Rapora Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li ser binpêkirina rêxistinkirî ya mafê jinan bi hilkefta 8ê Adarê

08 March 2025 22:46

Ev rapora belgeyî ku li ser binpêkirina mafê jinan li Îranê di heyama sala 2024an de û bi hilkefta 8ê Adara 2025an hatiye amadekirin û tê de darvekirina jinan, girtina jinan û derçûna sizayê girtîgehê bo jinan û herwiha bûyerên jinkujî li Îranê di sala borî de cih digirin.

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama sala borî de herî kêm 30 girtiyên jin di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin. Aliyê kêm 141 jin hatine girtin û 136 jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgeh, darvekirin, lêdana qamçiyan hatine sizadan. Herwisa 191 haletên jinkujiyê di sala 2024an de hatiye tomarkirin.

Pêka vê raporê, di heyama sala 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 30 jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev hevsengiye beranberî ji %3.5 ji tevahiya darvekirinên di sala borî de bûye. Hejmara darvekirina jinan pêka sala 2023an, herî kêm 8 halet zêde kiriye ku beranberî ji %36 bilindbûnê nîşan dide.

Li gor amarên ku ji aliyê Navenda Amarê ya Hengawê ve hatine tomarkirin, 17 jinên ku (%57) hatine îdamkirin bi tometa kuştina bi qest hatibûne sizadan û 13 jin (43%) jî ji ber tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.

Zêdetirîn hejmara darvekirina jinan li parêzgehên Urmiye (5 halet) û Xurasana Başûr (4 halet) hatiye tomarkirin. Herwiha li parêzgehên Elborz û Xurasana Rezewî jî her yek ji wan 3 haletên darvekirina jinan hatine tomarkirin. Li parêzgehên Îlam, Loristan û Zencanê her yek ji wan 2 jin û li girtîgehêên parêzgehên Mazenderan, Gîlan, Hemedan, Yezd, Kirman, Fars, Qezwîn, Urmiye û Îsfehanê jî her yek jinek hatine darvekirin.

Herî kêm 9 jinên Tirk, 2 jinên Kurd, 2 jinên Belûç, 2 jinên Gîlak û 1 jinek Lor hedi nav îdamiyan de hene.

Zehra Nezeriyan, Hacer Etabekî, Mercan Hacîzade, Sureya Mihemedî, Ferîba Mihemedzehî, Raziye (paşnavê wê nediyar e), Perwîn Mûsewî, Fatime Ebdulahî, (navê wê nexuya) Mehmûdîniya, Zehra Feyzî, Exter Qurbanlû, Nestren Fîrûzî, Mahrux Xanî, Ferîba Melekî Şîrawend, Ferîde Ceiferzade, Eliye Kawerîzade, Ferxondê Elahmuradî, Amine Elîpûr û Efet Hamidî 19 jinên îdamkirî ne ku nasnameya wan ji Hengawê re hatiye eşkerekirin û nasnameya 11 jinên din jî di bin lêkolînê de ye.

Binpêkirina sîstematîk a mafê mirovî ya jinan hevdem digel bêmafiya jinan, beşek ji mekanîzma Komara Îslamî ya Îranê ya tepeserkirina zayendî bi taybetî û tepeserkirina civakî ya berfireh bi giştî ye. Di sala borî de jî wek salên dinê, Îran di asta cîhanê de xwedanê zêdetirîn amara îdamkirina jinan bûye. Komara Îslamî bi darvekirina herî kêm 30 jin di sala 2024an de, heta ji amarên xwe yên salên borî jî derbas kir. Darvekirina jinan ji ber sedemên girêdayî jinbûna wan, beşek ji mekanîzma dewletê ye ku bo kuştina hikûmetî û jinkujiya dewletî ya jinan encam dide. Di lêkolînan de li ser darvekirina jinan ji ber sizayên wan ên giştî, piraniya îdamkirinan pêwendiya wan bi tohmetên kuştina bi qest û madên hişber hebûye, û eva di rewşekê de ye ku bi giştî jin bi sedma berevanî ji xwe yan di şert û mercekê de ku ji mafê xwe yê mirovî ji aliyê demûdezgehên dewletî û hikûmetî ve hatine bêparkirin û bi pêkhateyên dijwar û dije jinî ya sîstema malbatên mêrsalarî hatine spartin û bi balkişandin li ser nebûna darayiya serbixwe ya jinan di yasaya Îranê de, tawanên pêwendîdar bi madên hişber bi gelemperî rasterast bi femînîzekirina hejariyê re têkildar in.

Girtina herî kêm 141 çalakvanên jin di sala 2024an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2024an de aliyê kêm 141 jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku nasnameya tevahiyan wan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Ji gelempera 141 jinên ku di sala 2024an de hatine girtin, 3 kes bin temenê 18 saliyê, 14 jin ji malbatên dadxwaz, 4 kes mamosteyên dibistan û zanîngeh, 10 kes xwendekar û 2 kes jî parêzer û yasazan bûne. 7 kes ji van jinan nerazî bi hîcaba bi zorê bûne.

Di sala derbasbûyî de 32 jinên çalakvanên Kurd, 21 çalakvanên jin ên Gîlek, 12 çalakvanên jin ên Tirk, 7 çalakvanên jin ên Lor, 3 çalakvanên jin yên Belûç, 3 çalakvanên jin yên Ereb û 56 çalakvanên jin ên Fars hatine girtin û zanyariyên serast li ser etnîk û neteweya 7 çalakvanan li ber dest nînin.

Herwiha ji hejmara giştî ya jinên hatine girtin, 15 çalakvanên Behayî, 4 Xirîstiyen û 1 jî çalakvana jin a Sune mezheb bûye.

Nasnameya jinên hatine girtin li gorî bajaran wiha ye:

Tehran; 1- Nahîd Xudacû 2- Meriyem Sadat 3- Sidêqe Wesmeqî 4- Lale Saetî 5- Hestî Emîrî 6- Nefîse Letîfiyan 7- Nigar Abidzade 8- Atêna Ferqdanî 9- Dîna Qalîbaf 10- Mîna xwacûyî Qomî 11- Mutehere Gûneyî 12- Seba Azerpeyk 13- Hûra Nîkbext 14- Semîra Necatiyan 15- Mojgan Selmanzade 16- Perîweş Muslêmî 17- Mewlûd Sefayî 18- Hemraz Sadiqî 19- Zehra Temedon 20- Mutehere Gûneyî (Cara duyê bona cîbicîkirina sizayê girtîgehêê) 21- Nîre Bêhbûd 22- Ahû Deryayî 23- Roşenek Molayî Elîşah 24- Zehra Rezayî 25- Mehveş Sîdal Tedûyî 26- Şîma Eizem Firûzan 27- Meisûme Sekrî.

Reşt; 1- Tîna Dilcû 2- Nazîla Xanîpûr 3- Hemîde Zariyî 4- Mehta Sedrî 5- Zohre Dadres 6-  Zehra Dadres 7- Firûq Semîiyan 8- Azade Çavoşiyan 9- Cilwe Cevahirî 10- Metîn Yezdanî 11- Mehsa Celalbedîyi 12- Qezal Merzban Cûrşerî.

Bokan; 1- Sûsen Hesenzade 2- Efsane Şahî 3- Solmaz Hesenzade 4- Monîre Xoşnûd 5- Pexşan Nebîzade 6- Mîna Soltanî 7- Sirwe Şîrî 8- Zehra Sacidîniya 9- Melîhe Ebdulqadirî 10- Sûsen Hesenzade (Cara duyê bona cîbicîkirina sizayê girtîgehêê) 11- Hetav Ekremî.

Şîraz; 1- Surna Elîpûr 2- Mîna Keremî 3- Roya Sabit 4- Tahire Newrozî 5- Mojde Felahî 7- Koser Dêhbanzade 8- Êlham Heqîqetcû 9- Rozîta Îslamî 10- Hoda Mêhrganfer.

Selmas; 1- Sumeye Elîpûr 2- Êlnaz Elîpûr 3- Seyîde Ehmedî 4- Letîfe Molayî 5- Robab Elîpûr 6- Sûsen Qefarî

Pîranşar; 1- Sumeye Qadirpûr 2- Fatime Paymerd 3- Soreya Qeyteran 4- Êlham Qadirî 5- Êlham Ebasî

Xoremava; 1- Ayda Şakeremî 2- Nesrîn Şakeremî 3- Şeyda Şakeremî 4- Nesrîn Şakeremî (Bo cara duyê) .

Meşhed; 1- Azîta Firoqî Motleq 2- Nûşîn Mesbah 3- Hestî Taliibîn 4- Merziye Mominî.

Mehabad; 1- Zehra Nebîzade 2- Gelawêj Mihemedîerşed 3- Nazenîn Elyasî.

Sine; 1- Jîna Moderêsî Gorcî 2- Ferîba Moradiyan 3- Sîrwan Xosrewî.

Pawe; 1- Aware Heyderî 2- Ferîde Weysî 3- Firmêsk Babayî.

Fumen; 1- Meryem Besîr Tevana 2- Mehsa Besîr Tevana 3- Nigîn Rizayî.

Îsfehan; 1- Merziye Xelîlî 2- Fehîme Sultanî 3- Sema Emûşahî.

Ehwaz; 1- Meryem Zilkî 2- Sipîde Reşîdî 3- Mehşîd Lutfî.

Lahîcan; 1- Bîta Resûlî 2- Şîva Şahsiyah 3- Sara Cehanî.

Mobareke; 1- Meryem Mêhrabî 2- Sitare Bextiyarvend 3- Sogend Bextiyarvend.

Merîwan; 1- Jîka Hejberî 2- Perestî Ehmedî

Tewrêz; 1- Eizem Azmûde 2- Nigar Debaxî.

Zahidan; 1- A. Naroyî 2- Meryem Rîgî Xalis.

Kerec; 1- Zara Îsmaîlî 2- Perîsa Salihî.

Melekan; 1- Ferengîz Fethî 2- Ekrem Koxyan.

Bajarên ku yek jin hatinî girtin;

Dilova Şerîfî ji Seqiz, Ferzane Mihemedî Parsa ji Abadan, Seher Memîzade ji Erdebîl, Êlham Çûbdar ji Urmiyê, Reina Kurkur ji Îze, Xedîce Mehdîpûr ji Eyvana rojava, Nesrîn Ebdulahî ji Banê, Nesrîn Huseynî ji Bocnûrdê, Yasemîn Heşderî ji Bendera Enzelî, Rehîme Dêhmordê ji Teftan, Sûdabe Vehabî ji Çalûsê, Ayat Ebyat ji Hemîdiye, Atife Rengîz ji Damxan, Reûfe Mîrbaqir ji Ramser, Nîlûfer Sadat Haşimyan ji Simnan, Meryem Mehmûdabadî ji Sîrcan, Semane Esxerî ji Rêy, Sarîna Cehanî ji Şehriyar, îran Suleymanî ji Şûşter, Nahîd Bêhrûzî ji Ferdîs, Meryem Derîsî ji Kazêrûn, Perîdoxt Şocayî Baxînî ji Kêrman, Sûdabe Mêhdînijad ji Gorgan, Marya Xanî ji Gîlanxerb, Meryem Reşîdî ji Makûn, Perestû Ehmedî ji Noşehr û Firişte Sûrî ji Hemedan.

Çiçîla Sîla, rojnamevana Îtalî jî par li Îranê hatibû girtin.

Derçûna siza bo çalakvanên jin di sala 2024an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di sala 2024an de aliyê kêm 136 jin li bajarên cuda yên Îranê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve rastî sizayên wek girtîgehê, darvekirin û lêdana qamçiyan hatine.

Li gorî vê raporê, her yek ji Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî du girtiyên siyasî yên Kurd digel girtiya siyasî ya Tirk Şerîfe Mihemedî bi darvekirinê hatine sizadan. Herçiqas ku sala borî sizayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hatibû hilweşandin, lê îsal dîsan sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin.

Herwiha 133 ji van jinan bi giştî bi 570 sal û 8 roj sizayê girtîgehêa sepiyayî hatine sizadan û 5 ji wan ji bilî sizayê girtîgehêê, bi giştî lêdana 238 qamçiyan dije mirovî jî bi ser wan de hatine sepandin.

- Sala borî herî kêm 31 jinên çalakvan ên Behayî bi giştî bi 181 sal girtîgehêê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine sizadan.

 - Di sala 2024an de herî kêm 18 çalakvanên jin ên Gîlek bi giştî bi 93 sal girtîgehêê ji aliyê Dezgeha Dadwerya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine sizadan.

- Sala borî 2 çalakvanên jin ên Kurd bi îdamê û 18 çalakvanên dinê jî bi giştî bi 37 sal û mehek û 20 roj girtîgehêa sepiyayî hatine sizadan.

- Herwiha di sala 2024an de herî kêm 5 çalakvanê Tirk û 3 çalakvanên jin ên ji Lor bi girtîgehêê hatine sizadan.

Navê jinên ku di sala 2024an de bi girtîgehê, darvekirin û lêdana qamçiyan hatine sizadan wiha ne:

Nasnameya wan jinên ku di sala 2024an de bi darvekirin, lêdana qamçî û girtîgehêê hatine sizadan wiha ye:

1- Meriyem Ekberî Monferdî, xelka bajarê Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

2- Mehnaz Terah, xelka bajarê Tehranê bi 4 sal û 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Zeyneb Xuniyabpûr, xelka bajarê Bêhbehan bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

4- Ferzane Berzekar ji dayîka mafxwaz a bajarê Amolê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

5- Nîrwana Turbetînijad, zaroka 17 salî ya xelka bajarê Gorganê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

6- Firişte Mehdewî, xelka bajarê Gorganê bi 10 meh girtîgehê û 50 derbên qamçiyan hatiye sizadan.

7- Fatime Heqperest, xelka bajara Tehranê bi 8 meh girtîgehêê hatiye sizadan.

8- Mehbûbe Beygdilî, xelka bajarê Geçsaranê bi 5 meh girtîgehêê hatiye sizadan.

9- Nergis Mihemedî, çalakvana xelka bajarê Zencanê bi 1 sal û 3 meh girtîgehêê hatiye sizadan.

10- Fatime Tedrîsî, xelka bajarê Tehranê bi 6 sal girtîgehêê hatiye sizadan.

11- Meriyem Celalî Husêynî, xelka bajarê Tehranê bi 6 sal girtîgehêê hatiye sizadan.

12- Gulale Wetendost, parêzera xelka Merîwanê bi 6 sal û 7 meh û 20 roj girtîgehêê hatiye sizadan.

13- Beyan Fereculahî xelka bajarê Sinê bi yek sal girtîgehêê hatiye sizadan.

14- Xezale Zari`î, xelka bajarê Xuremava bi 3 sal girtîgehêê hatiye sizadan.

15- Perîsa Salihî, xelka bajarê Kerecê bi yek sal girtîgehêa sepyayî hatiye sizadan.

16- Meriyem Cewadî, xelka bajarê Tehranê bi 5 sal û 8 meh girtîgehêa sepyayî hatiye sizadan.

17- Behare Şîrî ji dayîka mafxwaz a xelka bajarê Semîromê bi 6 sal girtîgehêa sepyayî hatiye sizadan.

18- Semîra Ehmedî çalakvana Kurd û xelka bajarê Seqizê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

19- Fatime Şêyxî çalakvana Kurd û xelka bajarê Abdananê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

20- Firûx Teqîpûr çalakvana xelka bajarê Tehranê bi 15 sal girtîgehê hatiye sizadan.

21- Merziye Farsî çalakvana xelka bajarê Tehranê bi 15 sal girtîgehê hatiye sizadan.

22- Nergis Mensûrî çalakvana xelka bajarê Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

23- Şîlan Munferd, çalakvana xelka bajarê Tehranê bi 15 meh girtîgehê hatiye sizadan.

24- Seba Azerpeyk rojnamevana xelka bajarê Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

25- Kîmiya Fethîzade rojnamevana xelka bajarê Sîrcanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

26- Sarîna Cehanî çalakvana xelka bajarê Şehriyarê bi 2 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

27- Meriyem Ebasînîkû xelka bajarê Necefava yê ser bi Îsfehanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

28- Şebnem Tebiyaniyan welatiya Behayî ya xelka bajarê Simnanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

29- Lale Saetî, nûbawera olî ya xelka bajarê Tehranê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

30- Zohrê Dadres, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 9 sal û 6 meh û 2 roj girtîgehê hatiye sizadan.

31- Yasemîn Heşderî, çalakvana xelka bajarê Bender Enzelî bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

32- Şîva Şahsiyah, çalakvana xelka bajarê Lahîcanê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

33- Nigîn Rizayî, çalakvana xelka bajarê Fûmenê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

34- Firûx Semî`iniya, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

35- Sara Cehanî, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

36- Azade Çawoşiyan, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

37- Zehra Dadres, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

38- Metîn Yezdanî, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.

39- Cîlwe Zahirî, çalakvana xelka bajarê Reştê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

40- Şekîba Yezdanî, xelka bajarê Sebzewarê bi 1 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

41- Perwîn Mîrasan, xelka bajarê Şîrazê bi 4 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

42- Erxewan Felahî, xelka bajarê Şîrazê bi 2 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

43- Soma Pûrmihemedî, xelka bajarê Sine bi 11 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

44- Ferehnaz Nîkxwah, xelka bajarê Tehranê bi 10 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

45- Şîrîn Seîdî xelka bajarê Tehranê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

46- Azîta Rezwanîxah, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

47- Şo`ile Aşûrî, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

48- Mojde Behamîn, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

49- Boşra Motehêr, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

50- Sara Şekîb, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

51- Semîra Şekîb, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

52- Roya Azadxoş, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

53- Nûşîn Hêmet, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

54- Şûrengîz Behamîn, xelka bajarê Îsfehanê bi 5 sal girtîgeha sepyayî hatiye sizadan.

55- Sanaz Raste ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
56- Meriyem Xursendî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
57- Fîrûze Rastînijad ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
58- Ferxûndê Rezwanpî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
59- Mojgan Pûrşefî`i Erdestanî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
60- Nesrîn Xademî Qehqerxî ji Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
61- Zîna Muderis Gurcî ji Sinê, bi 21 sal girtîgehê hatiye sizadan.

62- Atina Ferqdanî ji Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
63- Meriyem Bayramî ji Tewrêzê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

64- Moteherê Gûnayî ji Tehranê, salek sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin.
65- Şerîfe Mihemedî, çalakvana Tirk a rûniştiya bajarê Reştê, sizayê darvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
66- Nida Fetûhî ji Tehranê, sizayê 6 sal û 8 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
67- Dîna Qalîbaf ji Tehranê, sizayê 2 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
68- Pexşan Ezîzî, çalakvana Kurd ya xelka Mehabadê, sizayê 4 sal girtîgeh û darvekirin bi ser de hatiye sepandin.
69- Hûra Nîkbext ji Tehranê, sizayê salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

70- Meriyem Mêhrabî ji bajarê Mobarekê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
71- Sireya Qeyteran a xelka Pîranşarê bi 9 meh girtîgehê hatiye sizadan.
72- Anahîta Dostdar a xelka Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
73- Anahîta Hîcazî ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
74- Nîna Gulistanî ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
75- Rosîta Racayî ji bajarê Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
76- Nigîn Îdaletxwah ji Reştê bi 4 sal û mehek û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
77- Perwîş Muslimî ji Tehranê bi 3 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
78- Îlham Ostadî ji Îranşehrê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.
79- Şekîla Monferd ji Tehranê bi 7 sal û 7 meh girtîgehê hatiye sizadan.
80- Hetaw Ekremî ji Bokanê bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

81- Şîva Kaşanînijad ji Reştê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
82- Mujgan Semîmî ji Reştê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
83- Nesîm Xulamî Sîmiyarî ​​ji bajarê Elemûta Qezwînê bi 6 sal girtîgehê û lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.
84- Mehbobe Remezanî ji Şehriyarê bi salek û 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
85- Rehîme Yûsifzade ji Şehriyarê bi salek û 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
86- Perşeng Ezîzî ji Mehabadê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

87- Sûsen Hesenzade ji Bokanê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

88- Menîje Xoşnûd ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

89- Zehra Sacidîniya ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

90- Mahsa Celal Bedî`î ji Reştê bi 4 sal û yek meh girtîgehê hatiye sizadan.

91- Nigîn Xademî, çalakvana Behayî ya xelka Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

92- Şana Şewqîfer, çalakvana Behayî û rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

93- Yêganê Agahî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

94- Perestû Hekîm, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

95- Mujgan Şahrizayî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

96- Yêganê Rohbexş, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

97- Arezû Sobaniyan, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

98- Nêda Bedexş, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

99- Beharê Lotfî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

100- Nêda Emadî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

101- Wirîşe Muradî ji Sinê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

102- Pexşan Ezîzî ji Mehabadê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

103- Nergês Mihemedî ji Zencanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

104- Mehbobe Rizayî ji Tehranê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

105- Perwîş Muslimî ji Tehranê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

106- Zehra Rizayî ji Tehranê bi salek û 2 meh girtîgehê hatiye sizadan.

107- Niyûşa Bedî`î Sabit ji Babolê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

109- Sûzan Eyd Mihemedzadigan a ji Babolê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

109- Melîhe Ebdulqadirî ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

110- Sûlmaz Hesenzadê ji Bokanê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

111- Wirîşe Muradî, çalakvana Kurd ya xelka Sinê, bi îdamê hatiye sizadan.

112- Ava Nesîrî ji Îsfehanê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

113- Mehşad Keşanî ya xelka Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

114- Hoda Sadiqî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

115- Meriyem Ferheng  ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

116- Mîna Nidayî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

117- Behar Silêmanî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

118- Sîma Turkiyan ji Îsfahanê bi 6 sal sal girtîgehê hatiye sizadan.

119- Zeyneb Perendê ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

120- Şemîm Beharzade, çalakvana Behayî ya xelka Îsfehanê, bi 8 sal girtîgehê hatiye sizadan.

121- Mîno Heyderî ya xelka Îsfehanê bi 11 sal girtîgehê hatiye sizadan.

122- Mercan Beştam ji Îsfehanê bi 11 sal girtîgehê hatiye sizadan.

123- Semanê Emoşahî ji Îsfehanê bi 23 sal girtîgehê hatiye sizadan.

124- Sirwe Şîrî ji Bokanê bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

125-Atife Rengrîz ji bajarê Damxanê bi 7 sal û 7 meh girtîgehê hatiye sizadan.

126- Şîma E`izem Firozan ji Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

127- E`izem Ahû Qelender ji Kerecê bi 6 sal û 2 meh girtîgehê hatiye sizadan.

128- Nesrîn Şakeremî ji Xuremavayê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

129- Rewşenk Melayî Elîşah ji Tewrêzê bi lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.

130- Atife Rengrîz ji Damxanê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

131- Îlham Salihî ji Tehranê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

132- Leyla Hesenzade ji Tehranê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

133- Eizem Ahû Qelender ji Ferdîsa Kerecê bi 3 meg girtîgeh û lêdana 30 derbeyên qamçiyan hatiye sizadan.

134- Zeyneb Zeman ji Tehranê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

134- Perîdoxt Şocaî ji Kirmanê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.

134- Gelawêj Mihemedî Erşed ji Mehabadê bi 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Bi derçûna sizayê darwekirinê bo jinên wekî Wirîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, du girtiyên siyasî yên jin ên Kurd û Şerîf Mihemedî, girtiya siyasî ya jin a Tirk, Komara Îslamî ya Îranê careke din proseya darvekirina girtiyên jin daye destpêkirin. Ji bilî derkirina sizayp îdamê ji bo van jinan, Komara Îslamî bi dayîna sizayê girtîgehêê û lêdana qamçiyan bo jinan, zextên civakî û siyasî li ser wan berdewam û zêde kiriye. Sizayê girtîgehê, lêdana qamçiyan û di dijwartirîn haletan de jî îdamkirina jinan piraniya deman hilgirê qebareya berfireh a civakî ye. Ev haletane pêkhatine ji girtina demdirêjî ya jinên Behayî tenê ji ber Behayîbûna wan û jiyana wan a civakî wekî takeke Behayî û zextên yasayî û civakî yên ji ber mijara hîcabê yan jî reftarên tepeserker ên li hember çalakî û jiyana jinan ne.

Tomarkirina 191 haletên jinkujiyê li Îranê di heyama sala 2024an de

Pêka belgeyên tomarkirî di Navenda Amra û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2024an de aliyê kêm kuştina 191 jinan di 29 parêzgehan de hatiye tomarkirin. Ev amare bi helsengandin digel sala 2023an herî kêm 69 halet beranberî ji %56.5 halet zêde kiriye.

- Aliyê kêm 10 kes ji wan jinên hatine kuştin zarok bûne û temenê wan bin 18 saliyê bûye.

- Aliyê kêm 7 kes ji van jinane qurbaniyên zarok zewacê û zewaca bi zorê bûne.

- Aliyê kêm 3 jinên ducanî jî hatine kuştin.

Tomarkirina aliyê kêm 29 haletên jinkujiyê bi hênceta parastina namûsê

Li gorî vê raporê, sala borî herî kêm 29 haletên kuştina jinan bi hinceta parastina namûsê hatine tomarkirin. Zêdetirîn haletên jinkujî bi 106 haletan ji ber pirsgirêkên malbatî hatine tomarkirin. Hengaw li ser vê baweriyê ye ku hejmareke zêde ji wan haletane di medyayên hikûmetî de li jêr navê “pirsgirêkên malbatî” hatine ragihandin, di rastî de bi hinceta parastina namûsê rastî kuştinê hatine.

Pirsgirêka malbatî: 106 halet

Parastina namûsê: 29 halet

Ji ber diziyê: 17 halet

Pirsgirêka madî: 10 halet

Pirsgirêka derheq wergirtina serpereştiya zarokê: 3 halet

Pirsgirêka derheq wergirtina mareyiyê: 2 halet

Redkirina daxwaza zewacê: 2 halet

Daxwaza cudabûnê: 2 halet

Destdirêjiya seksî: 2 halet

Nexuya: 18 halet

Şêweya kuştina jinan

Li gorî vê raporê, 67 jin bi kêr û tevirê hatine kuştin. Herwisa 50 jin bi bikaranîna çekan, 27 bi bi rêya xeniqandinê ve, 17 jin bi lêdanê, 10 jin bi rêya agirberdanê ve, 2 jin bi xeniqînê û 3 jin jî bi ketin ji bilindahiyan ve hatine kuştin. Şêwaza kuştina 15 jinan bo Hengawê nediyar e.

Herî kêm 10 jin bi destê hevjîn an hevjînên wan ên berê hatine kuştin

Li gorî vê raporê, di sala 2024an de herî zêde 97 haletên kuştina jinan ji aliyê hevjînên wan ve hatine tomarkirin. Herwisa 7 jin jî ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin.

Herwisa 10 jin ji aliyê bavên xwe, 10 ji aliyê birayên xwe û 8 jin ji aliyê kurên xwe ve hatine kuştin. 24 jin ji aliyê xizmên xwe yên nêzîk ên wekî xal, mam, pismam û hwd ve hatine kuştin. 2 jin ji aliyê xwazbînî ve, 2 jin ji aliyê zavayên malbatê ve û 2 jin jî ji aliyê hevalên xwe ve hatine kuştin û bikujê 29 jinan bo Hengawê nehatiye eşkerekirin.

