Rapora Hengawê derbarê bilindbûna hejmara darvekirinan di sala 2024an de û hevdem digel lihemberderketin li dijî sizayên darvekirinê

09 October 2024 22:23

Hengaw; Çarşemî 9ê Cotmeha 2024an

Pêka amar û belgên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, ji destpêka îsal ve heta 9ê Cotmeha 2024an, herî kêm sizayê 525 girtiyan li girtîgehên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê hatiye birêveçûn ku 18 kes ji wan jin û 3 kes jî di dema encamdana tawanan de zarok bûne. Nasnameya 485 girtiyan bo Hengawê hatiye eşkerekirin û tenê 8 ji sedî ji van darvekirinan di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê de hatine belavkirin.

 

-  Di heyama 9 meh û 10 rojên derbasbûyî de herî kêm 18 jin di girtîgehên cuda yên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.

- Di vê heyamê de aliyê kêm 3 girtî ku di dema encamdana tawana de temenê wan bin 18 saliyê û zaok bûne, hatine darvekirin

- Herî kêm 12 girtî bi tohmeta çalakiyên siyasî, olî û sîxuriyê hatin darvekirin ku 10 kes ji wan Kurd bûne.

- Herî kêm 3 girtî di nava qerbalixiya xelkê de hatine darvekirin.

- Herî kêm 113 welatiyên Kurd hatine darvekirin ku beranberî 20.5 ji sedî ji tevahiya darvekiriyan e.

- Nasnameya tevaw a 485 kes ji girtiyên hatinî darvekirin ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

- Nasnameya 40 girtiyan nehatiye zanîn û ji aliyê Hengawê ve tê lêkolînkirin.

- Tenê 41 halet beranberî ji %8 a haletan di medyayên hikûmetî de hatine belavkirin.

- Herî kêm 20 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hatine darvekirin.

- Di vê heyamê de aliyê kêm 49 hevwelatiyên Efxanistanê hatine darvekirin.

- Zêdetirîn sizayê darvekirina girtiyan li girtîgehên parêzgeha Elborz û Farsê bi 106 û 60 haletan hatine tomarkirin.

 

Cudakirina darvekiriyan pêka tohmetan

Madên Hişber: 285 halet

Kuştina bi qest: 194 halet

Siyasî, olî û sîxurî: 12 halet

Diziya çekdarî: 7 halet

Miharibe û kuştina bi qest: 5 halet

Destdirêjiya bi zorê: 15 halet

Destdirêjiya bi zorê û kuştina bi qest: 1 halet

Nexuya: 6 halet

 

Cudakirina darvekiriyan pêka kêmîneyên netewî\ etnîkî

Welatiyên Kurd: 113 halet

Hevwelatiyên Belûç: 68 halet

Hevwelatiyên Tirk: 67 halet

Welatiyên Lor: 33 halet

Hevwelatiyên Gîlek: 13 halet

Hevwelatiyên Ereb: 8 halet

Hevwelatiyên Tirkemen: 4 halet

Hevwelatiyên Sîstanî: 2 halet

Hevwelatiyên Hezare: 2 halet

Darvekirina hevwelatiyên bîhanî: 51 halet (49 hevwelatiyên Efxanistanê û 2 hevwelatiyên Iraqê)

Hevwelatiyên Fars: 100 halet

Zanyariyek serast derbarê netewe û etnîka herî kêm 64 girtiyan li ber dest nîne.

 

Ev amara cihê nîgeraniyê, netenê guherinkariyeke berçav li gorî sala borî nîşan nade; Belkî herwisa amara darvekirinan li Îranê di asteke herî bilind de li dehika borî de dihêle. Ev amare binpêkiriyeke eşkere ya hemû pîvanên navneteweyî yên derbarê sizyayê darvekirinê ye û nîşan dide ku hikûmeta Îranê ber bi arasteya berevajiyê kêmkirina amara darvekirinê ve dimeşe heta ku hilweşandina tevaw a vê sizayê

 

Ev amare tevî vê yekê nîşan dide ku Komara Îslamî ya Îranê herwisa takan ji ber bîr û baweriyên siyasî û olî yên wan îdam dike û li gorî heşîmetê, bêpartirîn û perawêzxistîtirîn girûpên etnîkî di Îranê de, bi zêdetirîn pîvana darvekirinê re rû bi rû dibin.

 


Di vî warî de zêde bixwînin