Rapora Hengawê li ser girtin û derçûna siza bo çalakvanên warê zimanê Dayîkî di sala 2025an de

21 February 2026 17:57

Hengaw; Şemî 21ê Şibata 2026an

Bi piştgirêdan bi amarên hatine tomarkirin li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala 2025an de, zextên saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser saziyên sivîl û mamosteyên xwebexş ên fêrkirina zimanên Kurdî, Tirkiya Azerî û Belûçî li bajarên cuda zêde bûye; bi vî rengî ku herî kêm 15 çalakvanên warê zimanê Dayîkî (Kurdî, Tirkiya Azerî û Belûçî) hatine girtin û herî kêm 4 ji wan li ser hev bi 26 sal û 10 meh girtîgeha sepiyayî û 4 sal girtîgeha ragirtî hatine sizadan.

Çalakvanên binçavkirî yên warê zimanê Kurdî:

1. Keywan Mînûyî: Çalakvanê xelkê Merîwanê, li 23ê Adara 2025an hate binçavkirin.

2. Sirwe Pûrmihemedî: Çalakvana xelka Sineyê, li 19ê Nîsana 2025an bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate binçavkirin.

3. Simko Yûsifî: Çalakvanê xelkê Bokanê, li 26ê Gulana 2025an hate binçavkirin.

4. Umer Mihemedî: Çalakvanê xelkê Şinoyê, 19ê Hezîrana 2025an hate binçavkirin.

5. Secad Haîrî: Çalakvanê Kurd ê xelkê Îranê û niştecihê Demawendê, 12ê Tîrmeha 2025an hate binçavkirin.

6. A`izem Nasirî: Çalakvana Kurd a xelka Şîrwana Xurasana Bakur, 12ê Tîrmeha 2025an hate binçavkirin.

7. Husên Sêyfî: Xelkê Şîrwana Bakur, 17ê Tîrmeha 2025an hate binçavkirin.

8. Cewher Herkî: Çalakvanê xelkê Şinoyê, 17ê Tîrmeha 2025an bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate binçavkirin.

9. Îdrîs Mînberî: Çalakvanê xelkê Sineyê, 8ê Mijdara 2025an bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate binçavkirin.

10. Simko Yûsifî: Xelkê Bokanê, 8ê Kanûna 2025an bo cara duyem di heman salê de hate binçavkirin.

11. Umer Mihemedî: Çalakvanê xelkê Şinoyê, Cotmeha 2025an bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê hate binçavkirin.

Girtina çalakvanên warê zimanê Belûçî:

1. Seîd Reîsî: Xelkê Mihristana parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 26ê Gulana 2025an hate binçavkirin.

2. Muhsên Reîsî: Xelkê Mihristana parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 26ê Gulana 2025an hate binçavkirin.

Girtina çalakvanên warê zimanê Tirkiya Azerî:

1. Mihemed Esedî: Xelkê bajarê Meraxeyê, 23ê Şibata 2026an de hate girtin.

2. Bêhnam Wezîrîniya Qeşqayî: Çalakvanê Tirkê Azerî yê Qeşqayî û nîştecihê Tehranê, 20ê Hezîrana 2025an hate girtin.

Derxistina sizayê girtîgehê bo çalakvanên warê zimanê Dayîkî:

1. Cewher Herkî: Çalakvanê Kurd û xelkê Şinoyê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 10 meh girtîgeha sepiyayî hate sizadan.

2. Secad Haîrî: Çalakvanê KUrd û xelkê Îlamê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Demawendê ve bi 2 sal û 6 meh girtîgeha sepiyayî hate sizadan.

3. Umer Mihemedî: Çalakvanê Kurd û xelkê Şinoyê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi 5 sal û 6 meh girtîgeha sepiyayî û herwiha 4 sal girtîgeha ragirtî hate sizadan.

4. Bêhnam Wezîrîniya Qeşqayî: Çalakvanê Tirkê Azerî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve li ser hev bi 18 sal girtîgeha sepiyayî hate sizadan.

Mafê zimanê Dayîkî yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, bi taybetî di welatekî piralî de ji aliyê etnîkî/neteweyî û zimanî ve. Armanc ji vî mafî, çawaniya behremendiya kêmîneyên zimanî di rewşa civakekê de ye ku tenê zimanek tê de nîne û vê mafê wisa dike ku kêmîneyên zimanî li kêleka bikaranîna zimanê navendî, bikaribin zimanê xwe yê dayîkî bi taybetî di perwerde, siyaset û çandê de bikar bînin. Ev bingehe herwiha pêşiya jinavçûna zimanên kêmîne û jinavçûna çand û dîrokên pêwendîdar bi wan zimanan digire.

Zimanên Kurdî, Tirkiya Azerî, Belûçî, Erebî û Gîlekî, li kêleka kêmîneyên din ên zimanî li Îranê, ji destpêka avabûna dewlet-neteweya Îranê di têgeha nûjen a dewletê de, her tim bûne qurbaniya "yekrêziya zimanî" û înkarê. Ev siyaseta tawanbarane bi hêncetên şermezar ên wekî "tometên cudaxwaziyê" di serdema desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de tundtir bûye, bi vî awayekî ku navendên ewlehî bi serdestiya tam li ser siaysetên giştî yên perwerde, çandî û dadwerî, ti carî rê nedane sûdwergirtina ji mafê zimanê Dayîkî, heta di wê astê de ku di benda 15an a Destûra Bingehîn de hatiye diyarkirin. Di rewşeke wiha de, dewlet bi vekirina dosyayên ewlehiyê bo wan çalakvanên ku heta bi awayekî xwebexş perwerdeya zimanê Dayîkî didin welatiyan, zemîna girtin û derxistina sizayê giran bo wan amade kiriye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, bi lêkolînkirina rewşa girtin û serkutkariyên dewletî di warê zimanê Dayîkî de, rewşa binpêkirina mafên mirovan di vî warî de li Îranê, wekî rewşeke xirab û nîgeranker dinirxîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin