Kolberekî Kurd bi sedema hatina reniyê li bilindahiyên Hewramanê canê xwe ji dest da

10 February 2025 00:16
Hengaw; Duşemî 10ê Şibata 2025an
Kolberekî Kurd ê xelkê Sewlavayê yê bi navê Emîn Husênî, bi sedema hatina reniyê li bilindahiyên sînorê Sewlavayê canê xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîveroya roja Yekşemî 9ê Şibata 2025an, Emîn Husênî yê xelkê gundê “Derekê” yê ser bi bajarê Sewlava bi sedema hatina reniyê canê xwe ji dest da û termê navbirî bo yek ji navendên dermanî hatiye veguhastin.
Emîn Husênî xwîzandar û bavê çar zarokan bû ku di dema kolberiyê de li geviya “Jalane” ya ser bi bajarê Sewlavayê rastî vê bûyerê hat.
Source: Hengaw