Rapora amarî ya Hengawê derbarê rewşa girtîgehên Îranê di sala 2023an de; 11 girtî jêr îşkenceyê hatine kuştin
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya H
Hengaw; Şemî 24ê Şibata 2024an
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, di sala 2023an de aliyê kêm 32 girtî di girtîgehên Komra Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest dane û du girtî jî heyameke kin piştî azadbûnê canê xwe ji dest dane û tohmetbarek di dema revînê de bi gulleya rasterast a hêzên îdareya Îtilaatê hatiye kuştin. Di sala borî de 9 girtiyên siyasî canê xwe ji dest dane û aliyê kêm 11 girtî jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Pêka vê amarê 60 ji sedî ji qurbaniyan girtiyên Kurd bûne.
Ev rapore ji deh beşên cuda hatiye pêkanîn ku her beşek cuda bi nîşandarî û zanyariyên zêdetir di berdewamiya raporê de bê;
1- Pêşgotin
2- Kurteyek ji rapora amarî ya sala 2023an
3- Cudakirina çawahiya canjidestdana girtiyan di girtîgehên Îranê de
4- Cudakirina girtiyên canjidestdayî pêka tohmetan
5- Kurteyek ji 9 girtiyên siyasî ku di sala 2023an de canê xwe ji dest dane.
6- Cudakirina girtiyên canjidestdayî li sala 2023an pêka parêzgehan
7- Cudakirina girtiyên canjidestdayî pêka girtîgehan
8- Cudakirina girtiyên canjidestdayî pêka netewebûnê
9- Canjidestdana 21 girtiyên Kurd di sala 2023an de
10- Encam
Destpêk
Girtîgehên ewlehî yên Spaha Pasdaran û îdareya Îtilaatê li seranserê Îranê û gelek girtîgehên giştî jî heta niha ji aliyê saziyên navnetewî yên mafê mirovî ve nehatiye serdankirin û ti kontirolek dadwerî bi ser wan girtîgehan de tine. Di van girtîgehan de bi taybetî girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê di bajarên Kurdistanê de, hêzên ewlehî bi tundî girtiyên siyasî rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî tînin.
Tevî nebûna kontirolkirina dadwerî bi ser girtîgehên saziyên ewlehî yên li Îranê, girtîgehên navendî û giştî li Îranê tevî hebûna mafiyayên firotina madên hişber, cureyên çekên sar li jêr çavdêriya berpirsên girtîgehê diçine nava girîgehê ku ev yeka jî dibe sedem ku salane hejmarek ji girtî bi destê hejmarek din ji girtiyan bêne kuştin.
Pêka belgên ku hene, di gelek ji girtîgehan de saziyên ewlehî hin girtiyan bi kirîna pere neçar dikin ku girtiyên dinê bi taybet girtiyên siyasî li girtîgehên ku pêka tohmetên cudanekirî tevlîhev in, azar û eziyet bikin.
Kurteyek ji rapora amarî ya sala 2023an
Pêka belge û amarên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de, li sala 2023an aliyê kêm 32 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest dane. 2 girtiyên siyasî heyameke kin piştî berdanê bi awayekî şik û gumanê canê xwe ji dest dan û tohmetarek di dema revînê de bi gulleyên hêzên îdareya Îtilaatê hatiye kuştin.
Pêka vê raporê ji gelempera van 35 girtiyan aliyê kêm 21 girtî Kurd bûne. Herwisa 11 girtî di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane û 9 girtî ji ber ragirtîn û direng veguhastina wan bo navendên dermanî û pêranegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest dane.
Zêdetirîn haletên mirina girtiyan li girtîgehên parêzgeha Urmiyê hatiye tomarkirin ku 11 kes in. Herwisa ji gelempera 35 girtiyan aliyê kêm 23 girtî li girtîgehên navendî û giştî li bajarên cuda canê xwe ji dest dane û her yek ji girtîgehên îdareya Îtilaat û Spaha Pasdaran 3 girtiyan canê xwe ji dest dane.
Di sala borî de aliyê kêm 11 girtiyên pêwendîdar bi madên hişber û 9 girtiyên siyasî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest dane.
