Pawe; Kolberek di dema kolberiyê de ji ber rawestana dil jiyana xwe ji dest da

18 April 2025 14:14

Hengaw; Înê 18ê Nîsana 2025an

Kolberekî xelkê Ciwanroyê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Umer Muradî, ji ber rawestana dil di dema kolberiyê de li navçeya sînorî ya "Dizaver" a ser bi bajarê Pawê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 17ê Nîsana 20525an, termê Umer Muradî yê temen 35 salî û xelkê "Sefiyav"ê yê girêdayî bajarê Ciwanroyê li ser sînorê Pawê hatiye dîtin.

Sedema canjidetdana Umer Muradî rawestana dil di dema kolberiyê de û sir û seqemek zêde hatiye ragihandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin