Di meha Tebaxa 2024an de 93 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

04 September 2024 11:52

Hengaw; Çarşemî 4ê Îlona 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Tebaxa 2024an de, herî kêm 93 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 40 kes in.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 10 çalakvanên jin, 5 zarok, 40 welatiyên Kurd, 23 hevwelatiyên Belûç û 8 hevwelatiyên Tirk di heyama meha borî (Tebaxa 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatiye tomarkirin.

 

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 20 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Urmiyê 18 halet, parêzgeha Kirmaşan 14 halet û parêzgeha Xûzistanê jî 9 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatine tomarkirin.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 20 halet 
Parêzgeha Urmiye: 18 halet (tevahiya kesên binçavkirî Kurd bûne)
Parêzgeha Kirmaşan: 14 halet
Parêzgeha Xûzistan: 9 halet (4 hevwelatiyên Lor û 5 hevwelatiyên Ereb)
Parêzgeha Sine: 7 halet
Parêzgeha Tehran: 6 halet (5 hevwelatiyên Fars û welatiyek Lor)
Parêzgeha Kirman: 5 halet (3 hevwelatiyên Belûç û 2 hevwelatiyên Fars)
Parêzgeha Tewrêz: 5 halet
Parêzgeha Merkezî: 2 halet (hevwelatiyek Tirk û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Erdebîl: 2 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 1 halet (welatiyek Kurd)
Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyerehmed, Gîlan, Fars û Îsfehan: Her yek ji wan haletek binçavkirinê hatiye tomarkirin

 

Aliyê kêm 68 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Tebaxa2024an de, aliyê kêm 40 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 43 ji sedî ji gelempera welatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Herwisa di meha borî de aliyê kêm 23 hevwelatiyên Belûç beranberî 25 ji sedî ji tevahiya haletan û 8hevwelatiyên Tirk beranberî 8.5 ji sedî ji tevahiya haletan ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine girtin.

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Tebaxê de pêka mehên borî berdewam bûye û di meha derbasbûyî de 5 çalakvanên Sune mezheb ên Kurd ûBelûç û 2 çalakvanên Behayî hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî:

1- Metîn Fehendêj Seidî ji Kirmanê
2- Misbah Dolet ji Kirmanê

Çalakvanên Sune mezheb:

1- Mihemedferîq Şerî`etpenah ji Bokanê
2- Zekeriya Melek Reîsî ji Zahidanê
3- Mihemedemîn Muradzehî ji Xaşê
4- Tariq Muradzehî ji Xaşê
5- Elî Behramî ji Merîwanê
 

Girtina 10 çalakvanên jin û 5 zarok di meha Tebaxa2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 10 çalakvanên jin ji wan 6 çalakvanên jinên Kurd li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî %11 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Meriyem Derîsî ji Kazirûnê, Menîje Xoşnûd û PexşanNebîzade ji Bokanê, Sireya Qeyteran ji Pîranşarê, Mehşîd Lotfî ji Ehwazê, Hemraz Sadiqî û Zehra Temdon ji Tehranê, Firmêsk Babayî ji Paweyê, Mariya Xanî ji Giyelanê û Gelawêj Mihemederşed ji Mehabadê.

Herwiha aliyê kêm 5 zarokên di bin 18 saliyê de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku sê ji wan zarokên Belûç û du jî Kurd bûne û nasnameya wan wiha ye;

1- Mardîn Resûlzade yê 13 salî ji Mehabadê
2- Ariya Yûsifî yê 18 salî ji Bokanê
3- Tariq Muradzehî yê 17 salî ji Xaşê
4- Feramerz Birahûyî yê 15 salî ji Zahidanê
5- Hîsam Derzadênaz yê 16 salî ji Raskê

 

Girtina aliyê kêm mamosteyek û xwendekarek di meha Tebaxa 2024an de

Di heyama meha Tebaxa îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamosteyan berdewam bûye û aliyê kêm mamosteyek dibistanê yê bi navê Moxtar Esedî yê xelkê Sinê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin. Herwisa Meriyem Derîsî ji xwendekara xelka Kazirûnê di meha Tebaxa 2024an de hatiye girtin.

 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di meha Tebaxa 2024an de, aliyê kêm du hunermend ên bi navên Teha Resûliyan ji Pîranşarê û Behram Elîkenarî ji Ehwazê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

 

Nasnameya van 93 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin