Du kolberên ciwan ên Kurd li ser sînorê Bane bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine birîndarkirin

28 April 2025 11:39

Hengaw; Duşemî 28ê Nîsana 2025an

Du kolberên Kurd ên bi navên Ako Şerîfî û Şivane Elîpûr bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Bane bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 27ê Nîsana 2025an, Ako Şerîfî yê temen 22 salî û Şivane Elîpûr ê temen 25 salî û her du xelkê bajarê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hatine birîndarkirin.

Ako Şerîfî û Şivane Elîpûr, bi teqeya rasterast û bi bê agehdarkirina berê û bi fermana Mistefa Muradî, Cihgirê Fermandehiya Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê, li sînorê "Hengejale" yê ser bi Bane hatine armanckirin.

Ev du kolberên Kurd ji ber kûrahiya birînên xwe bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin