê di Tîrmeha 2024an de

Di heyama Tîrmeha îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamosteyan berdewam bûye û aliyê kêm mamosteyek zanîngeh û 2 mamosteyên dibistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin. Di meha borî de ti haletek ji girtina xwendekaran nehatiye tomarkirin.

Navê mamosteyên girtî;
1- Muhsên Burhanî ji Tehranê
2- Îsmayîl Me`irûfî ji Pîranşarê
3- Hîsam Mehdî ji Kamêranê
 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di Tîrmeha 2024an de, aliyê kêm hunermendek Belûç yê bi navên Asif Sûrî û nivîskar û lêkolereke jin ya bi navê Mojgan Selmanzade digel Zara Îsmayîlî herdu xelkê Tehranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

 

Nasnameya van 92 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye.


Di vî warî de zêde bixwînin