Di meha Îlona 2024an de 96 hevwelatî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin

03 October 2024 20:23

Hengaw; Pêncşemî 3ê Cotmeha 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Îlona 2024an de, herî kêm 96 hevwelatî li seranserê Îranê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin. Zêdetirîn amara girtina hevwelatiyan, pêwendîdar e bi welatiyên Kurd ku 65 halet beranberî 68 ji sedî ji tevahiya haletan e.

Li gorî vê raporê, aliyê kêm 8 çalakvanên jin, 5 zarok, 65 welatiyên Kurd, 10 hevwelatiyên Belûç û 7 hevwelatiyên Behayî di heyama meha borî (Îlona 2024an) de, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku zêdetirîn haletên binçavkirî li parêzgeha Sinê hatine tomarkirin.

Cudakirina hevwelatiyên hatinî girtin li gorî parêzgehan

Li gorî vê raporê, zêdetirîn girtina hevwelatiyan li parêzgeha Sinê bi 38 haletan hatiye tomarkirin û li parêzgeha Urmiyê 24 halet û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî 7 haletên binçavkirina hevwelatiyan hatine tomarkirin.

Parêzgeha Sine: 38 halet
Parêzgeha Urmiye: 24 halet (pêkhatiye ji 23 welatiyên Kurd û hevwelatiyek Belûç)
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 7 halet
Parêzgeha Tehran: 6 halet
Parêzgeha Tewrêzê: 4
Parêzgeha Kirmaşanê: 3 halet
Parêzgeha Xûzistanê: 3 halet (2 hevwelatiyên Lorê Bextiyarî û hevwelatiyek Ereb)
Parêzgeha Fars: 3 halet
Parêzgehên Gulistan û Hemedan:  Her yek 2 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet (hevwelatiyek Belûç û hevwelatiyek Fars)
Parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî: Haletek (hevwelatiyek Qeşqayî)
Parêzgeha Kirman: 1 halet (hevwelatiyek Belûç)

 

Aliyê kêm 78 ji sedî welatiyên ku hatine girtin welatiyên Kurd û Belûç bûne

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di heyama meha Îlona 2024an de, aliyê kêm 65 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên hikûmetî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku ev amare beranberî 68 ji sedî ji tevahiya hevwelatiyên hatinî girtin li seranserê Îranê di heyama meha derbasbûyî de bûye.

Herwisa di meha borî de aliyê kêm 10 hevwelatiyên Belûç beranberî 10 ji sedî ji tevahiya haletan ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine girtin.

 

Girtina kêmîneyên mezhebî û olî

Girtina bawermendên kêmîneyên mezhebî û olî di meha Îlonê de pêka mehên borî berdewam bûye û di meha derbasbûyî de 7 çalakvanên Behayî ji wan 3 çalakvanên jin, çalakvanek jin a Xirîstiyan û çalakvaneke peyrewê mezhebê Sune hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye.

Çalakvanên Behayî:

1- Îrac Nûrestê ji Tewrêzê
2- Sîna Eqdesî ji Tewrêzê
3- E`izem Azmûdê ji Tewrêzê
4- Nigar Mîsaqiyan ji Şîrazê
5- Şahîn Muwedet ji Gorganê
6- Sudabê Mehdînijad ji Gorganê
7- Mehbûb Hebîbî ji Şîrazê

Çalakvanên Xirîstiyan:

1- Mujde Felahî ji Şîrazê

Çalakvanên Sune mezheb:

1- Ebdulwehab Pesend ji bajarê Raskê
 

Girtina 8 çalakvanên jin û 5 zarok di meha Îlona 2024an de

Pêka amrên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di heyama meha derbasbûyî de herî kêm 8 çalakvanên jin ji wan 3 çalakvanên jinên Kurd û 3 çalakvanên jinên Behayî li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin ku beranberî ji %8.5 ji gelempera girtiyan di meha borî de bûye ku nasnameya wan wiha ye:

Mina Sultanî û Sirwe Şîrî ji Bokanê, Mujde Felahî û Nigar Mîsaqiyan ji Şîrazê, Sudabe Mahdînijad ji Gorganê, Firişte Sûrî ji Hemdanê, E`izem Azmûdê ji Tewrêzê û Perestû Ehmedî ji Merîwanê ku 6 meh berî niha hatibû girtin û di vê dawiyê de jî nûçeya girtina wê ji aliyê Hengawê ve  hatibû belavkirin.

Herwiha aliyê kêm 5 zarokên di bin 18 saliyê de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin, ku sê ji wan zarokên Kurd û du zarok jî Belûç bûne û nasnameya wan wiha ye;

1- Ramiyar Ebûbekrî, 16 salî û ji Mehabadê
2- Mardîn Dêhqanî, 17 salî û ji Merîwanê
3- Idrîs Dêhmurdê 17 salî û ji Zabolê
4- Emîr Mihemed Îrandighanî, 16 salî û ji Xaşê
5- Pûriya Husênî, 16 salî û ji Dîwanderê
 

Girtina aliyê kêm du mamoste û du xwendekar di meha Îlona 2024an de

Di heyama meha Îlona îsal de zextên saziyên ewlehî li ser mamosteyan berdewam bûye û aliyê kêm du mamoste û du xwendekar di meha Îlona  2024an de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

Mamosteyên hatinî girtin: 1- Şadiman Mihemedî ji Bilwanava 2- Hemîdriza Wezînî Ether ji Tehranê
Xwendekarên hatinî binçavkirin: 1- Sîna Mihemedî ji Bilwanavayê 2- Seîd Saranî ji Zahidanê
 

Binçavkirina aliyê kêm 2 kes ji çalakvanên medyayî di meha Îlonê de

Di heyama meha borî de du kes ji rojnamevan û çalakvanên medyayî li bajarên cuda yên Îranê hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:

1- Secad Sadiqî ji Teharnê
2- Ferdîn Mistefayî ji Seqizê
 

Binçavkirina nivîskar û hunermendan

Di meha Îlona 2024an de, aliyê kêm du hunermend ên bi navên Umîd Ehmdnijad ji Banê digel Elî Cehaniyan ê helbestvanê xelkê Hemedanê û Areş Remezanî yê nivîskarê xelkê Meşhedê ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.

 

 

Nasnameya van 96 kesane di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatiye tomarkirin. Bikaranîna vê amarê bi îşarekirin bi navê çavkaniyê rêpêdayî ye. Ev amare tenê wan haletan li xwe digire ku nasnameya wan bi tevahî ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin