Duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî; Girevgirtina berfireh û rêgirîkirina hêzên ewlehî ji amadebûna malbata Jînayê li ser gora wê

15 September 2024 20:07

Hengaw; Yekşemî 15ê Îlona 2024an

Bi hilkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî, li 10 bajaran gireveke mezin hate lidarxistin û di heman demê de hêzên ewlehî li bajarê Seqizê nehiştin ku malbata Jîna Emînî li goristana Ayçî li ser gora Jînayê amade bibin û ji vê sibehê ve di mala xwe de hatine hepsîkirin.

Li gorî raporên ku ji bo Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine şandin, roja Yekşemî 15ê Îlona 2024an, li bajarên Mehabad, Seqiz, Bokan, Dîwandere, Sine, Merîwan, Şino, Kirmaşan, Qwrwe û Pîranşarê gireveke berfireh ji aliyê dukandar û bazariyan ve bi helkefta duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî bi rê ve çû. Ev gireve li ser vexwendina saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdistanê hate lidarxistin.

Şahidhalan li bajarên Mehabad, Bokan, Sine û Pîranşarê ji Hengawê re ragihandine ku, ji demjimêr 2 vê de saziyên ewlehî di hin şeqaman de bi gefxwarin ji dukandar û bazariyan, daxwaza vekirina dukanan ji wan kirine û di hin haletan de jî quflên dukanan şikandine.

Gireva dukandar û bazariyan di demekê de bi rê ve çû ku di rojên borî de, rewşa ewlehî li bajarên Kurdistanê gelekî bilind bû. Hêzên ewlehî bi amadebûn û hewlên sînordar, hewl didan ku pêşiya birêveçûna salvegera Jîna Emînî bigirin.

Hengawê berê di çend raporan de ragihandibû ku, li bajarê Seqizê, cihê jidayikbûna Jînayê, hêzên hikûmetî bi milîtarîzekirina bajar û vekirina ava bendava “Çirax Wesy”, hewl dan ku rêyên pêwendiya bo goristana Ayçî bigrin û rê ji birêveçûna her merasimekê di vî bajarî de bigirin. Herwisa îro jî hêzên serkutkar ên hikûmetî û bi taybetî hêzên çekdar ên Spaha Pasdaran li ser rêya goristana Ayçî cihgir bûn û 5 helîkopterên leşkerî jî li ser esmanê bajar digeriyan.

Herwiha di heyama rojên borî de hejmarek zêde ji hêzên Yekîneya Taybet ji bajarên Hemedan, Zencan, Tewrêz, Miyanduav û Urmiyê derbasî bajarên Dîwandere, Sine, Bîcar, Mehabad û Bokanê bûn û li van bajaran bi cih bûn.

Ji aliyeke dinê ve li gor zanyariyên ku Hengawê ji rêya çavkaniyên xwe yên bawerpêkirî ve bi dest xistiye, îdareya Îtilaatê li bajarê Seqizê gef li malbata Jîna Emînî xwariye ku mafê wan nîne ku ji mala xwe derkevin û biçin goristana Ayçî û li ser gora keça xwe. Malbata Emînî di bin zext û çavdêriya dijwar de ye û di mala xwe de hatine hepsîkirin. Çavkaniyên Hengawê piştrast kirine ku mala malbatî ya Emînî di bin çavdêriya hêzên ewlehî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku, sala borî jî, bi çêkirina sînordariyên tund û destwerdanên leşkerî, bajarê Seqizê 3 rojan di bin rewşa awirte û leşkerî de bû û di salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de, Emced Emînî yê bavê Jîna Emînî ji bo çend demjimêran hatibû binçavkirin û îzna amadebûnê li ser gora keça xwe nebû.


Di vî warî de zêde bixwînin