Cudakirina jinkujiyan li sala 2024an pêka parêzgehan

Hejmara herî zêde ya haletên kuştina jinan li parêzgeha Tehranê hatiye tomarkirin ku 48 bûyer ango ji %25 ji tevahiya haletan li xwe digire. Piştî Tehranê, zêdetirîn halet li parêzgeha Xurasana Rezewî bi 16 haletan e, parêzgeha Tewrêz bi 13 halet û parêzgeha Fars jî bi 12 haletan. Kêmtirîn haletên jikujiyê li parêzgehên Qum, Zencan, Simnan, Çarmehal û Bextiyarî û Erdebîl bi yek haleta kuştina jinan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Tehran: 48 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 16 halet

Parêzgeha Tewrêz: 13 halet

Parêzgeha Fars: 12 halet

Parêzgeha Îlam: 9 halet

Parêzgehên Gîlan û Sîstan û Belûçistan: Her yek 8 halet

Parêzgehên Xûzistan û Urmiye: Her yek 7 halet

Parêzgehên Merkezî û Loristan: Her yek 6 halet

Parêzgehên Hormozgan, Mazenderan, Xurasana Bakur, Sine û Îsfehan: Her yek 5 halet

Parêzgeha Hemedan: 4 halet

Parêzgehên Kehkîlûye û Bûyerehmed, Kirmaşan û Elborz: Her yek 3 halet

Parêzgehên Gulistan, Kirman, Qezwîn û Bûşehr: Her yek 2 halet

Parêzgehên Qum, Zencan, Simnan, Çarmehal û Bextiyarî û Erdebîl: Her yek 1 halet

Di kuordîniyadiya “hêremi”ya girêdayî bi bêzariya di jinan de şêwazek ji kîna jqasderçûyî ya dijî jinan û pêşketina wan a civakî û hebûna wan – jinkujî di bilindirîn beş û lûtkeya vê hêremê de ye. Jinkujî diyardeyeke civakî û siyasî ya bênirxbûna jiyana jinan e û bi giştî netenê kuştina jinan ku ji ber parastina namûsê têne encamdan, belkî kuştinan jinan li ser pexêlî, bêzarî û bênirxbûnê ye. Ev mekanîzmaya girêdayî Komara Îslamî netenê mekanîzmên civakî ne ku xwediyê paşxaneyeke kûr a dîrokî ye, belkî beşek ji mekanîzma hikûmetî ye ku biryar e bi asayîkirina kuştina jinan bi taybetî ji aliyê malbat û civaka mêr / baviksalarî ve heta asteke zêde ji kuştina jinan bispêre bi derve.

Damezraweyên malbatî û mekanîzmên civakî yên bav\mêrsalarî, li tinebûna mafê tevaw ê jinan û bi nîvezilam dîtina wan, bêyî ku jin xwedî yasaya wekhev û parastinê bin, destê xwe di çewisandin û reşkirina fizîkî ya jinan de vekirî dibînin. Eva di halekê de ye ku bi sedema destpêrenegihîştina hûr bi amarên kuştina jinan di civaka Îranê de û nehevsengiya amarî ya derheq kuştina jinan ji ber jinbûna wan li Îranê û gelek welatên demokrat dikare bi eşkere were gotin ku amarên veşartî yên van jinkujiyê gelek zêdetir in ji amarên ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatine tomarkirin.

Encam: Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, netenê pêka amar û belgeyên tomarkirî yên vê saziyê li pêwendî digel binpêkirina sîstematîk a mafê jinan, belkî bi taybetî bi girîngîdan bi yasayên tund ên cudakarî yên pêkhatî û bêparkirina mafê bingehîn ê jinan û cudakirina civakî ya jin û mêran bi rêya yasayên girêdayî hicaba bi zorê û cudakirina zayendî, girêdayîbûna aboriya jinan bi damezraweyên malbatî yên mêrsalarî ji rêya pesendnekirina van yasayan ve, nedîtin û bêmafiya tevaw a civaka bûka baranê di Îranê de, sîstema yasayî, siyasî, civakî û aborî ya civaka Îranê di têkiliyên seksî û zayendî de wek apartayda zayendî heldisengîne û ji sîstema yasayî ya navneteweyî daxwazê dike ku ji bilî pênasekirina “apartayda zayendî” di nîzama navneteweyî de û bi sizanasandina vê sîstema yasayî ya siyasî di bin “tawana li dijî mirovahiyê” de, Komara Îslamî di bin vê pênasê de biguncîne.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin