Raporek li ser cîbicîkirina sizayê darvekirina 21 girtiyan di heyama 11 rojan de li girtîgeha navendî ya Şîrazê

28 September 2024 22:31

Hengaw; Şemî 28ê Îlona 2024an

Di heyama 11 rojan de (15ê Îlonê heta 25ê Îlona 2024an), sizayê darvekirina aliyê kêm 21 girtiyan ku ji wan zarokek tawanbar, 4 girtiyên Belûç, du girtiyên Kurd, du kes xelkê Efxanistanê û du girtiyên Lor li girtîgeha navendî ya Şîrazê (girtîgeha Adilava) hatiye cîbicîkirin. Ev girtiyane berê bi tohmetên wekî kuştina bi qest û tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û bi îdamê hatibûe sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 25ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina Resûl Şenbedî yê xelkê devera Gêlkûba Şîrazê û Ekber Se`idîxanî yê xelkê navçeya Serhed a vî bajarî li girtîgeha navendî ya Adilava ya bajarê Şîrazê hatiye cîbicîkirin. Resûl Şenbedî 7 sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi îdamê hatibû sizadan. Herwiha Ekber Se`idîxanî 9 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi qest" bi darvekirinê hatibû sizadan.

Roja Duşemî 23ê Îlona 2024an jî, 4 girtî yên bi navên Ferdîn Ehmedî yê hevwelatiyê Lor û xelkê bajarê Memesenî, Husên Nicatî û Mihemedriza Nicatî herdu xelkê Şîrazê û Emîn Şehabî yê welatiyê Kurd û xelkê Îlamê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine darvekirin. Ev 4 girtî beriya niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibûne girtin û bi îdamê hatibûe sizadan.

Li berdewamiya pêla darvekirnan li girtîgeha Adilava ya Şîrazê, roja Çarşemî 18ê Îlonê jî, sê girtî yên bi navên Sipêhr Nûranî, Kamran Heyderî û Tahir Arezûmend û girtiyekî xelkê Şîrazê yê bi navê Şahîn Selamî bi tohmeta kuştina bi qest di vê girtîgehê de hatine darvekirin.

Herwiha, roja Duşemî 16ê Îlonê jî, sizayê darvekirina aliyê kêm du girtiyên Belûç ên bi navê Ebdulcelîl Îhsanî yê temen 33 salî yê xelkê Serbazê û Yehya Zergerî yê 32 salî û xelkê Îranşehra Sîstan û Belûçistanê ku berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, li girtîgeha Adilava ya Şîrazê hate cîbicîkirin.

Hevdem sizayê darvekirina girtiyek bi navê Mehdî Cehanpûr ê 23 salî û hevwelatiyê Lor ê xelkê bajarê Fîrozava yê ser bi parêzgeha Fars ku beriya niha û dema ku temenê wî jêr 18 saliyê bûye û bi tohmeta kuştina bi zanebûn bi îdamê hatibû sizadan, bi bê agedrakirina malbata navbirî û mafê dawî hevdîtina bi malabatê re hatiye cîbicîkirin.

Mehdî Cehanpûr jidayikbûyê 8ê Kanûna 2002an, di meha Nîsana 2019an de ku temenê wî 16 salî bû, bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan. Ev duyemîn zarok e ku di sala 2024an de li girtîehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin.

Di heman rojê de, sizayê darvekirina du hevwelatiyên Efxanistanê yên bi navê Ebdulah Ebdulsemed û Mubeşir (paşnavê wî nediyar e) ku berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn û tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan, digel sê girtiyên dinê yên bi navê Emîr Nadirzade û Secad Fedayî bi tohmeta kuştina bi qest û Bêhzad Baqirî yê xelkê Kirmaşanê bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber hatiye cîbicîkirin.

Herwiha roja Yekşemî 15ê Îlona 2024an, sizayê darvekirina aliyê kêm du girtiyên Belûç ên bi navê Sasan Bine\ Beygzade yê temen 33 salî û xelkê Serbazê û rûniştiyê Îranşehrê û Seîd Xace Heyderî yê 30 salî û xelkê Kehnûc ê ser bi parêzgeha Kirmanê digel girtiyekî Ereb ê xelkê Ehwazê yê bi navê Husên Meqamî li girtîgeha Adilava ya Şîrazê hatiye cîbicîkirin. Ev sê girtiyane berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin