Amara meha borî ya kolberan: 15 kuştî û birîndar

Hengaw: Di meha Cotmeha sala 2020 de herî kêm 15 kolber û bazirganên kurd li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

01 November 2020 18:14


Hengaw: Di meha Cotmeha sala 2020 de herî kêm 15 kolber û bazirganên kurd li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî wan raport û belgeyên ku gihîştine dezgeha mafên mirov ya Hengawê, di heyama meha Cotmeha îsal de, herî kêm 15 kolber û bazirganên kurd li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin.

%87 ji wan bi guleyên rasterast yên hêzên Îran û Tirkiyê hatine kuştin û birîndar bûne. Li gorî wan raportan, 4 kolber û bazirgan hatine kuştin û 11 kolber jî birîndar bûne.

Piraniya kuştî û birîndaran li parêzgehên Kurdistan û Azerbaycana Rojava bûne. Herî dawî duhî li Ormiyê du kolber, ku birayên hev bûn, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin gulebarankirin. Yek ji wan hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Şêwazên kuştin yan jî birîndarbûna kolberan
*Bi guleya rasterast; 3 kolber hatine kuştin û 10 kolber jî birîndar bûne ku dike %87.
*Yekê jî bi rûdana tirafîkê canê xwe ji dest daye ku dike %6.5.
*Yekê jî di şer û pevçûnan de birîndar bûne ku dike %6.5.

Li her parêzgehekê çend kes hatine kuştin û birîndar bûne
*Li Azerbaycana Rojava 3 kuştî û 3 birîndar
*Li Kurdistanê2 kuştî û 3 birîndar
*Li Kirmaşanê 3 birîndar
 


Di vî warî de zêde bixwînin