Cudakirina çawahiya canjidestdana girtiyan li girtîgehên Îranê
Pêka vê raporê, zêdetirîn girtiyan li jêr îşkenceya saziyên ewlehî canê xwe ji dest dane ku 11 halet in. Herwisa 9 girtî ji ber ragirtîn û direng veguhastina wan bo navendên dermanî û 3 girtî ji ber jehrîbûna cihê şikê canê xwe ji dest dane.
Mirin di bin îşkenceyê de: 11 kes beranberî 32.5 ji sedî ji gelempera haletan
Pêranegihîştina pizîşkî: 9 kes beranberî 26 ji sedî ji gelempera haletan
Pevçûn bi girtiyên dinê re: 4 kes beranberî 11.5 ji sedî ji gelempera haletan
Mirina şikdar: 3 kes beranberî 8.5 ji sedî ji gelempera haletan
Jehrîkirin: 3 kes beranberî 8.5 ji sedî ji gelempera haletan
Xwekujî: 3 kes beranberî 8.5 ji sedî ji gelempera haletan
Teqekirina gulle di dema girtinê de: 1 kes beranberî 3 ji sedî ji gelempera haletan
Celteya dil ji ber sizayê darvekirinê: 1 kes beranberî 3 ji sedî ji gelempera haletan
Cudakirina girtiyên canjidestdayî pêka tohmetan
Zêdetirîn girtiyên canjidestdayî di girtîgehan de li sala 2023an, girtiyên pêwendîdar bi madên hişber bi 11 kesan bûn. Piştî wan 9 girtiyên siyasî û mirina 9 girtiyan bi sizayên asayî hatiye tomarkirin. Du girtî ji ber sizayê madî û girtiyek bi tohemata kuştina bi zanebûnê û sê girtî jî tohemtên wan ji bo Hengawê rohn nîne.
Çalakvanên Siyasî: 9 kes
Tohmetbar bi madên hişber: 11 kes
Tohmetbarên asayî: 9 kes
Tohmetbarên madî: 2 kes
Kuştina bi zanebûn: 1 kes
Nexuya: 3 kes
Kurteyek ji zanyariya nasnameya 9 girtiyên siyasî ku di sala 2023an de canê xwe ji dest dane.
Pêka vê raporê ji gelempera 35 girtiyên ku sala borî canê xwe ji dane aliyê kêm 9 kes girtiyên siyasî bûne ku beranberî 26 ji sedî ji gelempera haletan e. Herwisa 5 kes ji van girtiyan, giriyên siyasî yên Kurd bûne ku du kes ji wan heyamek kin piştî dawîhatina heyama sizayên xwe bi awayekî şikdar canê xwe ji dest dan. Du girtiyên siyasî yên Belûç, girtiyek siyasî yê Lorê Bextiyarî û girtiyek siyasî yê Gîlek jî sala borî canê xwe ji dest dane.
1- Sadiq Fûladîwenda yê ciwanê 29 salî yê Lorê Bextiyarî û xelkê Geçsaranê, li 21ê Şibata 2023an li girtîgeha Îtilaata Spahê li Geçsaranê li bin îşkenceyê canê xwe ji dest da. Navbirî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bû.
2- Îbrahîm Rîgî yê pizîşkê 24 salî û Belûçê xelkê Zahidanê, li 22ê Şibata 2023an li girtîgeha Kelanteriya 12 a Zahidanê li jêr îşkenceyê canê xwe ji dest da. Navbirî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bû.
3- Şîrzad Ehmedînijad welatiyên Kurd yê 41 salî û xelkê Bokanê, di 15ê Adara 2023an de li girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê canê xwe ji dest da. Navbirî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî bû.
4- Mûsa Îsmayîlî welatiyê Kurd ê 35 salî û xelkê Pîranşehrê, di 8ê Tîrmeha 2023an de li girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.
5- Peyman Gelwanî welatiyê Kurd ê 24 salî û xelkê Mehabadê, di 9ê Tîrmeha 2023an de li girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest da.
6- Husên Cûcegelwanî girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Pîranşehrê, çend meh piştî bi dawîanîna sizayê xwe yê 5 salî û serbestbedan ji girtîgeha navendî ya Erdebîlê, di 31ê Tebaxa 2023an de bi awayekî şikdar canê xwe ji dest da û termê wî di rewşeke awirte ya ewlehî de bi axê hate spartin.
7- Cewad Ruhî Cewan yê ciwanê 35 salî û girtiyê tevgera Jin Jiyan Azadî, di 31ê Tebaxa 2023an de bi awayekî şikdar di girtîgeha navendî ya Nûşehrê de canê xwe ji dest da. Saziyên ewlehî sedema mirina wî jehrîbûna dermanî dabûne zanîn.
8- Arman Sengî yê girtiyê siyasî yê Kurd û 21 salî û xelkê Banê, sê meh piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha 2 saleya wî li Tehranê, di Îlona 2023an de bi awayekî şikdar canê xwe ji dest da.
9- Mehmûd Direxşanî, ciwanê 19 salî û Belûçê xelkê Zabolê, di 11ê Kanûna 2023an de li nexweşxaneya “Emîr El-muiminîn” a vî bajarî canê xwe ji dest da. Navbirî sê meh beriya wê yekê ji ber îşkenceyên li girtîgeha Îtilaata Spahê li Zabolê ji aliyê serê xwe ve bi tundî birîndar bibû û ketibû komayê.
Cudakirina girtiyên canjidestdayî di sala 2023an de pêaka parêzgehan
Pêka belgeyên Hengawê, zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Urmiyê de bi 11 haletan hatine tomarkirin. Di girtîgehên parêzgeha Sine û Sîstan û Belûçistanê de her yek ji wan 4 halet û girtîgehên parêzgeha Kirmaşan û Tehranê jî her yek 3 halet hatine tomarkirin.
Parêzgeha Urmiye: 11 halet
Parêzgeha Sine: 4 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 4 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 3 halet
Parêzgeha Tehran: 3 halet
Parêzgeha Gulistan: 2 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet
Parêzgeha Elborz: 2 halet
Parêzgeha Mazenderan: 1 halet
Parêzgeha Gîlan: 1 halet
Parêzgeha Tewrêz: 1 halet
Parêzgeha Kegîloye û Bûyerehmed: 1 halet
Cudakirina girtiyên canjidestdayî pêka hesabkirina girtîgehan
Piraniya girtiyên ku sala borî jiyana xwe ji dest dane kesanek bûne ku bi girtîgehê hatibûne sizadan û li girtîgehên giştî di halê derbaskirina sizayê xwe de bûne ku 23 kes in. Herwiha sê girtî li girtîgehên Îtilaata Spaha Pasdaran û navenda Îtilaatê her yek ji wan sê kes hatine tomarkirin. Li Girtîgeha Hêzên Întizamî 2 kes, li Kanûna Çalakî û Perwerdeyê û Navenda Rûbirûbûna bi Madên Hişber e her yek ji wan haletek hatine tomarkirin.
Girtîgehên giştî û navendî: 23 halet
Girtîgehên Îtilaata Spaha Pasdaran: 3 halet
Girtîgehên îdareya Îtilaatê: 3 halet
Girtîgehên Hêzên Întizamî: 2 halet
Mirina şikdar piştî berdanê: 2 halet
Kanûna Çaksazî û Perwerde: 1 halet
Girtîgeha Rûbirûbûn bi Madên Hişber re: 1 halet
Cudakirina girtiyêm canjidestdayî pêka netewan
Li gorî amarên Hengawê, sala borî 21 halet bi qasî %60 ji girtiyên ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de canê xwe ji dest dane, girtiyên Kurd bûne, ku ev yeka bi awayekî eşkere nîşan dide ku saziyên ewlehî li Kurdistanê zêdetirîn tundûtîjî li dijî girtiyan bikar anîne.
Herwiha sala borî herî kêm 7 girtiyên Belûç ku bi qasî %20ê hemû haletan e, di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de jiyana xwe ji dest dane û girtiyekî bi hevwelatîbûna dualî (Îranî-Amerîkî) jî li Tehranê jiyana xwe ji dest daye.
Girtiyên Kurd: 21 halet
Girtiyên Belûç: 7 halet
Girtiyên Gîlek: 2 halet
Girtiyên Lor û Bextiyarî: 2 halet
Girtiyên Tirk: 1 halet
Girtiyên hevwelatiyên dualî: 1 halet
Girtiyên Fars: 1 halet
Canjidestdana 21 girtiyên Kurd di sala 2023an de
Ji gelempera girtiyên ku li tevahiya Îranê mirine, 21 girtiyên Kurd bûne, ku ji sedî 60ê tevahiya haletan e, û 8 ji wan di bin îşkenceyê de hatine kuştin, ku ev jî dike ji sedî 73ê hemû girtiyên ku di bin îşkenceyê de li sala borî li tevahiya Îranê mirine.
Li gorî vê raporê, 8 girtiyên Kurd di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dane, 5 girtî ji ber nebûna lênerîna pizîşkî û 4 girtî jî ji ber pevçûnên digel girtiyên dinê jiyana xwe ji dest dane. Canjidestdana 3 girtiyan bi guman bûye û girtiyek jî ji rêya xwekujiyê ve dawî bi jiyana xwe aniye.
Herî kêm 5 girtiyên Kurd ku jiyana xwe ji dest dane, bi tohmetên çalakiyên siyasî hatibûne binçavkirin. 8 kes bi tohmetên madên hişber, 5 kes bi tohmeta asayî, 2 kes bi tohmeta madî hatibûne sizadan û tometa yek ji wan nerohn e.
Li gor amarên Hengawê, herî zêde girtiyên Kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane ji parêzgeha Urmiyê bûne, ku 12 halet in. Li parêzgeha Sine û Kirmaşanê her yek 4 halet û li parêzgeha Loristanê jî 1 canjidestdana girtiyên Kurd hatine tomarkirin.
Encam:
Kuştinên dervayî dadweriyê ku bêyî pêvajoya yasayî ya derbasdar û derfeta parastina xwe ji bo tohmetbaran pêk tên, wek binpêkirinên mezin ên mafê mirovî û prensîbên bingehîn ên dadperweriyê têne hesibandin. Ev kiryarên ku gelek caran di bin şert û mercên zext, tirs û bê hiqûqiyê de têne kirin, wekî sûcên li dijî mirovahiyê têne dîtin. Raporên wekî yên ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve derbarê Îranê de hatine amadekirin, nîşanderê tund a binpêkirina mafê mirovî di vî warî de ye.
Kuştina girtiyan di bin îşkenceyan de yan jî bi destên hêzên ewlehiyê, bêyî pêvajoya qanûnî, mînakeke zelal a kuştinên derveyê dadweriyê ye. Ev rewşe, bi taybetî dema ku kêmîneyên netewî, olî û mezhebî rêjeyek zêde ya qurbaniyan pêk tînin, girîngiya baldarî û hewlên navneteweyî duqat dike. Rawestan li hember van tawanan û peydakirina mekanîzmên ji bo şopandinên dadperwerî û piştgirîkirin ji qurbaniyan û malbatên wan beşeke bingehîn a têkoşîna cîhanî ya ji bo mafê mirovî ye.
Rapora ku ji aliyê Hengawê ve hatiye amadekirin bi zelalî nîşan dide ku ev rewşe netenê binpêkirina berfireh a mafê mirovî di Îranê de nîşan dide, belkî mînakên eşkere yên tawanên dijî mirovahiyê jî nîşan dide ku di pirograma Dadgeha Cezayê ya Navnetewî de, beşa cinayet li dijî mirovatiyê bi taybetî di îdamên dervayî dadweriyê de rastî baldariyê hatine. Ev kiryarên ku bêyî dadgehkirineke dadperwerane û di bin şert û mercên îşkenceyê de hatine kirin, binpêkirina eşkere ya pîvanên mafê mirovî yên navneteweyî û prensîbên bingehîn ên edaletê têne hesibandin. Encamên vê raporê netenê pêwîstî bi baldariya civaka navdewletî ji bo pêkanîna givaşan ji bo bidawîanîna van binpêkirinan heye, belkî hewcehiya hewlên micid ên dadgehên navdewletî ji bo şopandin û dadgehkirina berpirsên van tawanan nîşan dide.